Hoşyar Sîweylî: Em dixwazin PDK û YNK zêdetir nêzîkî hev bibin

Hoşyar Sîweylî: Em dixwazin PDK û YNK zêdetir nêzîkî hev bibin

.

A+A-

Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDKê eşkere kir ku pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gihîştiye qonaxa qufilbûnê, herwesa hêvî xwest ku daxwaz û pêşengiya nû bibe sedema nêzîkbûna PDK û YNKê bo avakirina Kabîneya Dehê.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Sîweylî îro (Duşemem, 18ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de bo çend medyayan axift û ji Kurdistan24ê ragihand: "Em dizanin ku pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gihîştiye qonaxa qufilbûnê. Em hêvîdar in ew pêşengiya ku hatîye kirin Herêma Kurdistanê ji vê qonaxa qufilbûnê rizgar bike."

Sîweylî daxwaz kir ku PDK û YNK zêdetir nêzîkî hev bibin, daku parlamen bê aktîfkirin û kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe bike. Herwesa got: "Em dixwazin her du alî zêdetir nêzîkî hev bibin û encama wê bibe pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemî aliyan di nav xwe de bihewîne."

Civîna Mesrûr Barzanî û Selahedîn Behadîn

Hevdem ligel van daxuyaniyan, her îro Duşememê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behadîn kir.

Di wê civînê de, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û guhertinên dawiyê yên deverê hatin nîqaşkirin. Li gorî zanyaran, her du aliyan tekez li ser giringiya aktîfkirina Parlamena Kurdistanê û sazî û dezgehên qanûnî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kir.

(K24) 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin