BÊ DEWLETBÛN
Di van rojên ku leyistika fotbolê ya ji bo şampîyontîya dinyayê di rojevêdeye, ez bixwe û ez baş bawerim ku gelek ji me kurdan; her dîse bêwelatî û bêdewletbûna me kurd û Kurdistan dihizirin/difikirin. Çilo û çawa?
Ji ber ku welatin hene ku beşdarî vê bernameyê bûne ku nûfûsa xwe bi sedhezarana; belê we şaş fahm nekir; ne bi milyonan; erê tenê bi sedhezaranin û ewan mîna welatan/dewletan hatine qabûlkirin ku ewan azadin/serbixwene û mîna hemû dewletan xwedî nav, al, sembol û mafin. Bê goman em ne dijin ku evan netewe û gelan azad û serbixwene; berevajîya wê – em wanan pîrozdikin û her serkeftina wan dixwazin. Lê mesele ewe ku neteweyekî bi milyonan, belkî jî; gelê herî mezin di dinyayêde ku bê welat û bê dewlete; bi awayên ne merovî anjî bi politîkayên qirêj û lewitî têt xepandin, lê îhanet têt kirin û ewan tîmsahan car carnan dixwazin vî gelî bo armanc û hedefên xwe jî bikarbînin. Balam gelek kes û grûbên kurdan gihiştine wê qanaat û bawerîyê ku ew vêce ”ne kurdên berêne” û ewan hew bi hîs û manewîyata vala haraket dikin.
Fenomenên mîna ”realîte”, ”maddîyet” û ”zanyarî li gel şartên rojane” ketine nav kûltûra politîka kurdawarî de jî. Îsal ne pare û îroj ne donê ye. Lê helbet, divêt em hê bêhtir li doza xwe xwedî derkevin û bêhtir li tifaq û yekîtîyan bigerin û vêce ne tenha bi gotin/bername û deklerasîyonan qayil bibin – erê; bi kirinan/tedbîqkirinan, bi praktîk û tiştên darîçav razî û kêfxweş bibin.
Ezê vê nivîsa xwe bi çend gotinên kesên aqilana tewaw bikim. Gotina pêşîn ya hûnermend Nasrin Tanya ye: ”…serkevtin bahra me ye – armanca me dewleteke. Dijminan baş bizanin, ku çar parçene û ala yeke”. (1)
Gotina dûemîn, ya nivîskar û rojnamevanê bi nav û deng Jan Mosander e: ”Berî her tiştî ez gelekî serbilindim ku Finlandiya serxwebûna xwe parast û ez ji welatekî îşgalkirî û dîktator rizgarbûm”. (2)
De ka em gotinekedin ji camêr Jan Mosander deyn/qers bikin: ” Ez heyranê wan kesên dûrûst û cesûrim ku di bin şartên gelek zor û zahmet de, ji bo mafên demokrasîyê di tekoşin”. 3)
Çavkanî , 1) ji strana Nasrin Taya, instagram
2) Ji pirtûka Jan Mosander ku bi navê: ”Bland myglare, ministrar och miljardärer” rûpel, 89
3) ji heman pirtûkê; rûpel, 90
Nuri Aldur
Ji ber betlana min ya havînê, ezê mehên temmûz û tebaxê ne nivîsim. Havîneke xweş bo we tevan.
2026.06.21


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin