Rexne: Afîşên Agahîyê Yên Şaredarîya Îstanbulê Ya Di Derbarê Coronavîrusê De

Rexne: Afîşên Agahîyê Yên Şaredarîya Îstanbulê Ya Di Derbarê Coronavîrusê De

Kritîkê min bo zimanê Kurdî di afîşê û video de bikaranîne. Ev agahî ji Tirkî wergerandine Kurdî lê zimanê bikaranîn ne zimanê xelk rojane pê diaxave.

A+A-

Şaredarîya Stanbolê a Mezin di derheqê Coronavîrusê (Covid-19) de afîşeke ji çar zimana Kurdî di nav de bi pênc zimana belavkiriye heta vîdeoyekî dengdayî jî belav kiriye di nav sazîyên Şaredarîya Stanbolê a Mezin de: rexne min di derbarê Kurdîya di afîşê Kurmancî de bikaranîn de hene; rexnê min gêngêşîyê min li ser zimanê bikaranîne, lewra divê ez tekstê vê afîşê ji raya gîştî re rave bikim ku agahdarîyê di afîşê de Kurdên li Stanbolê çiqas jê sudewergirtine yanê fêde jê bi destxistine!. Kritîkê min bo zimanê Kurdî di afîşê û video de bikaranîne. Ev agahî ji Tirkî wergerandine Kurdî lê zimanê bikaranîn ne zimanê xelk rojane pê diaxave. Hewce nedikir zimanê afîşê ji bêje ku bi rojane  nayên karanîn yê giran nehatan amadekirine, ji ber ku afîş ji bo raya gîştî ye, ne ji bo zimanzana û rewşenbîra ye. Ew bêje di afîşe de nehên zanîn divê nehetan bikaranîn. Yekê jî peyvê xelkê Kurd   pê nehêsîye û pê nizane we di afîşê de bikaranîne, belê ji xelkê sade re ti maneke wan zêde tunene; xelk guhdarî bike di hevokeke de du peyva jê famneke û ti mane nedaye, wê çaxê ji agahîyê di afîşê de ti fêde nagire. Li ser zimanê afîşê; yan duduya kê tekst nivisîye kê wergerandîye Kurdî, divîya weha nekira bizanîya agahîyê ku tu di afîşe diyar dikî bi kêre xelkê were ku xelk car din daxwaza agahî yê bi zimanî Kurdî ji Şaredarîya Stanbolê a Mezin bike yanê arz û taleb hebe beledîya girîngî bide daxwazê we. Ew teksta jêr zimanê wê afîşê resen Kurdî û Tirkîya wê ji we re girtîye vira li jêr e:

 

“gava hun bênijîn ya jî kuxîyan dev û pozê xwe  bi kemnikeke ku dê carekê bê bikaranîn bigrin,  eger li cem we kemnik tunebe gurçika milê xwe bi kar bînin''.

(öksürme veya hapşırma esnasında burun ve ağzınızı tek kullanımlık kağıt mendil ile örtün, yoksa dirsek içinizi kullanın)

 

Afîş ji bo agahdarîya gelemperîye, divê ziman were famkirin, ziman sade û sivik be, ne ku her bêje sedî sed Kurdîya safî be. Pêwîst nîne ku tu ji ferhengê peyvê ku xelk bikar nîne tu bikar bînî. Ji bêje ku standard nebûyî û Kurdîya ku gel pê neaxivî ti kes jî jê sude bidest nexîne, ew li gel her zimanî wusa ye. Ev peyvên weku: 'bênijîn', 'kemnik', 'gurçika milê xwe' di afîşê û vîdeo de ji bo agahdarî bikaranîne. Kesê avakirina hevokê Kurdî nezane û Tirkîya van qûrala li kêlekê nebîne jê fam nake. Ew Kurdîya wekî li hev anîne ango çêkirîne, bê mane û bê sûde. Eger şaredarîya Stanbolê li ser afîş û vîdeoyê lêpirsîneke gelemperî bi rêkûpêk bîne yanê bi anketeke ji Kurdê Stanbolê bipirse çiqas ji afîşê sudewergirtine û çiqas famkirine?. Ew kesê van karê wusa dikin divê van gotina bînin pêş çavê xwe, tiştê beledîye dike bo berjewendîye gelemperîye, dibê gel ji zimanê wergerê jî fambike;  bêje ku xelkê nebîstî bikarbînî û ji xwe Kurdî zimanekî qedexebûyî di bin nîre pişavtîne de wenda dibê, hun jî dijwartir bikin ku kes jê famneke û bo ku xelk carek din ji Şaredarîya Stanbolê a Mezin taleb neke, beledîye jî bibêje Tirkî bes e Kurd hemû Tirkî dizanin, divê gerekça nedin dest beledîyê û dijminê Kurdan ji bo duwerojê zimanê Kurdî li mega- bajarê Tirkîyê ku bi mîlyûnan Kurd tê de dijîn. Kurdîya afîşê weha bibe çêtir e: Ji bo famkirine zimanê afîşê careke din kir Kurdîyeke hêsan:

 

''gava hun lêpijînin ya jî kuxîn dev û pozê xwe bi selpakeke/peçeteke kaxizî paqijkin dû re biavêjin, eger peçete nebû bi zendê xwe dev û pozê xwe bigrin!”    

 

Ev tercuma jorî a min kirî gellekî hêsantir e bo têgehêştine yanê fam kirina mesele. Eger we Tirkîya Şaredarîya Stanbolê a Mezin xwendibe û vîdeoya wan guhdarîkiribe bawer nakim kesekî jî Kurdîya wan famkiribe, heta resena we nexwendibe sedî heftê hêştî ji Kurdîya wan tênagehêşe. Werger yanê tercume ne ji bo dilê wergêr be, ji gel re, ji raya gîştî re, ji gelemperî re be, dibê xelk ji tekstê yanê ji metna di afîşê û vîdeoye de sudewerbigire pirs ne tenê tercume kirine û mesref kirine, wergêr ji bo wergerê xemê bixwe peyvê nû çêkirî bikar neyîne, weke Tirkê öz Türkçecî karê nebaş ne serkeftî mekin, ji me Kurdan re pêwîste nabe bêje bikar nehatî bikarbînî, ji me re fahm kirin ji her tiştî çêtir e.

 

Afişin Türkçesi için de felaket bir Türkçe kullanılmış: 'öksürme veya hapşırma esnasında burun ve ağzını tek kullanımlık kağıt mendil ile örtün, yoksa dirsek içinizi kullanın!'. We dît Tirkîyeke çawa xirabe, 'tek kullanımlık mendil' nîne navê wê selpak dibêjin, dev ne 'örtmüş' kirin dev tê kapat' kirin. Dirsek enîşk e, tê çawa bi enîşkê devî xwe bigrî yanê kapat bikî, ew jî Tirkîya afîşe, kê nivisîye kê amade kiriye ew ji 'dirsek içi' xelk jê famnake ev xwadî dewletin jî xelatî dikin Kurdê feqîr çi bikin!

 

Di afîşa bi pênc zimana de min tenê li jor 'ji bo tenduristîya xwe biparêzin' yek qûral girtibû jor: Ye din jî ewê jêr in:

 

''li xwerin û vexwarina xwe miqete bin û îstirehet bikin!''.

Di vê qûralê de li cîh 'miqete bin' dikarin 'mêze kin' jî bikarbînin; li cîhê 'îstirehet' jî 'li rihetîye xwe mêze kin' an jî 'behnê xwe vedin' bikarbînin çêtir e. 

 

''Destên xwe herî kêm 20 çirke bi av û sabûnê bişon!''.

'20 çirk' bi mane '20 sanîye' bikaranîne, bêje 'çirk'ê gelek wate xwe hene xelk pê nizane, divê sanîye bikarbînin çêtir e. Ne pêwîste li ferhenga li bêje nû bigerî ji bo Kurdîya safî ji belevokekê agahdarî re.

''gava hun nexweş ketin serî li nexweşxaneya herî nêzîk bidin û isterehet bikin!''.

Ji Kurdîya vê qûralê de wiqas şaşî tunene, di cîhê 'nexweşketin' de dikarî 'nexweşbûn' jî bikarbînin.

 

''ji kesên grîp û zekemî dûr bisekinin!''.

Li şûna 'ji kesên grîp û zekemî' 'ji kesên sermagirtî û nezlebûyî' bihata bikaranîn çêtir e wek kesê bi grîp: gripli kimse

 

''gava hun tagermîbûn ya jî bi kuxikê ketin ger û gêşta xwe betal bikin!''.

Di Kurdî nivisîna vê qûralê jor de 'tagermîbûn' bi mane ya 'taye bi we girt' yanê 'bi tayê ketin' dikarin bikarbînin. Li şûna bi kuxikê ketin divê 'bi kuxikê ketin karê xwe gera xwe betal bikin' çêtir e!.  

 

''bi destên neşuştî dest nedin dev, poz û çavên xwe!''.

Di vê qûralê jor de li cîhê 'bi destên neşuştî dest nedin dev..', 'destên xwe neşuştî nedin dev..' bihata nivîsandin.

 

''li daşir destşokên umumî muslixwê bi kemnika hun pe desten xwe ziwa dikin bigrin!''.

 

Kurdîya vê qûralê dawî bi serê xwe kareseteke: 'daşir' bi mana ya tuwalet e û 'destşoke' ji bi mana ya 'lavabo' ye bi rastî kesê van bêje jor bizanin pir kêm in, belkî xwedanê ferheng bizanin: 'kemnik' destmal e. Kurdîya vê qûralê dawî bo hevok hêsan be wek li jêr nivîsand çêtir bû herkes jê fambike:

 

''gava we li ber lavaboyê tuwaletê umumî destê xwe şûştin,

hîngê destê xwe bi peçetê kaxizî yê ber destan ziwa bikin''!.     

 

Hewce nebû Tirkîya hemû 'qûrala' bigirta vira, Kurdîya wan kir armanca rexnê xwe û nirxandin jî ji bo wê. Ev cure rexne û nirxandin Kurdîya niviskî gêşdikin û pêştêxin loma me ew rexne pêwîst dît.

 

Yusuf Kaynak, Lahey, 30.03.2020

[email protected]

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin