Rewşenbîrîya Kurdî û oto-Oryentalîzm

Rewşenbîrîya Kurdî û oto-Oryentalîzm

Belê, mijar medenîyet e, medenîbûn e. Hîssa mîllî, şûûra neteweyî li ser hîmê heq û edaletê, wîjdan û zerafetê ava dibe. Ka li kîtaba destê xwe binihêrin, ev tişt tê da hene yan na?

A+A-

Lê gava nivîskarekî Kurd rabe, di sedsala 21an da di jinikeke nixumandî da tenê 'gagoleke rêxê' bibîne, meriv dê vê 'xebata ronakbîrî' çawa îzah bike? Gelo 'gagoleke rêxê' çîroka 'Çarşef' bixwîne, dê di rihê wê da çi bêje? Ma heqê kê heye, ku metaforeke bi vî rengî di serê xwendevanên xwe da bi cî bike? Ma wîjdana nivîskarekî çawa munasib dibîne, ku însanekî, jinikekê bi van gotinan tarîf bike? 'Jineke serî bi torbe' çima wexta xwe bi wê ra xerc bike, ku heqaretan bixwîne?

Abdullah İncekan*

Li rojhilata navîn, civat kopyayên hev in. Çiqas ji hev dûr dibin, bira bibin, tu dibînî, ku di ruhîyetê da, di tewr û tevgera xwe da, mirov pir dişibin hev. Belkî yek ji sebebên vî tiştî jî ew e, însan ne bi serê xwe difikirin û tevdigerin; belkî ji ber wê ye ku pirranîya mirovan li derûdorekê, li cemaetekê (di meneya grûbekê da), li îdeolojîyekê xwe girê didin û ancax hebûna xwe li ser vî tiştî ava dikin. Ji dêvla ku bibe ‘însanê kamil’ ew li îdeolojîyeke, partîyeke, devûdoreke ‘kamil’ digere, ku bi wê ew bikaribe li ser nigan bisekine û hebûna xwe pê ra girê bide.

MODERNÎZMA JAKOBENÎ

Her ji ber vê ye, meriv dibîne, kes û grûbên me jî di netîceyê da dibin wek sîstema ku li wan zilm û te’de kirîye. Modernîzma jakobenî ya ku bi darê zorê awayekî jîyan û fikirînê li ser gelê me ferz kirîye, bûye perçeyek ji rûhîyeta me. Em jî îdî li gelek mijaran tenê ji vê perspektîfê dinihêrin.

Hin devûdorên sekuler û modernist yên Kurdan ji salên şêstî vir va, di gelek xalên jîyanê da wek oryentalîstekî li gelê xwe mêze dikin û dixwazin bi paradîgmaya wan perwerde girtîye, gel biguherin û wan têxin şekl û şemalekê. Gengeşî û xebatên li ser alfabe, ziman, ol, folklor, orf û edetan meriv analîz bike, dê baş bibîne, ku perspektîfa tevgerên me jî jakoben in.

‘HEZAR Û ŞEVEK’Ê DE NAYÊ DÎTIN…

Helbet gelek xalên vê mijarê hene, lê ez ê li vir li ser têkilîya ronakbîr û dîn bisekinim. Di gelek berhemên nivîskar û ronakbîrên me de taswîrên ewqas ji gel û rastîya gel dûr hene, ku meriv gava wan dixwîne, heyret dike, ka ev camêr û canik ji nav kîjan civatî hatine. Perspektîfeke ewqas oryentalîst, ku meriv di çîrokên ‘Hezar û Şevek’ê de nabîne!

Ji bona ku ez werim fêhm kirin, ez ê zêdetir ji berhemeke Hesenê Metê hin mîsalan bidim. Lê ez dixwazim bidim zanîn ku fenomenên bi vî rengî di kitêbên Mehmet Uzun, Helîm Yusîv û hinekên din da jî hene.

Hesenê Metê yek ji wan nivîskaran e ku bi uslub û tarza xwe ya nivîsînê di edebîyata Kurdî ya modern da bi qedr û qîmet e; xwedîyê rengekî cihê ye. Min kitêba wî ya bi navê ‘Epilog’ bi zewqeke mezin xwendibû. Dû ra li dû hev kitêbên wî yên bi navê ‘Labîrenta Cinan’, ‘Ardû’, ‘Tofan û Smîrnoff’ girt û xwendin. Çîroka ku li vir wek prototîp e ji ‘Smîrnoff ‘e, çîroka bi navê ‘Çarşef'[1] e.

ZÎNÊ Û XÊVO

Hesenê Metê di çîrokê da behsa jinikek û mêrê wê dike. Zînê û zilamê wê Xêvo bi hev ra diçin mala hevalê mêrik yê leşkerîyê, ku ew wî wek fermandar bi nav dike. Ew li sûkê li mala fermandar digerin, wê nabînin û ji dikandarekî dipirsin. Dikandar jî ji Xêvo ra dibêje, bira ew bi tenê here li xanî bigere û dû ra were jina xwe ji wir bibe. Ji bona ku jinika ducanî neweste, bira ew li dikanê rûnê. Xêvo bi ya wî dike, diçe li mala hevalê xwe digere û wê dibîne. Di dawîyê da gava ew tê dikanê, ew bi şaşitî dibe bela serê jinikeke din, ji ber ku ew jinik jî bi çarşevê nixumandî ye û Xêvo wan ji hev dernaxe.

Ji taswîran ‘gundîtî’ û nezanîya jinika bi çarşev û mêrê wê yê nezan gelek baş dixwîye. Ew bi tena serê xwe hê di wê rewşê da ne ku nikarin hejmara xanî derbixin û bi alîkarîya hin kesan mala lê digerin, dibînin. Ji zihnîyeta Xêvo meriv derdixe ku ew şûnda mayî ye. Cil û bergên Xêvo lihevhatî ninin:

“Şalwarek lê ye, ji delingan teng û ber bi jor fire ye. Di ser wî de saqoyekî pîdirêj û fîre di ser bejna xwe ya kin de berdaye. Şefqeyekî nû yê bi kuj daye ser serê xwe î piçûk û di ser tûlika xwe ya rûnkirî de xwar kirîye”[2].

Hetanî vê derê di çîrokê da pirsgirêk tuneye. Heqê nivîskar heye ku li gorî kêfa xwe karakteran peyda bike, wan taswîr bike û eger hebe, mesajekê bide xwendevanên xwe. Lê Kurdekî rabe, jinikeke bi çarşev wiha taswîr bike, merivê çi bibêje:

“Nabe ku meriv wê Zîna li pey Xêvo binigarîne, lewra ji bilî pîpikên wê yên di kortikên çavan de, ji lingan heta serê wê, reş nixumandî ye. Ango nivîskarekî bêfantasî ê ew weha binigarta: Ji dûr ve weke gagoleke rêxê dixuye.”[3]

‘NIVÎSKAREKÎ BÊFANTEZÎ’

Belê, nivîskar bi van hevokên jorîn behsa Zînê dike û dibêje ew wek ‘gagoleke rêxê’ dixwîye. Di heqê Zînê da zêde agahî ninin, sebebê ku ew ne di sewîya mirovan da tê dîtin, çarşeva wê ye; awayê cil û bergên wê ye. Bi gotineke din, eger nivîskar bi şiklekî zihnîyeta wê bida nasînê, dê xwendevan bi xwe sewîya figûrê kurteçîrokê fêm bikira.

Îcar nivîskarekî bêfantazî ji Ewrûpayê jinikeke Kurd wiha ‘binigarta’, dê Edward Said raba û bigota:

“Ev pirs bi me dide îdrak kirin ku oryentalistan, û gelek ji mutteffekîrên serê sedsala 19an, mirovahi tenê wek civateke muceret fehm dikirin û nedixwastin yan jî nikarîbûn wan wek şexsîyet bibînin (…)”[4].

Lê gava nivîskarekî Kurd rabe, di sedsala 21an da di jinikeke nixumandî da tenê ‘gagoleke rêxê’ bibîne, meriv dê vê ‘xebata ronakbîrî’ çawa îzah bike? Gelo ‘gagoleke rêxê’ çîroka ‘Çarşef’ bixwîne, dê di rihê wê da çi bêje? Ma heqê kê heye, ku metaforeke bi vî rengî di serê xwendevanên xwe da bi cî bike? Ma wîjdana nivîskarekî çawa munasib dibîne, ku însanekî, jinikekê bi van gotinan tarîf bike? ‘Jineke serî bi torbe'[5] çima wexta xwe bi wê ra xerc bike, ku heqaretan bixwîne?

Belê, mijar medenîyet e, medenîbûn e. Hîssa mîllî, şûûra neteweyî li ser hîmê heq û edaletê, wîjdan û zerafetê ava dibe. Ka li kîtaba destê xwe binihêrin, ev tişt tê da hene yan na?

[1] Hesenê Metê (2000): Smîrnoff. Avesta. İstanbul.
[2] Rûpel 9
[3] Rûpel 10
[4] Edward W. Said (2009): Orientalismus. S. Fischer: Frankfurt. Rûpel 182
[5] Fêrgîn Melik Aykoç di facebooka xwe de wiha dinivîse: “Wek mînak dema em li welêt bûn, ew turban e, torbe ye çi, hê nedabûn serê jinan.”

*Dr.

Ev nivîs ewil li Gazete Duvarê hatîye weşandin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin