PWK li Kopenhagê semînerekê li dar dixe

PWK li Kopenhagê semînerekê li dar dixe

.

A+A-

Semînereke girîng a derbarê "Pêşveçûnên nû yên Siyasî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn" de, wê di 21ê Hezîrana 2025an de, roja Înê, li Kopenhagê bê lidarxistin.

Semîner bi organîzasyona Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) tê lidarxistin û tê de axaftvanên girîng cih digirin.

Semîner, ku dê li Kulturhus Kilden, Nygårds Plads 31, 2605 bê lidarxistin, wê di saet 14:00’an de dest pê bike.

Di semînerê de, endamên Meclîsa PWK'ê Zînar Soran û Nezîr Akat wê wek axaftvan beşdar bibin. Mijara sereke ya semînerê "Den nyeste politisk udvikling i Kurdistan og Mellemøsten" (Pêşveçûnên siyasî yên herî nû yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn) ye.

Moderatoriya semînerê jî wê ji aliyê Serokê DÎAKÛRDê Ednan Axacan ve bê kirin.

Ev semîner ji bo kesên ku dixwazin di derbarê pêşveçûnên dawî yên siyasî li herêma Kurdistan û Rojhilata Navîn de agahiyên berfireh bistînin, fersendeke girîng e.

whatsapp-image-2025-06-09-at-13-16-01.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin