
Posta serokkomariyê, bombeya di navbera Kurd û Suniyan de
.
Piştî rûxandina Sedam û rejîma wî, Amerîka û hevpeymanên wê ku desthilata Îraqê girtibûn destê xwe, bi hêviya ku bikaribin Îraqê deynin ser rêçika demokrasiyê, biryar dan ku sîstema siyasî bikin sîstema parlamenterî.
Lê ji ber kêşeyên di navbera Kurd û Ereban de û nakokiyên di navbera Sunî û Şîeyan de, herwiha ji ber bêbawerî û tirsa ji hev, li gel pesendkirina sîstema parlamenterî, irfeke siyasî afirandin ku di birêvebirina welêt de corekî piştrastiyê ji her yek ji Kurd, Sunî û Şîeyan re misoger bike, biryar dan ku her sê postên sereke yên Îraqê li ser her sê pêkhateyan werin dabeşkirin.
Li ser bingeha vê irfa siyasî, di 20 salên borî de kar bi vê dabeşkirinê hatiye kirin. Lê di rastiyê de, birêvebirina welêt bi vê dabeşkirinê hevpariyeke rastîn pêk neanî.
Bêhevsengiyeke mezin di dabeşkirina desthilatan li ser van her sê pêkhateyên desthilatê de heye û desthilat bi awayekî reha di yek postê de hatiye komkirin ku ew jî posta serokwezîran e û ji aliyê Şîeyan ve tê birêvebirin.
Sedemên vê nehevsengiyê gelek in, beşek ji wan girêdayî siruşta zîhniyeta mirovê Rojhilatî ya birêvebirina desthilatê ye, hinekan ji wan jêdera xwe ji destûrê wergirtiye, beşek jî têkildarî Kurdan û nezaniya Suniyan ye.
Beşa ku têkildarî Kurdan e, ew rastiya tal e ku ji ber di nava Kurdan de beralî bibû ku Mam Celal dixwaze bibe serokkomar, li derveyî YNKyê û beşek ji serkirdeyên nav YNKyê jî li ber dilê wan ne xweş bû ku Mam Celal li Bexdayê desthilatdar be.
Lewra jî di dema nivîsandina destûrê de, av berdan aşê wê arasteya ku dixwest posta serokkomariyê posteke şeklî (tenê bi nav) be.
Sunî jî di lîstina bi hin têgihên destûrî de ne şareza bûn. Di navbera Serokê Parlamentoyê û Serokatiya Parlamentoyê de bûn qurbaniyên lîstika Şîeyan.
Her kesayetiyeke Sunî bibe Serokê Parlamentoyê û Şîe ji desthilatên wî bitirsin, karta Serokatiya Parlamentoyê bi kar tînin ku divê parlamento ne ji aliyê Serokê Parlamentoyê lê ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve bê birêvebirin.
Heke ew kesayet bi dilê Şîeyan be, wê çaxê Serokê Parlamentoyê xwedî destilat e.
Tiştê ku Kurdan kir û tiştê ku bi ser Suniyan de jî hat, bûn sedema wê yekê ku desthilat bi temamî ji aliyê Şîeyan ve were birêvebirin.
Lê her tim mijarek di navendên siyasî de û di nava raya giştî de jî cihê pirsê bûye ku heke serokkomar li cem Suniyan bûya, gelo dê hevkêşe wekî yên vêga bibana?
Her çi qasî di destûrê de pêgeh û sînorên desthilatên Serokkomar hatibin diyarkirin jî lê nêrîneke serdest hebû ku heke Serokkomar ji Suniyan baya, dê pêgeh û rola wî di pêvajoya siyasî ya Îraqê de bihêztir bibûya.
Ev jî ne ji ber wê yekê ku karakterên Kurd lawaz bûbin, berevajî wê yekê xasma Mam Celal, heybet û pêgeheke bihêztir ji pêgeha destûrî dabû posta Serokkomar.
Lê heke li şûna Kurdekî, Erebekî Sunî Serokkomar baya, welatên Erebî û Îslamî yên cîhanê dê giringiyeke pir zêdetir bidana wê postê û di hevkêşe û hevrikiyên navdewletî û herêmî de bi saya wê postê nedihîştin ku Îraq nasnameya welatekî Şîe wergire.
Roleke serekî ya Îranê di wê yekê de hebû ku ew post bi Kurdan were dayîn, ji ber ku têgihiştibû ku heke posta serokkomariyê li cem Kurdan be, dê bibe hevsengî û parêzvana bihêzbûna desthilata Şîeyan.
Dema ku gera yekem a Mam Celal bi dawî hat, Sunî û welatên Ereban û Amerîkayê jî rijdî li ser wê yekê kirin ku divê Erebekî Sunî bibe serokkomar lê ji bo wergirtina wê postê, Îran û Şîeyan piştgiriya Herêma Kurdistanê kir.
Piştî nexweşketina Mam Celal jî li navendên siyasî yên Herêma Kurdistanê û tewra di nav YNKyê bi xwe û malbata Talebanî de jî nêrîneke wisa çêbû ku ew post tenê ji bo Mam Celal guncaw bû, bila piştî wî Kurd dev ji posta serokkomariyê berdin û di beramber de posta serokê parlamentoyê wergirin lê Îranê rê neda vê yekê.
Sedema wê jî ne ji ber xatirê Kurdan bû, belkû ji bo bikaranîna Kurdan bû da ku rê li ber wê yekê bigire ku Sunî wê post wergirin.
Nexasim piştî vekişîna Amerîkayê, rewşa Îraqê û pêvajoya siyasî ber bi arasteyeke wisa ve çû ku zêdetir derfet ji Îranê re çêkir da ku hegemoniya xwe li ser Îraqê bisepîne.
Ne tenê posta serokkomar ku para Kurdan bû, belkû post û parên Suniyan jî diviyabû bi razîbûna Îranê bihatana dagirtin. Hemû kesayetiyên ku li Bexdayê post wergirtine, di parzûna Îranê re derbas bûne.
Hemû kesên ku ne li gor dilê Îranê bûn, yek li pey yekî ji pêvajoya siyasî hatine dûrxistin an jî hatine piştguhxistin.
Piştî bûyerên şerê Xeze û Îsraîlê, pêgeha Îranê wekî berê nemaye û Amerîkayê jî zêdetir bala xwe daye ser Îraqê.
Di vê rewşa nû de, ji hin navendên Suniyan ew deng tên bihîstin ku careke din daxwaza posta Serokkomariyê dikin.
Li hundirê Kurdistanê jî nemaze piştî wefata Mam Celal, nêrîneke wiha derketiye holê ku ti mifayeke posta serokkomar ji bo Kurdan nîne.
Bi taybetî jî ji ber ku di hin qonaxan de ji ber nakokiyên nav mala Kurdî, Îranê û mala Şîe ew post li dijî Kurdistanê bi kar anîn, lewma piraniya xelkê Kurdistanê ne kêfxweş in ku Kurd xwediyên posta serokkomar in.
Pir kes di wê baweriyê de ne ku heke posta serokê parlamentoyê li cem Kurdan ba, girîngiya wê ji posta serokkomar zêdetir dibû.
Di 10 salên borî de, min çend caran ew nêrîna xwe aniye ziman ku heke Kurd posta serokkomariyê bidin Suniyan, ew post dê bibe bombeyeke eyarkirî, ku ji ber wê nakokî û hevrikiya di navbera Sunî û Şîeyan de kûrtir dibe û ji ber nakokiyên navbera wan, pêgeha Kurdan li Îraqê bihêztir dibe.
Lê belê ne merc e ev nêrîn ji bo her dem û dewranekê rast be. Heta wê çaxê hevkêşe di berjewendiya Kurdan de dibe ku karakterên Suniyan îrade û daxwaza Suniyan nîşan bidin.
Lê her dema ku kesayetiyeke sexte ya Sunî ku di bin ajendaya Şîeyan de hatiye çêkirin, posta serokkomariyê bi dest bixe, wê çaxê çawa ku em li bendê bûn nakokiyên di navbera Sunî û Şîeyan de kûr bibin û di encamê de Kurd mifayê jê wergirin, di vê rewşê de posta serokkomariyê dê ji bo kûrkirina nakokiyên di navbera Kurd û Suniyan de bê bikaranîn.
Bi taybetî ji ber ku li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê gelek kêşe bê çareserî mane, nakokî di navbera Kurd û Suniyan de bi hêsanî dikare bê teqandin.
Vêga em gihiştine wê qonaxê, ji ber ku piştî hatina DAIŞê li partî û kesayetiyên siyasî yên Suniyan hat dan. Kesên ku îro nûneratiya Suniyan dikin, beşek ji wan li derveyî Suniyan hatine çêkirin.
Di vê rewşê de jî ku Amerîka vegeriyaye navçeyê û dixwaze Îranê paşde bide û desthilata Şîeyan li Îraqê lawaz bike, dayîna posta serokkomariyê bi kesekî Sunî ku bûbe beşek ji ajendaya Şîeyan li navçeyê, dê bibe bombeyeke eyarkirî di navbera Kurd û Suniyan de û ji ber wê jî dê pêgeha Şîeyan bi hêz bimîne.
Ew aliyên Suniyan ku dixwazin vêga posta Serokkomar wergirin, heke ew beşek ji ajandaya Suniyan bûna, dê daxwaza posta serokwezîr bikirana. Ji ber ku Şîe dê bi wê yekê lawaz bibûna ku posta serokwezîran ji wan bihata standin.
Lê ji ber ku armanc parastina hegemonî û pêgeha Şîeyan a di desthilatê de ye, lewma araste ew e ku nakokiyên di navbera Kurd û Suniyan de kûrtir bibin.
Heke Kurd bi xwe jî gihiştibin wê qenaetê ku posta Serokkomar ti mifayeke wê ji bo Kurdan nîne, divê hîn jî di vê dem û çaxê de wê nedin û dev jê bernedin.
Ji ber ku qet nebe vêga ti mifayeke wê ji bo Kurdan nîne lê heke ew post bibe para van karakterên ku ji bo pêşiya Suniyan hatine derxistin, dê ji bo Kurdistanê bibe pirsgirêkeke mezin.
RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin