Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Rewșa Bașûrî Kurdistan min ditirsênê!

A+A-

Nuri Aldur

Dadgeheke ku mîna leyistokeke rejîma Bagdad û dewleta Îran, anjî ma çima ne mîna grûbeke tîyatro li Rojhelata navîn her serê pêleyekê biryar li ser biryaran dijî Kurdistan dide. Merov karêt vî tiștî bi panarabîzmê ve jî girê bide; yanî tenha șîebin, tenha sûnîbin anjî her dû alî li gel hev dijîtîya xwe li hemberî Kurdistan bi rêça dadgeha xwe dijberîya Kurdistan dikin. Hûkûmet û meclîsa Bagdad vekirî û hișkere rexne li dadegehê nekirine û piștgirîya xwe bo Kurdistan nîșan nedana; bê guman yek dû kes xarîç kî ewan jî ji alîyên ve dadgehê ve hatina aforozkirin.

Vê aleta/sîlaha anjî borazana Îran bi sîyaseta xwe(kî tû alaqadarîya dad, hûqûq û adaletê pêve nîne) bandoreke mezin li ekonomi û petrola Kurdistan kir, li prosesa hilbijartin û mentîqên hilbijartinan kir û meydana frokxaneya Hewlêrê dîse xiste bin îdareya Bagdad. Eve bi xwe jî  îspatake ku eve borazana Îran  her dijminatîya Kurdistan bo xwe kirîya hedef û yek caran jî di babetên giring de bi erênî bo Kurdistan biryar nedayî ye.                                                        

Hûkûmet û serokatîya Kurdistan helbet meselê baș dizanê û eve kîn û nefret ji kûderê jî têt, ji wê jî baș agadar û zanyara. Sloganên mîna ”em ji mafên gel ê xwe hîç gavan bi pașde na avêjin” anjî ”qezencên ku bo me bûne rojana, tû kes nikarê ji me bistênê” nîșanên ku hûkûmet û serokatîya Kurdistan cesûr û xwedî biryarin. Û roj/hefte nînin ku delegesyonên kurdistan ne li Bagdadin, dîplomatîya Kurdistan bi rêk û pêke û hema bêje her roj û her hefte konsolos û dîplomatên hemû welatên ewrûpîyan, emerîkî, Awusturalyan, Afrîka û Asya li gel hûkûmeta Kurdistan rûniștinan dikin û helbet eve gelekî baș û pêwîste jî – BALAM dema ”hesin germ di bê” çiqas ji van dîplomat û welatan wê li gel Kurdistanbin?  

Payîza 2017 an li Kerkuk, dema ku TRAMP got em di nabeyna ereb û kurdan de teref nagirin û bajar têkçû li bîrameye. Diplomatîya ku îroj li Kurdistanê ji alîyê dinyayê ve dibe;  bes li ser ticaret, ticaret û ticaretêye û eve jî li serçavan; lê mane ew feonomena SÎYASET, SÎYASET û SÎYASET ê jî heye û bi piranî sîyasete ku formê dide ticaret, çand, ilim, cih û waran.                                

Li gor bawerîyamin ew kesên ku li gel hûkûmeta Kurdistan dîplomatî dikin xwe ji dîplomatîya sîyasî dûrdixin, naxwazin sîyasetê bikin û eve jî bo Kurdistan negatîfe, metirsîn û tarîtîya pêșeroja Kurdistana.

Lê bê guman çend faktorên din jî hene ku rewșa Kurdistan zeîf dike û ewan jî evin: grûbek paralamentarîkerên kurd li meclisa Bagdad hene ku ewe ne doza netewetîyê/kurd û Kurdistanîyê dikin û ji axaftin û beyanên wan bêhn û pixar têt, hinek grûb û partîyên bașûrî Kurdistan hene ku ne - xwedî felsefeke/bernameke/sîyaseteke hișkere netewîne û eve jî bo doza rizgarbûna dewleta bașûr û pêșerojan Kurdistan rîsk û metirsîne,  statûseke ne ji sedî sed dîyar(federal, otonom, serbixwe) hêvîyên kurdan û dostên wan zeîf dike û wan di pûnijênê, gendelî/rûșwet,bêkarîya gel/hemwelatîyan(bi taybetî ji bo xortan) ewan ji îdara welêt sar dike/dûr dixê.                                      

LEWRA ez di tirsim ku rewșa Kurdistan xerabtir bibe. Lê di heman demêde ez bi xwe jî dil ê xwe ji bo xwe xweșdikim û dibêjim ku hûkûmeta Kurdistan niha ji berê bêhtir xwedî zanyarî û tecrûbeye û hêvîyamin ewe ku di nav ewrûpî û emerîkîyande hinek șexs jî bin/anjî komîte jî bin divêt dostna Kurdistan hebin û piștî ewqas sal bi peyvendîyên li gel serokatîya Kurdistan her wê hebin jî – eger wa nebê, eve dijî qanûnên xwezayê ye.  

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin