Romana birîna civakî ya edet, tore û tradîsyonên kevnar: Kêra Ko

Romana birîna civakî ya edet, tore û tradîsyonên kevnar: Kêra Ko

.

A+A-

ll-004.jpg  Lokman Polat

Ji ber zilm û zordariyê, ji bo ku gundê mala malbata Zozanê dişewitînin, ew jî ji gund bar dikin pêşî diçin navçeya Tatosê û paşê diçine Stenbolê.

Ev romana birêz Mazhar Kara romaneke weke neynika civakê raxe ber çavên mirov, bal dikşîne ser êş û birîneke civakî ku keç û xort pêrgê wê tiştî tên û di encama hizrên paşverû, neînsanî, hovane de têne kuştin, têne qetil kirin.

Min navê birêz Mazhar Kara di kovara ”Govend” de bihîst, nivîs û helbestên wî di wê kovarê de xwend. Paşê di kovar û rojnameyên ku tradîsyona Riya Azadî diweşand de gelek nivîs û helbestên wî hatine weşandin.

Niha em werine mijara romana birêz M. Kara. Ew helbestvan e. Dibêjin yê ku ji helbestê derbasê romannivîsînê bibe, ew serketiye, di afirandina berhemên edebî de biser dikeve. Wî berê çend pirtûkên helbestan weşandiye û gelek helbestên wî di kovaranên çandî, wêjeyî de derketine. Ev romana wî a yekem e. Roman di nav weşanên ”Deng” de li Amedê hatiye weşandin û 418 rûpel e. Berga pêş a romanê bergek hunerî ye, ji alî hunermend Tekîn Firat ve hatiye çêkirin. Edîtoriya wê Celal Ozgur kiriye. Di berga paşîn de jî wêneya helbestvan, rojnamevan û romannivîs Mazhar Kara heye. Ji teksta romanê jî çend gotinên balkêş hene.

Roman ji deh beşan pêk tê. Di her beşê de sernavê beşê heye. Sernavê beşa 1ê "Çavkaniyên ken û girî” ye. Ev beş bi forma "Ez” hatiye nivîsîn. Vebêjê beşê dixwaze behsa jiyana xwe, serpêhatî û serboriyên xwe bike û wan bi pênûsê di defterek de binivîse.

Kera Ko

Vebêj keçikek e. Keçek diltenik û xembar e. Keçik di zindanê de ye. Bi biryara bav û birayê xwe li zindanê ye. Ev rewşa keçikê mirov dixe meraqê. Ka gelo çi bûye? Çi qewimiye? Çima keçikê avêtine zindanê? Dibe ku keçik qebehetek bike, lê ka gelo çi kiriye? Meraqa bersiva van pirsan mirov li xwendinê sor dike û xwendevan xwendina romanê didomîne.

Vebêj û serlehenga romanê navê wê Zozan e. Zozan dibêje: "Em gundiyên sala û wextan ji nîşkava bûn bajarî. Belê, îro li Stenbola xopan, di kuçeke teng de, di maleke feqîr, di nava çar dûwarê xalî de zindankirî me. Gardiyanên zindana min jî bav û birên min in.” Binêr rûpel 40. 

Romana ”Kêra Ko” digel hêla xwe ya civakî hêlêke wê ya siyasî jî heye. Hêla civakî û rewşa siyasî li hevûdu hatine hunandin. Di romanê de, gundê mala Zozanê ji alî leşkeran ve çawa tê şewitandin, ev bûyera şewitandina gund baş tê qalkirin. Di romanê de qalkirinên weha, taswîr û vegotinên siyasî û felsefî, zilm û zordariya leşkerên artêşa tirk romanê dike romaneke dij kolonyal, dij kolonyalîst û herweha romaneke li dij adet û toreyên kevnare yên ku hêj jî di nav civakê de têne pêkanîn. Ji ber rewşa kurdan, ji ber peliçiqandina netewa kurd, zilm û zordariya li ser kurdan, rengeke wêjeya kurdî û ez dikarim bibêjim piraniya naveroka edebiyata kurdî bi rengê siyasî hatine xemlandin. Ev jî ji ber konjuktura welat û netewa kurd tişteke tebiiye, pir normal e. Di romanên kurdî de hebûna hêla siyasî, xemilandina bi rengê siyasî naveroka romanên kurdî qels nake, berevajê wê dewlemend dike.

Ji ber zilm û zordariyê, ji bo ku gundê mala malbata Zozanê dişewitînin, ew jî ji gund bar dikin pêşî diçin navçeya Tatosê û paşê diçine Stenbolê. Di pêvajoya şerê qirêj ê li hemberê gelê kurd de pênc hezar gundên kurdan hatin şewitandin û gundiyên kurd neçar man, ji gundên xwe bar kirin çûn navçe û bajaran.

Romana Mazhar Kara di radeya romanên modern/klasîk de ye û di çapa romanên Yaşar Kemal, Ahmed Altan û Muradhan Mungan de ye. Cih û warê, mekanê romanê piştî gund û navçeya Tatosê, vêca dibe Stenbol. Malbata Zozanê diçine Stenbolê bi cih û war dibin. Rêwîtiya bi otobusê ji Tatosê hetanî Stenbolê gelek dirêj tê qalkirin. Qalkirina vebêja romanê keçika ciwan ji qalkirina Yaşar Kemal jî bihuriye. Li gor hunera romanên ku bi navê romanên klasîk modern têne binav kirin, romana Mazhar Kara romanek serketiye û ne kêmê wan romanên nûjen/klasîk in. Û herweha heger romannivîser Mazhar Kara bi vî terzî, bi vî şêweyî romannivîseriya xwe bidomîne ew dikare bibe Yaşar Kemalê kurdan yê ku bi kurdî dinivîse, bi kurdî roman diafiriîne. Lewre romana Mazhar Kara di radeya romanên modern/klasîk de ye û di çapa romanên Yaşar Kemal, Ahmed Altan û Muradhan Mungan de ye. Romanên Welî Sabrî û ya Mazhar Kara ne kêmê romanên Yaşar Kemal in. Romanên van herdu romannivîserên kurd di radeya asta romanên Yaşar Kemal, Ahmed Altan, Muradhan Mungan û hwd, de ne û serketî ne.

Malbata Zozanê, bi taybetî jî apê wê mirovekî mihefezekar, olperest û Xwedêgiravî siyasî ye. Ji bo ku Zozan çûye derve geriyaye, porên xwe vekiriye, şarpeya li ser serê xwe avêtiye pê re şer dike, sîleyek li bin gohê wê dixe, û dibêje: ”...Ez dibihîsim ku, tu bi navê çûyina dibistanê, porê xwe vedikî, tuncik û temeniya xwe şedikî, xwe baş dixemilînî û bi çeqel, çûqelên gundê me re li kuçên Stenbolê li kêfê digerî. Ku, careke dinê bibihîzim, bi Xwedê ez ê poz û gohê te jêkim. Te fêm kir Zozan xanim. Ezê poz û gohê te jêkim. Bira tu di nava alemê de bibî sosret, bibî îbretê alemê....” Rûpel - 355.

Apê Zozanê ê siyasiyê paşverû kuştina Xalîdê jî pesend dike, diecibîne, di cih de dibîne û bala Zozanê dikşîne ku ew jî wek Xalîdê bike, dê dawiya wê jî weke Xalîdê kuştin be. Û ji xwe di encamê de Zozanê jî dikujin.

Engels dibêje: "Xwedêgiravî hinek sosyalîst hene li malê feodal in û li derve sosyalîst in.” Apê Zozanê jî "li qada siyasî, di civînên siyasî de bi awayekî diaxife, dibêje me jina kurd azad kir. Jina kurd li ser rûyê erdê, li cîhanê jina herî azad e.” Rûpel – 375. Û li malê, li ba mele bi awayekî din diaxife.

Dema têne Zozanê ji kurê mele re dixwazin, Zozan ji bilî girînê tu helwestek nîşan nade. Malbata wê ew bêdilê wê dikine destgirtiyê kurê mele. Hevala Zozanê Ezîze pê dihese û diqehire.  Zozan dibêje: "Ezîzê, çavê xwe girt devê xwe vekir. Ji sazûmanê re, ji edet û toreyên me yên kevnar re, ji newêrektiya min re da ser hev.” Rûpel - 389.

Birayê wê ew dide pey xwe û dibe, wê bi kêra kol dikuje. Zozana reben bi lingê xwe li pey birayê xwe ber bi mirinê ve dimeşe û ji alî birayê xwe ve tê kuştin. Gelo sucdarên van kuştinên weha wek Zozanê ku bi sedan, bi hezaran kuştinên weha ji bo Xwedêgiravî namûsê pêk tê, sucdar kî ye? Divê kê were tawanbar kirin? Sedemên kuştinên weha yê esasî, bingehîn çiye, çi ne? Divê xwendevan li ser vê bifikir in. Kuştina herî pîs di nav civakê de ev kuştinên ji bo namûsê yên li gorî adet û toreyên kevnare, paşverû û genî ne. Yên ku van kuştinan pêk tînin hov in, nemirov in, rezîl in, ehmeq in, bênamûsê herî bênamûs ew bi xwe ne.

Di romanê de tişteke din ku bala min kişand ku di nav rûpelên romanê de hatiye qal kirin; aciziya tirkan, nerehetiya wan a li hemberê kilam û stranên kurdî ye. Li parkeke nêzîkê dibîstana Zozanê, Zozan û çend hevalên xwe li parkê rûnî dikin, hevalê wî Zinar li sazê dixe û ew bi hevre stran dibêjin. Ji bo ku ew stranên kurdî dibêjin, tirk tên êrişê wan dikin. Bûyerên weha di jiyana rojane de gelek caran pêk tê. Dema stranbêjek li cihek stran dibêje yan polîs tên nahêlin ku stranbêj stran bibêje yan jî xelkê tirk, kesên nîjadperest û şoven ku dijminê kurdan in tên êriş dikin.

Kurdiya nivîskar/romannivîs baş e û herikbar e. Taswîrên wî yên derbarê xwezayê/natûrê û heywanan de bi taybetî yê li ser hespê/hespan serketiye. Zimanê wî zimanek edebî û kurdiyek paqij û rastnivîs e. Naveroka romanê jî ji xwe balkêş, civaki ye, gelêri ye, birîneke ku di nav kurdan de û di nav gelên rojhilata navîn de wek tradîsyon, wek tore tê bikaranîn.

Ev romana birêz Mazhar Kara romaneke weke neynika civakê raxe ber çavên mirov, bal dikşîne ser êş û birîneke civakî ku keç û xort pêrgê wê tiştî tên û di encama hizrên paşverû, neînsanî, hovane de têne kuştin, têne qetil kirin. Di adet û toreyên weha pîs, hov û xwînî de rola ola Îslamê û rola toreyên tradîsyonên kevnare, paşverû divê werine rexne kirin, werine sucdar kirin û di wijdana mirovahiyê de werin mahkûm kirin.

Ez wek xwendevanekî romana ”Kêra Ko” dixwazim vê bibêjim; Min vê romanê gelek eciband, naveroka romanê li min tesîr kir, bi ya min, bi xwendina vê romanê mirov/xwendevan/xwîner gelek tişt fêr dibe. Ev roman li hemberê sazûmana siyasî, olî û civakî romaneke li dij adet û toreyên kevnare romaneke nûjen e, bi şêweyeke modern rewşê rave kiriye û bal kişandiye ser birîneke civakî.

Di naveroka romanê de xirabiya adet û toreyên hov yên kevnar, civaknasî, derûniya kesan, evîn û mirovhezî, pedagojî û destnîşankirina Xwedêgiravî kesên siyasî lê di esasê xwe de bi hizrên feodalî û paşverûtî û herweha bandora olî hene. Lewre jî ev roman  hêjayê xwendinê ye û divê xwendevanên/xwînerên kurd wê bixwînin.

Romana ”Kêra Ko” di nav rêza romanên kurdî de û di nav refên pirtûkxaneya kurdî de cihê xwe ê bi rûmet girtiye.

“Bi qasê sê mehan e ku, ji hepsê derketime. Belê, gewdê min êdî azad e. Lê ruhê min di zindaneke kûr û tarî de, di nava ezabeke xedar de ye. Bi salan e ku, ne awirên çavên te yên belek ji ber çavên min dûr dikevin û ne jî xwîna te ya li destên min gerîyayî tebatê dide min. Hema bibêje ez jî bi te re mirim, çavbeleka min”

“Niha, ew li vira bi xemgîniyek û dilpakiyeke nedîtî, mesûm û ji serî hetanî lingan bi hezkirinê tijî û bi dilsozî li pêş min rûniştîye. Min nîzanî jê re çi bibêjim. Dilê min xitimî, hişê min xitimî û gotinên min minçiqîn, zimanê min negerîya birako.”

Belê, piştî van çend hevokên balkêş, wek gotina dawî ez birêz Mazhar Kara pîroz dikim ku wî berhemeke hêja li wêjeya kurdî zêde kir. Romana ”Kêra Ko” di nav rêza romanên kurdî de û di nav refên pirtûkxaneya kurdî de cihê xwe ê bi rûmet girtiye.

Ez wek xwendevanekî romanhez hêvîdarim ku ew ê romannivîseriya xwe bidomîne û hêj gelek berhemên hêja yên bi kurdî li edbiyata kurdî zêde bike.

Têbinî – Ev nivîs ji malpera Gazete Duvar hatiye wergirtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin