Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist

Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist

.

A+A-

Civîna hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê roja Duşemî 9ê Reşemeha 1404’an a Rojî, piştî nîvro pêk hat. 

Di civînê de li ser gelek mijarên têkildarî rêveberiya hevpeymaniyê nîqaş û biryar hatin dayîn.

Di civînê de rewşa siyasî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, encamên şer, pêvajoya guhertin û pêşketinên siyasî hatin nirxandin û li ser çend erkên hevpeymaniyê biryar hatin dayîn. 


Herwisa di civînê de mijarên destûra navxweyî ya hevpeymaniyê, pejirandina logoya hevpeymaniyê, xalên bingehîn ji bo meşandina karûbarên meydanî yên hevpeymaniyê di qonaxa veguhêz de, dîplomasî û çawaniya xuya kirina hevpeymaniyê li derveyî welat hatin nîqaşkirin.

Beşa dawîn a civînê veguhestina berpirsiyariyê ji bo serdema hevpeymaniyê bû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin