
Rizgarbûyekî Êzidî: DAIŞê 11 salan nehişt ez bi Kurdî biaxivim
.
Ciwanê Kurd ê Êzidî yê bi navê Rewend Nayif Telo (Rewend Azad) pişt revandina DAIŞê bi 11 salan hat rizgarkirin.
Rewend ew xortê Kurd e ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin. Ew xort, sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û wekî şehîd hatibû tomarkirin.
Rewend bi hewlên Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê hatiye rizgarkirin.
Xortê Kurdê ê Êzidî xelkê gundê Xanesorê Şingalê ye, niha temenê wî nêzîkî 18 salan e û di dema revandina wî de tenê heft salî bûye.
Ew li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê hatiye azadkirin.
Rewend behsa çîroka revandina xwe kir û got, “Piştî ku em ji Xanesorê birin, bav cuda kirin, ciwan cuda kirin û zarokên di temenê me de jî cuda kirin. Ez û birayê xwe bi hev re bûn û em bi awayekî cuda birin. Em fêrî nimêjkirin û xwendina Quranê kirin... Divabû tu fêr bûbûyayî, heke tu fêr nebûyayî, wan li te dida. Wan em ji cihekî dibirin cihekî din, heta wê dema ku dewleta Îraqê ew dorpêç kirin. Êdî wan nedizanî me bibin ku derê. Ew zilam jî hat û ez birim. Wî ez birim cem malbata xwe û ez nêzîkî heft salan li cem wan mam.”
DAIŞê nehiştina Rewend bi Kurdî bipeyive û li gorî gotina wî DAIŞê 11 salan axaftina Kurdî li wî qedexe kir û wî jî Kurdî ji bîra kiriye.
Nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan daye dû şopa serpêhatiya Rewend, jiyana li nava DAIŞê û çîroka vegera wî ya Herêma Kurdistanê û pê re hevpeyvînek kiriye.
Rûdaw: Em li nahiyeya Baedrê ne. Di sala 2014an de, DAIŞê êrişî Şingal û derdora wê kir. Di êrişê de 6,417 kes ketin destê wan û hatin revandin. Êdî ji wê demê ve, car caran hinek kes tên rizgarkirin. Niha Rewend li gel me ye, ew xortek e ku piştî nêzîkî yazdeh salan ji qutbûnaa ji kesûkarên xwe, hatiye azadkirin. Niha temenê wî nêzîkî 18 salan e û malbata wî ji 8 kesan pêk dihat; dê û bav, pênc xwîşk û birayek. Heta niha ji wê malbatê tenê Rewend hatiye azadkirin û yên din bêserûşûn in. Ji malbata wan a mezin 77 kes ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, Rewend kesê 38an e yê rizgarkirî ye û ji wan 7 kesên din heta niha jî bêserûşûn in.
Rûdaw: Rewend, tu bi xêr hatî, tu çawa hatî azadkirin?
Rewend Azad: Welehî rizgarkirina min a ji destê DAIŞê bi vî awayî bû ku kesek hat û ez birim cem malbata xwe. Wekî ku min li xwe girtibin (tebenî kiribin), ez li cem wan mam. Piştî ku ez li wir mam, nêzîkî heft salan bû, dest bi lêgerîna min kirin. Wan zanî ku ez di jiyanê de me. Min ji yekî re got û wî jî xeber gihand yekî din û yekî ji wan jî ji wir pêwendî bi min re kir û zanî ku ez sax im. Ji min re got, `Karê te bi tiştekî tune be.` Ji min re got, `Ez dê te bigihînim merivên te.` Pêşî min jê bawer nekir, min got, `Tu derewan dikî.` Piştî ku wî telefon ji mamê min re kir û pê re axivî, min mamê xwe nas kir û wî jî ez nas kirim. Min got, `Şikir ji Xwedê re. Êdî ez bi re wî hatim û nêzîkî mehekê li cem wî mam û piştre wî ez anîm cem merivên min.
Rûdaw: Tê bîra te roja ku DAIŞê êrişî Xanesorê kir û hûn girtin?
Rewend Azad: Ew di bîra min de ye ku em li mala xwe bûn, em çend mal bi hev re bûn. Hatin û em birin. Dema ku wan em birin, em xistin dibistanekê, nizanim li ku derê bû. Piştî dibistanê, em veguhestin û her yek ji me ji hev cuda kirin.
Rûdaw: Kengî cara dawî te dê û bav û xwîşk û birayên xwe dîtin?
Rewend Azad: Cara dawî min bavê xwe û xwîşk û birayên xwe hemû bi hev re dîtin lê bi hûrgilî nayê bîra min kengî bû.
Rûdaw: Li Xanesorê yan li cihekî din?
Rewend Azad: Na, ne li Xanesorê bû. Piştî ku em ji Xanesorê birin û xistin dibistanekê, em demekê bi hev re man û piştre ew ji me cuda kirin... Bi rastî herêm nayên bîra min.
Rûdaw: Nayê bîra te li kîjan cihî bû?
Rewend Azad: Na... Bi rastî herêm nayên bîra min.
Rûdaw: Ji me re behsa berdewamiya çîroka xwe bike, piştî Xanesorê wan tu birî kîjan cihî, bo nimûne Mûsil an...
Rewend Azad: Piştî ku em ji Xanesorê birin, bav cuda kirin, ciwan cuda kirin û zarokên di temenê me de jî cuda kirin. Ez û birayê xwe bi hev re bûn û em bi awayekî cuda birin. Em fêrî nimêjkirin û xwendina Quranê kirin... Divabû tu fêr bûbûyayî, heke tu fêr nebûyayî, wan li te dida. Wan em ji cihekî dibirin cihekî din, heta wê dema ku dewleta Îraqê ew dorpêç kirin. Êdî wan nedizanî me bibin ku derê. Ew zilam jî hat û ez birim. Wî ez birim cem malbata xwe û ez nêzîkî heft salan li cem wan mam.
Rûdaw: Tu beşdarî ti rahênan an şeran bûyî?
Rewend Azad: Na, ne şer, ne rahênan, ne tiştek... Ji ber ku ez zarok bûm.
Rûdaw: Yanî wan ji te nexwest ku tu beşdarî rahênan û şeran bibî?
Rewend Azad: Na, tenê yên mezin dibirin. Ez biçûk bûm, loma ez nedibirim. Wê demê temenê min nêzîkî neh-deh salan bû. Gotin tu nikarî.
Rûdaw: Nayê bîra te, çend salan te li Îraqê hiştin û piştre te birin Sûriyeyê?
Rewend Azad: Na, tenê ez texmîn dikim nêzîkî deh salan li Îraqê bûm, bi vî rengî bû.
Rûdaw: Di wê demê de te ti xortên Êzidî li Îraq û Sûriyeyê dîtine?
Rewend Azad: Em gelek bûn, em li mizgeftekê bûn, hejmara me pir zêde bû.
Rûdaw: Pişt re...
Rewend Azad: Piştre her yek bi aliyekî ve çû. Yek reviya, yekî din bazda û nizanim çi... Ev kes jî hat û wekî ku min xwedî kiribe, ez birim.
Rûdaw: Gelo tê bîra te kîjan xortê Êzidî bû ku te herî dawî dîtiye?
Rewend Azad: Kesê dawî ku min dîtiye birayê min bû.
Rûdaw: Birayê te? Ji te mezintir e yan biçûktir e?
Rewend Azad: Ji min mezintir e.
Rûdaw: Li ku derê bû? Tu dizanî li kîjan cihî bû?
Rewend Azad: Na nizanim, nayê bîra min. Hat, min lê nihêrî û wî jî li min nihêrî û çû. Nizanim çû ku derê.
Rûdaw: Dema ku tu di nav DAIŞê de bûyî, ti agahiyên te li ser malbata te hebûn? Ku ew li ku ne û çûne ku derê?
Rewend Azad: Na, ji min re nedigotin. Tenê em dibirin mizgeftê û malê û dev ji me berdidan.
Rûdaw: Tê bîra te ku carekê li ser tiştekî diyar li te dabin û hêj êşa wê di bîra te de be?
Rewend Azad: Tiştekî diyar, heger tu hinekî ji nimêjê dereng bimayayî, em feleqe dikirin, yanî bi daran li me didan.
Rûdaw: Bi daran?
Rewend Azad: Erê.
Rûdaw: Ev cezayê derengxistina nimêjan bû?
Rewend Azad: Erê.
Rûdaw: Wekî din çi cezayan din hebûn û sedemên wan çi bûn?
Rewend Azad: Zêdetir lêdan û tiştên weha bû. Heger te li gorî qanûnên wan nekira, te lêdan dixwar. Qanûn jî ev bûn: Nimêj, xwendina Quranê, fêrkirin û piştî wê jî rahênan.
Rûdaw: Qanûnên wan çawa bûn, tenê li ser nimêjê bûn an tiştên din jî hebûn...
Rewend Azad: Nimêj, xwendina Quranê, xwendin, piştre rahênan.
Rûdaw: Cezadan tenê bi daran bû yan tiştên din jî?
Rewend Azad: Na, hemû ceza bi daran bûn, erê, lêdana bi daran.
Rûdaw: Yanî tenê bi daran?
Rewend Azad: Belê, yên ku bi min re bûn, min dizanî çi bi serê wan hat lê yên din ku ji me cuda kirin nizanim.
Rûdaw: Tu çend caran hatî cezakirin? Lêdan bi hêz bûn an sivik bûn?
Rewend Azad: Weleh ez dê çend caran ji te re bijmêrim... Nêzîkî pênc-şeş caran ez hatime cezakirin. Her wiha em neçar dikirin ku em bi Erebî biaxivin. Nedihiştin em bi Kurdî biaxivin.
Rûdaw: Yanî tu zêdeyî deh salan e ku bi Kurdî neaxiviyî?
Rewend Azad: Erê, 10 sal in ez bi Kurdî neaxivîme.
Rûdaw: Tu niha hinek peyvên Kurdî dizanî?
Rewend Azad: Belê, hêdî hêdî fêr dibim, wek "baş î.. çawan î..?"
Rûdaw: Di wê dema ku tu li Îraq yan Sûriyeyê bûyî, kes tune bû ku bi Kurdî bi te re biaxive?
Rewend Azad: Qet... Heke tu bi hevalê xwe re li mizgeftê bi Kurdî biaxiviya, wan li te dida.
Rûdaw: Yanî zimanê Kurdî qedexe bû?
Rewend Azad: Axaftina bi Kurdî qedexe bû.
Rûdaw: Li ser axaftina bi Kurdî ceza hebû?
Rewend Azad: Erê, ceza hebû.
Rûdaw: Dema tu vegeriyayî û te merivên xwe dîtin, hemû dilxweş bûn. Hesta te çawa bû?
Rewend Azad: Şikir ji Xwedê re, erê di van yazdeh salên jiyana min de, cara yekem e ez ewqas dilxweş dibim.
Rûdaw: Tu bêriya dê û bav û xwîşk û birayên xwe dikî? Ew di bîra te de ne?
Rewend Azad: Dê û bavê min pir zelal nayên bîra min lê mamê min di cihê bavê min de ye û meta min jî di cihê dêya min de ye. Şikir ji Xwedê re pismam û dotmamên min jî mane, şikir ji Xwedê re.
Rûdaw: Niha agahiyên te li ser malbata te hene?
Rewend Azad: Na, ti agahiyên min nînin.
Rûdaw: Kê ji te re got ku dê û bav û xwîşk û birayên te bêserûşûn in?
Rewend Azad: Li vir ji min re gotin ku xwîşk û bira û dê û bavê min wek min bêserûşûn in.
Rûdaw: Berî ku tu vegerî, te ti agahî li ser wan tune bûn?
Rewend Azad: Na, berî ku ez bêm vir, gelek kesên wek min di bendewariyê de bûn.
Rûdaw: Dema balafirên hevpeymanan dihatin û ew navçe bombebaran dikirin te çi dikir?
Rewend Azad: Ji me re digotin netirsin, netirsin. Lê lêdan hebû. Em ji malekê dibirin maleke din. Me hest bi wê rewşê dikir. Carinan bi mêjiyê me dilîstin û diçûn xwe diteqandin.
Rûdaw: Hesta te çawa bû dema kesekî ji te re got, ez xizm û kesûkarên te nas dikim û hatime te rizgar bikim?
Rewend Azad: Hesta min ew bû ku divê ez li gel wî bêm lê di destpêkê de divabû me pêwendî daniya da ku ez piştrast bibim ku ew nas e û ne kesekî din e ku bixwaze min birevîne.
Rûdaw: Ev kesê dawî ye ku heta niha hatiye rizgarkirin, ku kesê hejmara 3,589an e, yê ku vegeriyaye nav meriv û malbata xwe.
Çîrokên mîna yên wî gelek in. Wî dê û bav û xwîşk û birayên xwe nedîtine û hêj kes çarenivîsa wan nizane. Ew ji dema azadkirina xwe ve heta niha, hêdî hêdî kes û xizmên wî tên cem wî û ew wan nas dike, ji ber ku hem ew wan nas nake, hem jî xizm û nasêb wî, ew nedîtine û wî nas nakin, ji ber ku 11 salên qutbûnê gelek in, xasma ji bo temenê wî û hevaltemenên wî. Demxweş ji we re!
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin