
Pizîşkiyan: Em dev ji enerjiya atomî bernadin
.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bikaranîna enerjiya atomî wekî "mafê rewa" yê welatê xwe dibîne û dibêje, "Ji bo pêkanîna vî mafî, em rijd in û tirsa me ji ti hêzî nîne."
Îro bi amadebûna Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li parlamentoya wî welatî, dengdana ji bo dayîna baweriyê bi Elî Medenîzade wekî Wezîrê Aborî û Darayî hat kirin.
Mesûd Pizîşkiyan di destpêka rûniştinê de derbarê dewlemendkirina uranyumê gotarek pêşkêş kir û got:
"Mafê me heye ku em ji enerjiya atomî û lêkolînên zanistî sûdê wergirin, ji ber vê yekê mafê ti kesî nîne ku vî mafî ji me bistîne."
Welatên rojavayî, Amerîka û Îsraîl ji bernameya atomî ya Îranê nîgeran in û hewl didin wê sînordar bikin.
Vê yekê jî rê li ber destpêkirina şerekî dijwar di navbera Tel evîv û Tehranê de vekiriye.
Serokkomarê Îranê tekez kir, "Em ji bo pêkanîna vî mafî rijd in û di oxira bikaranîna enerjiya atomî de tirsa me ji ti hêzî nîne."
Mesûd Pizîşkiyan siyaseta navneteweyî ya Washingtonê rexne kir û got:
"Amerîka bi zordariyê ve mijûl e û berevajî yasayên navneteweyî, rê dide Îsraîlê ku destdirêjî û êrişî ser welatê me bike."
Heta niha, di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de ku berbanga 13ê Hezîranê dest pê kiribûn, hejmarek fermandarên leşkerî û zanyarên navokî yên wî welatî hatine kuştin.
Serokkomarê Îranê dibêje: "Em ne li pey şer bûn û ne jî em destpêker in. Ne me fermandar û zanyarên welatan kuştin, belkû terorîstan ev kar kir."
Pizîşkiyan "yekîtiya welatên misilman" li hemberî "zordariyên Îsraîl" û Amerîkayê bi pêwîst dizane û amaje bi wê yekê jî da ku, "Îsraîl dixwaze welatên îslamî yek bi yek bike armanc."
Gotinên Pizîşkiyan di demekê de ne ku ev çar roj in şerê rasterast di navbera Tel Avîv û Tehranê de berdewam e û her du alî gefa "êrişên bihêztir" li hev dixwin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin