Rojeva Me Bi Irada Me Ye ? (3)
Hewce nîne ku meriv tim û tim dubare bike. Lê tucar gerek neyê ji bîr kirin, sîyaset senet e. Ew kesên ku pêşîya xwe nebînin, rewşa ku gel û welatê wan têda derbaz dibî baş nepejrînin, borîyên xwe ji bîr bikin, her tişt di pencera xwe da bibînin nikarin vî senetî bi ostayî bi kêr binin.
Dîsa gerek neyê ji bîr kirin ku rewşenbîrî û nivîskarî tişteke wusa hêsa nîne. Ewên ku tenê mirîdî û dengbêjîya aliyek bike, bi hestên niştimanî neleptê, berpirsîyarî û erkên xwe yen ku jê tê xwestin ranebî nikarê bibî rewşenbîr, nikarê bibî niviskar.
Pêwistîya sîyasetê bi rewşenbîran, ya rewşênbîran jî bi sîyaseta welatê xwe heye. Gerek her kes destê xwe bixe binê kevir. Her kes erk û berpirsîyarîyê xwe bê westan binê cih.
Dema me vê rastîyê pejirand, em dikarin rojeva xwe bi irada xwe tayîn bikin.
Wê demê emê bikarbin di heqê trajedîyan da bên.
Gelo wê ew dem kengê bê ?


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin