MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da

MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da

.

A+A-

 MSD li ser şer û pevçûnên li Şamê şermezar kir û got, "MSD ji bo zêdebûn û xerabûna rewşê rayedarên Şamê berpirsyar dibîne."

Li taxa Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê di navbera Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn derketin û gelek kes hatin kuştin û hinek kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Sûriyeyê hêzên zêde dişîne taxa Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê ya Durziyan.

Li aliyê din balafirên şer ên Îsraîlê jî hêzên Sûriyeyê bombebaran dikin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser şer û pevçûnan daxuyaniyek belav kir.

MSDyê da zanîn ku ew şer û pevçûnên li taxên Ceremana û Eşrefiyet Sehnayeyê yên Şamê bi nîgeraniyeke ji nêz ve dişopînin û got:

"Ev zêdebûna şer metirsiyeke mezin a belavbûna tundiyê di navenda paytexta Sûriyeyê, Şamê de çêdike."

"MSD rayedarên Şamê berpirsyar dibîne"

MSDyê kiryarên tundiyê bi tundî şermezar kir û wiha bang kir:

"MSD bi tundî hemû kiryarên kuştin, tirsandin, axaftina nefretê û helandina mezhebî şermezar dike.

Em bangî hemû aliyan dikin ku demildest dawî li tundiyê bînin û xwegirtinê nîşan bidin.

MSD ji bo zêdebûn û xerabbûna rewşê rayedarên Şamê bi temamî berpirsyar dibîne.

"Dê dubendiyan kûrtir bike"

Her wiha MSDyê hişyarî da ku bikaranîna hêzê dê Sûriyeyê ber bi têkçûnê ve bibe û wiha pê de çû:

MSD bawer dike ku bikaranîna hêza zêde dê Sûriyeyê ber bi têkçûnê ve bibe û dubendiyên ku ji aliyê rejîma Esed ya berê di nav Sûriyeyiyan de hatine çêkirin, kûrtir bike.

Ev nêzîkatî dê rê li ber destwerdana bêhtir a biyanî veke, çimkî hêzên derve - bi taybetî yên ku armanca wan ne aramiya Sûriyeyê ye - dê ji tevliheviyê sûdê wergirin.

Armanca wan serdestbûna li ser welêt û lawazkirina serwerî û yekîtiya wê ye.

"Çalakiyên leşkerî yên berdewam demildest bên rawestandin"

Li aliyê din MSDyê bangî rayedarên Şamê kir ku demildest çalakiyên leşkerî rawestînin û wiha berdewam kir:

"Li ser vê bingehê, MSD bangî rayedarên Şamê dike ku aramiyê vegerînin û ewlehiyê misoger bikin.

Divê hemû çalakiyên leşkerî yên berdewam demildest bên rawestandin.

Her wiha, divê hemû çavkaniyên helandina mezhebî û axaftina nefretê bên rakirîn."

Konferansa neteweyî

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de MDSyê xwest ku bi awayekî bilez konferaseke neteweyî bê lidarxistin û got:

"MSD tekeziyê li ser pêwîstiya lezgîn a lidarxistina konferanseke neteweyî ya rast û bi hevgirtî dike.

Divê hemû civak û komên li seranserê Sûriyeyê derfeta beşdariyeke bi wate bê dayîn.

Divê konferans kêmasiyên pêvajoya derbasbûnê binirxîne û bingeha destûreke nûjen û demokratîk deyne."

Li ser destûran nû ya Sûriyeyê jî MSDyê wiha got:

"Ev destûra nû divê nîşandeya qurbaniyên ku gelê Sûriyeyê daye be, mafên wan biparêze û xwastekên wan ên ji bo edaletê, rûmetê û hemwelatîbûna temam pêk bîne."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin