Qahir Bateyî bi 5 berhemên xwe beşdarî pêşangeha Hewlêrê bûye

Qahir Bateyî bi 5 berhemên xwe beşdarî pêşangeha Hewlêrê bûye

.

A+A-

Du weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê beşdarî pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê bûne. Hejmareke nivîskarên Bakurê Kurdistanê jî beşdarî pêşangeha pirtûkan bûne. Rêveberê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî bi 5 berhemên xwe beşdarî 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî li Hewlêrê bûye.

15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî li Hewlêrê berdewam e û ji Bakurê Kurdistanê jî 2 weşanxane têde beşdar in ku ew jî Avesta û Sîtav in. Hejmareke nivîskar jî ji Bakurê Kurdistanê hatine û pirtûkên xwe ji nivîskaran re îmze dikin. Edîtor û Rêveberê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, berhemên xwe yên Kurdî jî anîne pêşangehê ku piraniya wan li ser zimanê Kurdî ne. Her wiha ferheng jî amade kirine.

Rêveberê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî bixwe li nava wê pêşangehê behsa karên xwe yên zimanê Kurdî bo Rûdawê dike.

Qahir Bateyî dibêje: “Ez li ser navê Weşanxaneya Sîtavê ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê hatime. Min weke nivîskar 7 berhem hen, lê 5 berhemên xwe anîne pêşangehê, ji ber ku çapa du berhemên min nemane. Berhemên min bi piranî li ser ziman an jî mijarên girêdayî ziman in. Weke ferheng û rêberên axvtinê. Berhama min a dawîn ev rêbera axaftinê ye ku min bi Tirkî û Soranî amade kiriye. Di vê pirtûkê de diyalogên bi du zimanan ên rojane hene. Mînak, di pirtûkê de diyalogên ku gava hûn diçin xwaringehekê, dikanin an jî li taksiyê siwar dibin pêk tên. Min ev berhem min nû çap kir. Berî wê jî min rêbereke axaftinê ya bi sê zimanan çap kiribû. Ji Soranî, Kurmancî, Tirkî û Farsî pêk tê û bi herdu alfabeyên aramî û latinî hatiye nivîsandin. Kesekî bixwazî Tirkî fêr bibe gelek baş e. Herwiha dema kesek ji vê derê biçe Tirkiyê eger ev pirtûk di destê wî/wê de be dikare bi hêsanî xwe îfade bike û karûbarên xwe yên rojane pêk bîne. Herwiha eger kesek ji Tirkiyê jî were dikare vê bikar bîne û pêwistiyên xwe yên rojane bîne ziman.”

Bateyî herwiha da zanîn ku berheman wî ya bi navê “Perdeya Reş” ji çîrokên modern pêk tê û ji bilî wê berhemeke wî ya edebî bi navê Çavxezal heye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin