
Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
.
Salih Cefer *
Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pi rin, yek ji wan jî wergerandina berhemên wêjeyî ji zimanên dîtir e.
Mamoste Ehmed Qeto romaneke naskirî ji wêjeya erebî wergerandêye zaravayê kurmancî; “Romana Demsala Koçberîyê berve bakur” ya Eteyib Salih yê Sûdanî.
Tevî zor û zehmetîyên peyda kirina peyvên kurdî yên ku wê wateyê li bramberî yên erebî bidin û tevî cêwazîya hevok û şêweya avakirin û derbirînê û cêwazîya çand û civak ya erebî, wergêr hewl daye ku peyv û hevokên kurmancî biguncîne û bighîne asta zimanê romanê.
Hilbijartina vê romana naskirî di wêjeya erebî û cîhanî de ji alîyê wergêr ve hatîye ku zengînîyekê dide wêje û pirtûkxaneya kurdî.
Wergerandina berhemên wêjeyî bi zimanê kurdî pêwîstîyeke bo pêşketin û ferehbûn û zengîn kirina wêjeya kurdî ye, ya ku bi salên dirêj bibû armanca qedexe û tune kirinê.
Ji bo pêşxistina wergerê ji dezgehên fermî yên rêveberîyên kurdî tê xwestin ku piştgirîya wergerandinê û wegêr bikin ji ber ku ev kar ne tenê erkê weşanxane û kesayetîyên hezkirîyê wêjeya kurdî ye.
Salih Cefer
09-07-2025
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin