PWK û HAK-PARê Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Bihevre Pîroz Kirin

PWK û HAK-PARê Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Bihevre Pîroz Kirin

.

A+A-

‘’ Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, Têkoşîn, Yekitî û hevgirtinê Bilind Bikin!’’
Komîsyona Jinan a Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Komîsyona Jinan a Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bi çalakîyekê li Amedê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bihevre pîroz kirin.
Çalakîya pîrozbahîya 8ê adarê, bi xwendina daxuyanîya hevbeş a komîsyonên jinan yên herdu partîyan destpêbû.
Daxuyanîya hevbeş bi kurdî endama Komîsyona Jinan a HAK-PARê berrîn Eren, bi tirkî jî endama Komîsyona Jinan a PWKyê Methîye Azbay xwend.
Piştî xwendina daxuyanîya hevbeş, jinên ku beşdarî çalakîyê bibûn, bi hev re sohbet kirin.
Jinên endamên herdu partîyan û jinên welatperwer ên serbixwe beşdarî vê çalakîyê bûn.Hiqûqansa kurd Gulfer Guçlu jî beşdarî çalakîyê bû.
Çalakî bi awayekî berhemdar li dar ket.
Daxuyanîya hevbeş ya Komîsyona Jinan ya PWKyê û Komîsyona Jinan ya HAK-PARê li xwarê ye.
…………………………….
Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, Têkoşîn, Yekitî û hevgirtinê Bilind Bikin!
Îro 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Mixabin weke gelek derên cîhanê, li Kurdistanê jî jin rastî neheqî, newekhevî, êrîş, zext û komkujiyan tên. Digel van hemû neheqiyan, jinên Kurd û Kurdistanê her wiha rastî êrîşên nijadperest û şovenîst û komkujiyên çar dewletên mêtingehger jî tên.
Weke ku tê zanîn, piştî ku di sala 1857’an de li New Yorkê di encama êrîşa polîsan a li ser kargeheke tekstîlê de 120 jin hatin kuştin, roja 8’ê Adarê di têkoşîna jinên kedkar ên cîhanê de cihekî girîng girt. Fermîbûna vê roja dîrokî li seranserê cîhanê, di sala 1977’an de di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de weke "Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê" hat qebûlkirin û nasnameyeke gerdûnî bi dest xist.
Gelê Kurd ev 200 sal in bi domdarî têkoşîna azadiyê dimeşîne. Jinên Kurd û Kurdistanê jî di vê têkoşînê de her dem cihê xwe girtiye. Jina Kurd cara yekem di 20’ê Hezîrana 1911’an de li Stenbolê "Cemiyeta Tealiya Jinên Kurd" ava kir. Leyla Qasim heta nefesa xwe ya dawî li dijî rejîma faşîst a Baasê doza gelê xwe parast. Ji îşkenceyan serê xwe netewand û tif kir rûyê îşkencekeran. Li Kobanê, jina Kurd destanek afirand ku hemû cîhan heyranê xwe hişt. Herî dawî, bûyera ku jineke Kurd li Helebê ji aliyê cihatxwazan ve bi hovîtî ji qata 5’an hat avêtin, hîn di bîranînan de taze ye.
Îsal careke din weke jinên Kurd, em 8’ê Adarê bi dilekî şikestî pêşwazî dikin. Di vê roja 8’ê Adarê de jî mixabin Kurd bi nifûsa xwe ya 70 mîlyonî ve hîn jî weke gelên din ên cîhanê, xwedî maf û azadiya rêvebirina xwe ya li welatê xwe nîn in.
Îro weke zayendeke di bin zextê de û weke parçeyekî civaka Kurd û Kurdistanê, li dijî şîdet, tacîz, neheqî û zilmê; em dengêkî bilind azadî, wekhevî û edaletê diqîrin.
Em weke jin parçeyekî civaka ku tê de dijîn in, lê parçeyekî wisa ne ku ji wekhevî û gelek mafên xwe bêpar in. Em ê di her qada jiyanê de, bi xebatên xwe yên rêxistinkirî û taybet, li dijî her cure cudakarî û neheqiyên zayendî dengê xwe bilind bikin. Em ê têkoşînê bidin.
Jinên Kurd her dem bûne armanca yekem a dewletên mêtingehger. Lê jinên Kurd tu carî serê xwe netewandine.
Li gel daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê (Kurdî) û fermîbûna zimanê Kurdî; bila em di malên xwe de û di her qada jiyanê de Kurdî bikin zimanê axaftinê yê bingehîn. Ji bo ku jin û zarokên Kurdî nizanin hîn bibin, em bikevin nav seferberiyê. Zimanê me rûmeta me ye, nasnameya me ye; em xwedî li zimanê xwe derkevin.
Bi van hestan, di kesayetiya Leyla Qasim de em 8’ê Adarê li jinên Kurdistanê û hemû jinên cîhanê pîroz dikin.
Em jin in, em bi hêz in û em dikarin jiyanê her dem bi afirînin!
08.03.2026
Komîsyona Jinan a Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) 
Komîsyona Jinan a Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)

whatsapp-image-2026-03-08-at-16-29-47-2-001.jpegwhatsapp-image-2026-03-08-at-16-29-47-1.jpeg

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin