Sam Halton: Hêzên li herêmê ji serxwebûna Kurdistanê ditirsin

Sam Halton: Hêzên li herêmê ji serxwebûna Kurdistanê ditirsin

.

A+A-

Lêkolerê Cografyaya Siyasî Sam Halton ragihand ku hêzên mezin ên li herêmê ji serxwebûna Kurdistanê ditirsin.

Şerê Îran û Îsraîlê ji berê sibeha 13ê Hezîranê ve bi hemû gurbûna xwe didome.

Amerîkayê jî berê sibeha şemiya borî bi balafirên B-2 êrişî tesîsên nukleer ên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kir.

Lêkoler Sam Halton bû mêhvanê Dildar Herkî û ev şer û bandora vî şerî ya li ser Kurdistanê nirxandin.

Sam Halton li ser mijara “Gelo dibe ku piştî van rûdanên li Rojhilata Navîn Kurdistan ava bibe?” diyar kir ku ev yek zehmet e çimkî hêzên mezin ên li herêmê ji serxwebûna Kurdistanê ditirsin.

Wî bi bîr xist ku Kurd heta niha jî bê dewlet mane û got, “Sykes-Picot ji bo Tirkiyeyê, bi taybetî jî ji bo Erdogan tiştekî gelekî mezin e.”

“Herî zêde yên ku li Herêma Kurdistanê berjewendiyên wan hene ditirsin”

Sam Halton got ku li ser aliyên ku serxwebûna Kurdistanê naxwazin wiha axivî:

“Herî zêde ew hêzên ku berjewendiyên wan li Herêma Kurdistanê herî zêde ne, ji serxwebûna Kurdistanê ditirsin.

Lê eger ji bo Kurdan welatek çêbibe ev dê Kurdistana Mezin a Yekgirtî be û dê parçeyê mezin jî Kurdistana Îraqê be.”

Sam Halton anî zimên ku “Tirkiye û Îran sûdê ji otonomiya Herêma Kurdistanê dibînin” û ji aliyê aborî ve gelek welatî û şirketên wan berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

“Gelek ziyan gihiştiye Îranê”

Lêkoler Halton diyar kir ku di şerê Îran û Îsraîlê de “Gelek ziyan gihiştiye Îranê” û hêzên wê yên wekîl jî hatine qelskirin lê dîsa jî “Îran dikare bi rêya komên xwe yên wekîl şer bike.”

Sam Halton li ser paşeroja şer jî amaje pê kir ku “Dibe ku diyaloga Îran û Îsraîlê dîsa dest pê bike lê dibe ku şer berfireh jî bibe.”

Wî daxuyand ku Amerîkî li dijî şerê bi Îranê re ne û ji ber vê jî şerê ku li Îraqê çêbû li Îranê çênabe.

Halton derbarê armanca Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got ku ew dixwaze bi Îraniyan re peymaneke “baştir” îmze bike.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin