
Çarenivîsa 100 hezar Kurdên Êzidî yên li Almanyayê di bin metirsiyê de ye
.
Almanyaya ku wekî welatê yekem ê Ewropayê deriyên xwe ji Kurdên Êzidî re vekiribûn û komkujiya wan wekî "jenosîd" nas kiribû, niha bûye kabûsa jiyan û paşeroja wan.
Ji ber guherîna siyaseta koçberiyê ya Almanyayê, metirsiya dersînorkirinê li ser nêzîkî 100 hezar penaberên Kurd ên Êzidî heye.
Di pêvajoya dersînorkirina bi zorê ya penaberan de rewşa malbatan li ber çavan nayê girtin û di gelek mînakan de malbat ji hev tên qutkirin; bi awayekî ku endamekî malbatê mafê mayînê wergirtiye lê yên din hatine şandin.
Ji ber ku rewşa ewlehiyê ya Şingalê ne aram e û bi hezaran koçber hîn di kampên Herêma Kurdistanê de dimînin, Partiya Keskan a Almanyayê (Die Grunen) pêşniyaryasayek amade kiriye.
Armanca wan ew e ku pêvajoya vegerandina bi zorê ya Kurdên Êzidî rawestînin û mafê mayînê bidin wan.
Berdevkê Siyaseta Navxwe yê Partiya Keskan Marcel Emmerich di daxuyaniyekê de rexne li “durûtiya” siyaseta Almanyayê girt û got:
"Almanyayê berpirsyariyeke mezin girt ser xwe dema ku li Parlamentoya Federal (Bundestag) komkujiya Êzidiyan wekî jenosîd nas kir lê li vir valahiyeke mezin heye; gelo em wan diparêzin?
Mixabin em dibînin ku Êzidî tên dersînorkirin."
Parlamenterê Partiya Keskan derbarê naveroka pêşniyaryasayê anî ziman:
"Em naxwazin Êzidî bên dersînorkirin, me projeyek pêşkêş kiriye da ku mafê mayînê yê 3 salan ji wan re were dayîn.
Di vê demê de dikarin mercên mayîna her timî yên wekî fêrbûna ziman û peydakirina kar bi cih bînin.
Em dixwazin ne tenê bi gotinan, bi kiryaran jî piştgiriya wan bikin."
Li gorî amaran, sala 2023yan tenê ji sedî 53yê daxwazên penaberiyê yên Kurdên Êzidî hatine qebûlkirin.
Loma Partiya Keskan bangî Partiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU) û Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) dike ku deng bidin projeyê.
Li aliyê din, Hevseroka Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) û Parlamentera Almanyayê Saskia Eskenê metirsiyên li ser Êzidiyan qebûl kirin lê sozeke zelal a ji bo dengdana projeyê neda.
Eskenê di daxuyaniyekê de got:
"Koma Keskan dixwaze mafê rûniştinê yê misoger ji bo Êzidiyan dabîn bike.
Em di hikûmetê de gotûbêjê li ser dikin lê ez nikarim soz bidim ku em dê deng bidinê yan na."
Seroka SPDyê destnîşan kir ku mercê sereke parastina ewlehiya wan e, çi li Almanyayê be yan jî bi avedankirina gundên wan be da ku karibin bi awayekî azad biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Hikûmeta Almanyayê her çi qasî bi berdewamî tekezî li ser parastina mafên vê pêkhateya dînî dike jî lê bi hinceta ku şiyana wê ya wergirtina vê hejmara zêde ya penaberan nîne, siyaseta nû ya koçberiyê dimeşîne û wan vedigerîne Îraq û Herêma Kurdistanê.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin