Rê ji bo Qubad Talebanî vala bikin

Rê ji bo Qubad Talebanî vala bikin

Rêbwar Kerîm Welî

A+A-

Heta niha jî Qubad Talebanî derbarê xiyaneta 16ê Cotmehê ti helwestek nîşan nedaye lê ji du aliyan ve, ji bo asayîkirina rewşa nav YNKê û nûjenkirina pirên navndewletî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike.

 Herwiha, heta niha jî nayê zanîn ka rola Qubad Talebanî ya di bûyera teslîmkirina Kerkûkê de çi ye. Gelo weke kesekî nav malbata Talebanî ji vê yekê agahdar bûye û bê deng maye, (Ev ne tohmet e û dibe di dema pêş de kak Qubad bersiva vê bide) yan jî bê agah bûye? Çimkî yek ji armanca wê kudetayê ew bu, ku biraziyên Talebanî bi hevkariya birayê wî yê mezin bi îxanet û çavsaxiya ji bo dijmin kirin, bibin mînberê bawerpêkirî yê Îran û Malîkî.

 Pozberiya zarûzêçên Talebanî û Îbrahîm Ehmed yên di nava YNKê de ji bo cîgirtin û desteserkirina mîrasa partiyê û rikberiya wan, tiştekî ne veşartî ye. Van herdu malbatan, piştî nexweşketina Mam Celal, di 5 salên derbasbûyî de, ji bo bidestxistina desthilatê, li dijî Kosret Resûl û Berhem Salih, hev girtin, pere û nifûza partiyê bikar anîn û Hêro Îbrahîm Ehmed jî desthilat û pêgeheke berfireh da kurên Talebanî da ku parastina wê bikin.

 Lê pir bi ser ve neçû, ku ji hemû aliyan ve ji kontrolê derketin. Ne dûr e, ku Hêro Îbrahîm Ehmed û heta Kosret Resûl û Mele Bextiyar jî agahdarê wê danûstandina di navbera Qasim Silêmanî û biraziyên Talebanî de nebibin. Ji ber ku bêyî navber piştî mirina Talebanî, bi serpereştiya Qasim Silêmanî, ji YNKê re çend navendên biryarê hatine destnîşankirin, ku navê wan hemûyan jî di nav de bû.

 Lê pirsa cidî ew e; bi tevê ku dizaniyan çima ev mesele cidî negirtin? Gelo Hêro Îbrahîm Ehmed, ji bî bicîhkirina Qubadê kurê xwe, pişta kurê xwe yê mezin û biraziyên Talebanî li erdê xist da ku weke walîde sultanên herêmî yên Osmaniyan, rê ji kurê xwe yê biçûk re veke, ku hevsarê desthilata nav YNKê werbigre?

 Xwedê dizane!

 

 Ji ji YNKê hat?

 Ew biryarên ku di encumena serkirdetiye YNKê de hatine gotûbêjkirin, bi taybet jî hilweşandina polîtbûroyê û pêkanîna desteyekî 11 kesî ya bi serokatiya Kosret Resûl, amajeya wê yekê ye, ku dê biryar ji sazî û dezgehên din bê wergirtin û deshilata biryardana YNKê tenê di çarçoveya wê desteyê de werin sînordarkirin.

Kosret Resûl beriya giştpirsiyê, ji bo birêvebirina YNKê dixwest sê kesî were avakirin, ku ev yeman ew hizir bû, piştî nexweşketina Talebanî li Îranê biryar li ser hatibû girtin û PDKê jî bi erênî pêşwazî kiribû (Kosret Resûl, Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed). Niha pêkhateya vê desteyê berfirehtir dibe lê di herêma desthilatê de, heta kongreyê ew hevsengî tê parastin.

 Berşdarbûna Qubad Talebanî di civîna encumena serkirdetiya YNKê de (ku ti post û erkekî hizbî yê Qubat nîne) û nehiştina beşdarbûna Pavel ya ji bo civîna polîtbûroyê (ku beriya îxaneta 16ê Cotmehê Pavel bedşarî civînên polîtbûroyê dibû) û herwiha, ew piştgiriya fermî ya Amerîkayê ya ji bo Qubad Talebanî ya ji bo paşeroja hikumraniya li Kurdistanê de, nîşana wê yekê ye, ku divê baskên YNKê ji bo serkirdetiya partiyê li ser navekê lihev bikin yan jî dê derzekî din di nava YNKê de derbikeve.

 Çimkî di kongreyên partiyên Kurdistanê de ti teqînek çênabe û beriya kongreyan  biryar li ser hemû tiştan tê wergirtin, paşî kongre yan rewa û fermî dike.

 Qonaxekî dijwar û zehmet li pêş YNKê ye. Heta pirsgirêkên nav YNKê, ku weke girikeke penceşêrê lê hatiye û pêşiya Kurdistanê jî digre, neyê çareserkirin, axaftinên li ser paşeroja Kurdistanê jî zehmet dibe.

 Peyamên Amerîkayê yên ji bo parvekirin û radestkirina rolan di paşeroja Kurdistanê de, amejeyeke zelal werdigre, ku PDKê baş jê fam kiriye û divê YNK jî jê fêm bike. Divê Hêro Îbrahîm ji bo malbata wê di siyasetê de bimîne, xwe vekişe û divê fêm kiribe, ku ev derfeta dawîn a dîrokî ye didin binemala wê.

 

Gelo kongre dê were lidarxistin?

 Herçend derbarê dîroka sazkirina kongreya YNKê de nakokî hebin jî lê pêkanîna kongreyê bi hin şert û mercan ve girêdayî ye.

 Ya yekemîn ew e, ku rê nedin derbekar bi awayekî seqamgîrî û aramiya Kurdistanê têk nedin, per û baskên wan qut bikin û ya duyemîn jî hewldaneke zêde ji bo vegerandina Dr. Berhem Salih heye û PDK jî piştgiriyê dide vê yekê. Hebûna Berhem Salih di nava YNKê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan pir giring e.

 Hevpeymaniya ku Berhem Salih ava kiribû ji bo hilbijartinan bû û hilbijartin jî hatine paşxistin. Herwiha restkişandina wî ji bo serkirdetiya YNK û PDKê bû û di vê de jî serkeftî bû. Lê Berhem Salih bi xwe jî baş dizane, u di van şert û mercan de ji dayikbûna alternatîfeke hikûmraniyê pir zehmet e. Çimkî desthilat û hukmê li Kurdistan û herwiha li tevahiya herêmê, ne hukmekî medenî û reşîd e.

 Lewma vegera Berhem Salih ya ji bo nav hevkêşeya desthilatê û piştgiriya wî ji bo arasteyekî diyar a nav YNKê, dihêle ku pirsgirêkên nav YNKê pir bi hêsanî çareser bibin, pêkanîna kongreyê jî li pêşiya YNKê nebe berbestekî mezin.

Ne merc e di paşerojê de Berhem Salih an jî Kosret Resûl bibin sekreterê giştî yê YNKê. Lê dibin cih û merciên biryarê nav YNKê û masûkên bi hêz ên parastina navmala Silêmaniyê da ku nezanên siyasî û kêmfam li ser çarenivîsa wê nelîzin. Tevlîheviya niha ya di nava YNKê de dê li pey xwe re karesatekî bîne û kes jî nikare ji webal û berpirsiyariya wê ya dîrokî rizgar bibe.

(Ji Rûdawê)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin