Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e

Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got ku mijara federaliya Sûriyeyê mijareke ku "ji xeyalên xav wêdetir naçe û di rastiya Sûriyeyê de cihê xwe nîne."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vegera ji serdana xwe ya Îtalyayê de, di nav firokeyê de bersiv da pirsên rojnamegeran.

Li ser pirseke derbarê "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî" ya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişloyê Erdogan got:

 "Yekîtiya axa Sûriyê ji bo me gaveke pêşîn e ku em dest jê bernadin. Em dizanin ku hikûmeta Sûriyeyê jî bi heman hesasiyetê tevdigere."

“Li Sûriyeyê cih ji Federaliyê re nîne”

Recep Tayyîp Erdogan bal kişand li ser yekbûna hêzên li Sûriyeyê û got:

“Gelek girîng e ku komên çekdar ên li Sûriyeyê di bin banê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kom bibin û sûdê bigihînin yekîtî û yekrêziya wî welatî.

Mijara sîstema federaliyê ya li Sûriyeyê mijareke ku ji xeyalên xav wêdetir naçe. Di rastiya Sûriyeyê de jî cih jê re nîne."

Erdogan xwest ku divê li Sûriyeyê biryar bên dayîn ku "xizmetê ji aramiya herêmê re bikin" û got:

"Ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve jî hat ragihandin ku li Sûriyeyê ji bilî Rêveberiya Şamê ti otorîteyeke din, ji bilî Artêşa Sûriyeyê jî ti avabûneke çekdarî nayê qebûlkirin.

Xebatên xwe jî di vî warî de didomînin. Nêzîkatiya me jî di warê ewlehiya sînor de dişibe hev."

“Em rê nadin sîstemeke bi zorê hatiye avakirin”

Erdogan amaje bi wê yekê da ku ew ji derveyî Sûriyeyeke yekgirtî li kêleka sînorên xwe bi ti awayî rê nadin sîstemek an jî rêveberiyeke bi zorê hatiye avakirin û got:

“Ji bo hemû koman bijardeya herî aqilane ew e ku ji bo Sûriyeke yekgirtî û yekrêz bixebitin, enerjiya xwe û hêza xwe ji bo vê armancê bi kar bînin.

Em li Sûriyê girîngiyê didin nûnertî û diyaloga hemû grûban."

“Saziya me ya Îstîxbaratê li ser kar dike”

Wî li ser pirseke derbarê pêvajoya aştî û mijara çekdanîna PKKyê jî got:

"Di vê mijarê de saziya me ya îstîxbaratê xebatên xwe didomîne. Wekî ku hûn dizanin, Sirri Sureyya Onder di nava Heyeta DEM Partiyê de bû. Xwedê şîfayê bide.

Wekî ku hûn dizanin, ev kar ji aliyê Serokatiya Saziya me ya Îstîxbaratê ve tê birêvebirin û Birêz Îbrahîm Kalin di vî warî de pêşengiyê dike."

Erdogan behsa armancên welatê xwe yên derbarê pêvajoyê de kir û got:

"Armanca me ew e ku em Tirkiye ji belaya terorê bi temamî rizgar bikin ku hewl dide yekîtî û biratiya Tirkiyeyê dînamîk bike."

“Ev ne pêvajoyeke dan û standinê ye”

Erdogan ragihand ku wan di "rûbirûbûna terorê" de serkeftinên girîng bi des txistine û wiha domand:

"Di mijara demokratîkbûnê de me gavên herî bipêşketî avêtin.

Ji bo ku êdî teror bi temamî were tasfiyekirin û deriyên serdemeke nû vebin, me wekî Hevpemaniya Cumhur îradeyeke xurt û bi biryar nîşan da.

Êdî divê rêxistina terorê jî fêm bike ku ketiye rêyeke ku nikare jê derkeve û pêwîstiya banga ku lê hatiye kirin pêk bîne.

Em dixwazin Tirkiyeyeke bêteror û welatekî bêteror li pey xwe bihêlin.

Em ji bo Tirkiyeyeke wiha kar dikin ku têde siyaseta sivîl xurt dibe, aramî kûr dibe û çavkaniyên me ji bo paşerojê û teknolojiyê tên veqetandin.

Dijmin û dost dê bibînin ku êdî li Tirkiye cih ji cûdabûnan re nemaye û dê fêm bikin ku ti top nikarin sîngê gelê me yê ku bi hev re lê dide biteqîne.

Min berê jî gotibû Tirkiyeya bêteror, ne pêvajoyeke dan û stendinê ye, lê keşûhewayeke biratiyê ye. Hesreta gelê me ya bi dehan salan e.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin