
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
.
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku hêzên wan êrişî xala Pêşmergeyan a li navçeya Amêdiyê ya Dihokê kir.
Pêr (28ê Nîsana 2025) droneke bombekirî li Amêdiyê êrişî xaleke hêzên Pêşmerge kir û ji ber vê yekê 3 Pêşmerge birîndar bûn.
Her wiha doh jî li heman cihî bi droneke din êrişî xaleke Pêşmerge hat kirin û ji ber vê yekê 2 Pêşmerge birîndar bûn.
HPGyê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da û diyar kir ku ew êriş ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin.
HPGyê di daxuyaniya xwe de diyar kir 28ê Nîsanê di navbera gundên Guherzê û Belavê de dest bi avakirina baregeheke nû ya leşkerî hat kirin.
HPGyê ragihand ku armanca avakirina wê baregehê ew bû ku rêya wan a di navbera herêma Zap û Garê de bê qutkirin.
HPGyê wiha got, “Fermandariya me ya li vê qadê 28 û 29ê Nîsanê bi hesasiyeta ku windahî çênebe, di asteke sivik de ji bo hişyarkirinê destwerdan kir.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin