Şam û HSD lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî gengeşe dikin

Şam û HSD lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî gengeşe dikin

.

A+A-

 Şandeke Hikûmeta Sûriyeyê serdana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike û pê re danûstandinan li ser bicihanîna lihevkirina navbera Serokê Sûriyeyê û Fermandarê HSDê dike.

Medyayên Sûriyeyê îro (Sêşem, 06.05.2025) parve kir, “Şandeke Hikûmeta Sûriyeyê duhî (Duşem, 05.05.2025) serdana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li nav zeviya Konîkoyê li Rîfa Dêrazorê kir, û her du aliyan danûstandin li ser lihevkirina navbera Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kirin.”

Çend çavkaniyan di vî warî de gotiye, “Bizaveke zêde ji aliyê welatên herêmê û yên navdewletî ve ji bo berdewamiya danûstandinan û temmakirina lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî heye, xasma jî piştî aloziyên vê dawiyê.”

Çavkaniyan amaje jî daye, “Her du aliyan di civîna navbera xwe de bicihanîna lihevkirina Benda Tişrînê pêdivî dît, herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku ji hemî hevrikiyên serbazî bê dûrxistin.”

Wan çavkaniyan red jî kiriye ku, her du bingehên serbazî yên Omer û Konîkoyê radestî Hikûmeta Sûriyeyê hatibin kirin, belkî niha tekez li ser bicihanîna lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî tê kirin.

Di çarçoveya bizavên bicihanîna şertên lihevkirina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêveberiya nû ya Sûriyeyê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Hikûmeta Sûriyeyê ya nû Hisên Selam ji bo cara duyê li Hesekeya rojavayê Kurdistanê civiyan.

Di wê civînê de, danûstandin li ser bicihanîna lihevkirina navbera her du aliyan hatin kirin, ku li 10ê Adara îsal hatibû îmzakirin. Herwesa tekez li ser kêmkirina aloziyan li derdora Bendava Tişrînê jî hat kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin