Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Resensîyonek li ser pirtûka nivîskar,  Mikael Sandström 

A+A-

Nuri Aldur                                                                                    

Navê pirtûkê : Sånt är livet, berättelser från akuten  

Bazar förlag, 2023                                                                                                                                     

Nivîskarê vê pirtûkê/Mikael Sandström doktorê tibbêye û gelek ji me, wî  mîna pisporê nexweșî û farmacia  ji  TV4  dinasin.  Ew di vê pirtûka xwe de serpêhatîyên xwe (bi hemî awayên zanyarî/ilmî – balam bi zimanekî gelerî) yî  ku di gelek salande li nexweșxanan û klînîkên acîlan  jîyaye anîya zimên û li ser kaxezê bo me xwendevanên xwe amadekirîye û pêșkêșî me dike. Ewe di kar ê xwe de doktorê narkos ê ye/pispora anjî mûtehasise – lê zanyarîya wî di gelek beșêndin de jî bilinde, ji ber ku gelek caran/deman de pêvajoyên hesas û ne-hêsanre derbas bûyîye. Pirr caran wî xwe ne emîn dîtîye, zanyarî û bersivên xwe kêm anjî zeîf  qabûl kirine – lê ew her li bersivan gerihaye, li gel kesêndin/ kolegîal, dain û standina(mûnaqeșe û dîalog) kirîye. Ne kêm caran ew di kêlîyên metirsdarîre derbas bûyîye, û wî bi lêkolîn û li gel hevkaran zehmetî çareserkirine; anjî êș û keder – kul û derdên kesan / nexweșan  kêmtir kirine. Belkî hemî caran nexweș bi temamî rehet nedibûn, lê eger  jîyan bo wan kesan hinek rehettir/xweștir bibe, ew jî serkevtineke hem bo yên nexweș û hem jî bo xizmên nexweș, doktoran û civakê.                  

Nivîskar ne tenê li ser meselên derman, dîagnos û raporên tibbê di sekinê. Ew babetên xwe bi jîyana rojana û sosyal ve jî girêdide û helbet eve pirr normala jî.Çima normala ? Ji ber ku kesên nexweș ne tenê di fîzyolojîyêde/anatomîyêde xwedî êș û derde – bandora nexweșîya fizîkî, otomotîkî li psîkolojî ya nexweș jî dikêye. Dîyalogên nexweș bi doktorre, heval û xizmanre û kesêndinre  xwedî roleke giringe.Û heta û heta evan peyvendîyan anjî sohbet û enformasyonan car carna ji dermên û tedewîyan belkî pêștetir tên. Agadarîyên baș, kontaktên bi rêk û pêk jî mîna dermanên reçetêne.        Eve pirtûk ji gelek nivîsên(kapîtel) jev cûde – serpêhatîyên jev cûde hatîye amadekirin. Her  nivîsek (anji beșek/kapîtelek) bi ser ê xwe ye û babeteke taybete ku bi rewșa xwe hatîye binavkirin. Di nav van sernivîsan de yek ji wan jî bi navê, ”Historien om en bergskurd”e. Eve çîroka kurdekî nexweș ku di dema ku li kampa penaberan de dijîye. Problema tercûman/verger û vergerandina zimanan tema vê nivîsêye/serpêhatîyêya. 

 Li gor Nivîskar, jîyana kesan jev cûdaye, lê bi gelamperî/ûmûmî  jîyana gelek kesan(kêm – zêde) tijbihê hevdû û gelek mûșterekîyên wan mîna hevin û wek mînak pêwîstîya  xwarin, evînê, dilovanî, emîntî û aștî  û evan merov karêt ji sedî  10  ta  20 bandorekê li jîyana xwe bike. Lê mesela genetîkê anjî mîrasê  ji sedî 0(sifir) ta 50 merov hîç nikarê bandorekê bike. Lê bê goman emê bikarin ku ji sedî 30 ta 40 bandorê li jîyana xwe bikin û ew jî girêdayîye bê ma tu kîyî, xwedî çi tecrûbe anjî çi plan û hedefênte di pêșerojêde hene.

Nivîskar ji zanyarî û tecrûbeyên xwe, ku ji nexweș û ji nexweșên xwe yî  mirî fêrbûyîye, hinek noktan derdixê holê û wan bo me xwendevanên xwe tawsîye dike:                                                                           

 ¤ : jîyan a xwe(dilșahî-kêfxweșî) nûha bijî,                                                                                                           

¤ :  li gel hinek dostên xwe yî herî nêzîk/bijarte çûn-hatin bike,                                                                     

 ¤ :  der û doreke xwe yî rehet û emîn çêbike,                                                                                                         

¤ :  car carna pêwîstîya bêhnvedan/pausan heye û bike,                                                                                 

¤ :  wa bi hizire ku te heya nûha  xwestîye, ya herî baș û xweș bike û bijî ye,                                                   

¤ : tu kes nikarê hemî tiștî bi xwe halbike; arîkarîyê bixwaze,                                                                             

¤ :  wa bawerbike ku kesêndin bașî û xweșîtîya te dixwazin. (1) 

Ezê vê resensîyon a xwe bi gotenekedin ya nivîskar tewaw bikim: ”…dema yên baș hîç tiștekî nekin, xerabî bi ser dikevê…” anjî ”… ji ber ku xerabî bi ser bikeve, divêt yên baș bê deng û pasîvbin…”.(2)  

Çavkani:                                                                                    

 1) rûpel, 203                                                                                 

2) rûpel, 39       

b82bd8b2a41bff68-800x800ar.jpg                  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin