
PWK: Em êrîşa ku li Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg hatîye kirin şermezar dikin
.
A+A-
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), êrîşa fizîkî ya li ser Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê, bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniya PWKê wiha ye:
Em êrîşa ku li Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg hatîye kirin şermezar dikin
Li bajarê Berlîn a paytextê Almanyayê, kesekî êrîşeke fizîkî birîye ser Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdîyên Kurdistan û cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzdîyan.
Em vê êrîşê û wê bêrêzîyê şermezar dikin.
Êzdî kurdên resen in û dê tu kes û alî nikaribin nasnameya kurdî ya êzdîyan tune bihesibînin.
06.08.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin