Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin

.

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di malpera xwe de belav kir, îro li derdora Şamê hejmara kuştiyên li Eşrefiyet Sehnaya ya Şamê 13 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. Şer û pevçûnên tund hîn jî bedewam dibin şerê Durzî û hêzên ewlehiya Sûriyê yên ser bi Heyet Tehrîr Şam her diçe dijwartir dibe û Îsraîlê jî ji bo piştevaniya Durziyan êrîşeke esmanî pêkanî.

Hat zanîn di şer û pevçûnan de heta naha 13 kes hatine kuştin û li gor heman malperê ragehandiye, şer û pevçûn di çend navçeyên nav Eşrefiyet Sehnaye zêde bûye, herî diyar jî navçeya Elmesakîn û navçeya Bankî Erebiye ye. Herwaha derdora mizgefta Elisweyd ku şerekî zêde lê heye û çekên navîn tên bikaranîn û tê gotin herî kêm 15 kes birîndar bûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin