Serok Barzanî: Nabe êrîşên li ser bingehên Pêşmergeyan û firotina şer bi Herêma Kurdistanê berdewam bin

Serok Barzanî: Nabe êrîşên li ser bingehên Pêşmergeyan û firotina şer bi Herêma Kurdistanê berdewam bin

.

A+A-

Serok Barzanî îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê peyamek ji raya giştî re belav kir.

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de got: Di tevahiya dîrokê de, gelê Kurdistanê tu demekê bi şer re nebûye û her tim aştî û pêkvejiyan xwestine. Tekez jî kir: Heke şer li ser Kurdistanê hatibe ferzkirin jî, wê tenê berevanî ji xwe û mafên xwe kiriye, ku ev yek jî ji baweriyeke xurt û çanda zengîn a aştîxwazî û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê tê.

Serok Barzanî di derheqa aloziyên deverê û êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê de jî got: Pir ecêb e ku hin kom û alî di bin navê Miqawemeyê de û bi hincet û dirûşmên bêbingeh rêyê didin xwe ku êrîşî cihên sivîl û jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê û bingeh û baregayên Pêşmergeyan dikin. Ev firotina şer û destdirêjiyeke eşkere li ser mafên welatiyan û tenahî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ye.

Serok Barzanî di pareke din a peyama xwe de haydariyeke tund da bikerên êrîşkeran û aliyên peywendîdar ên Iraqê û got: Divê her kes bizane ku bêhnfirehiyê jî sînorên xwe hene. Pêşmergeyan qet zilm û zordarî ji tu aliyekî qebûl nekiriye.

Ji ber vê yekê, Serok Barzanî rasterast bang li Hikûmet û Parlementoya Iraqê û aliyên siyasî, xasma jî "Çarçoveya Hevahengiyê" kir ku, bi rengekî cidî bên ser xetê û ji bo wan destdirêjiyan sînorekî deynin. Haydarî jî da ku, “Berdewambûna wê firotina şer dê encamên xirab hebin”.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de sersaxî ji malbatên şehîdên wan êrîşan re xwest û gelê Kurdistanê piştrast kir: Em dê bi hemî şiyanan berdewam bin da ku Kurdistan ji şer û nexweşiyan dûr be û aramî û ewlehî û jiyana xelkî parastî bin, serkeftin jî dê her ji bo gelê Kurdistanê be.

Peyama Serok Barzanî ji bo raya giştî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Di tevahiya dîrokê de, gelê Kurdistanê tu demekê bi şer re nebûye û her tim aştî û pêkvejiyan xwestine. Heke şer li ser hatibe ferzkirin jî, wê berevanî ji xwe û mafên xwe kiriye. Ev bingeheke neguher e û ji baweriyeke xurt û çanda zengîn a aştîxwazî û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê tê.

Gelek mixabin e ku niha li devera me gelek şer û alozî hene. Niha û pêştir jî her tim hêviya me ew bûye ku, hemî alozî û pirsgirêk bi rêya aştiyê bên çareserkirin, ji ber ku şer her tim sedema kavilkirin û malwêraniyê ye.

Di vê navberê de, pir ecêb e ku hin kom û alî di bin navê Miqawemeyê de û bi hincet û dirûşmên bêbingeh rêyê didin xwe ku êrîşî cihên sivîl û jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê û bingeh û baregayên Pêşmergeyan dikin. Ev firotina şer û destdirêjiyeke eşkere li ser mafên welatiyan û tenahî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ye.

Li vê derê divê her kes bizane ku bêhnfirehiyê jî sînorên xwe hene. Pêşmergeyan qet zilm û zordarî ji tu aliyekî qebûl nekiriye. Nabe ku ev firotina şer û têkdana tenahiya Herêma Kurdistanê û ewlehiya welatiyan ji aliyê wan koman ve berdewam bin. Ji bo wê armancê, em bang li Hikûmet û Parlementoya Iraqê û aliyên siyasî û bi taybetî Çarçoveya Hevahengiyê dikin ku, bi rengekî cidî bên ser xetê û sînorekî ji wan destdirêjiyan re deynin ji ber ku berdewambûna wê firotina şer dê encamên xirab hebin.

Ez sersaxiyê ji malbat û xizmên wan xweşeviyan re yên ku di encama wan êrîşên nerewa de şehîd bûne dixwazim û herwesa em gelê Kurdistanê jî piştrast dikin ku, em dê bi hemî şiyanan berdewam bin da ku Kurdistan ji şer û nexweşiyan dûr be û aramî û ewlehî û jiyana xelkî parastî bin û serkeftin dê her ji bo gelê Kurdistanê be.

 

Mesûd Barzanî

8ê Adara 2026ê

 

K24 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin