Piştî 30 salan, zozanên Geverê bi Oremariyên Bakur û Başûrê Kurdistanê şên bûn

Piştî 30 salan, zozanên Geverê bi Oremariyên Bakur û Başûrê Kurdistanê şên bûn

.

A+A-

 Endamên eşîra Oremarî yên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê li zozana Mêrgezera Sîto ya Geverê di festîvalekê de gihîştin hev.

Bi sedan kes beşdarî festîvalê bûn ku li zozaneke piştî 30 salan ji qedexeya leşkerî rizgar bûbû hat lidarxistin.

“Armanca me ne rikberî lê nasîna hev e”

Li qada festîvalê Alaya Kurdistanê li kêleka wêneyê kesayetiyê dîrokî yê herêmê Sîtoyê Oremarî hatibû daliqandin.

Malbata Oremariyan ji her du aliyên sînor, piştî bi dehan salan, ji bo pîrozbahiyekê li zozanên bav û kalên xwe civiyan.

Mezinê Malbata Oremariyan Nejdet Buldan, armanca kombûnê wiha anî zimên:

“Armanca me ne rikberî ye li gel ti kesî yan eşîrekê. Armanca me ew e ku em hevdû nas bikin û ciwanên me hevdû nas bikin.

Di heman demê de xizm û kesên me yên ji Başûrê Kurdistanê jî hatine û tiştekî gelekî xweş çêbû.”

“Bila pêvajoya aştiyê bi ser bikeve”

Zêdetirî 30 salan, Zozana Mêrgezera Sîto û gelek warên din ên Geverê, ku weke "herêma leşkerî ya qedexe" hatibûn ragihandin, ji dengê şivan û kenê zarokan bêpar mabûn û ji bo xelkê bibûn hesreteke kûr.

Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re, ev zozan ji nû ve ji welatiyan re vebûn. Beşdarên festîvalê hêvî dikin ku ev pêvajo bigihîje encamê û aştî mayînde bibe.

Qesîm Serdar ku ew jî beşdarî festîvalê bûbû got, “Ev zozanên me 30 sal bûn qedexe bûn.

Niha jî wekî 30 sal berê azad e. Daxwaza me ji Xwedê ew e ku kesên vê pêvajoyê bi rêve dibin, tê de bi ser bi kevin.”

Sidîq Ehmed, beşdarekî din ê festîvalê ye û wî jî amaje bi girîngiya pêvajoyê kir û got, “Ev ji bo her du aliyan jî baş e.

Gundên her du aliyan dê bên avakirin. Pêvajoya çareseriyê her dem pêvajoyeke baş e.”

Mêvanê festîvalê Kenan Mûsa ku ji Soranê hatibû got, “Em ji Başûrê Kurdistanê, ji devera Soran û Diyanayê hatine.

Bi saya Serok Barzanî em di nav aramiyê de ne û em festîvala xwe bi xweşî didomînin.”

Kêfxweşiya parastina çandê

Di festîvalê de, ji bilî xwarinên herêmî û govendê, komên hunerî jî amade bûn. Beşdaran bi kincên xwe yên Kurdî reng û kelecana pîrozbahiyê geştir kirin.

Karaman Çoruh ku bi tîma xwe ya erbaneyê beşdarî festîvalê bûbû got:

“Îro festîvala me ya Oremariyan hebû. Em jî bi tîma xwe ya erbaneyê beşdar bûn. Em keyfxweş in ku em çanda xwe herdemê zindî radigirin û xizmeta çanda xwe dikin.”

Husna Oremariyê jî bi cil û bergên xwe yên rengîn kêfxweşiya xwe anî zimên û got: “Em ji Geverê hatine, em ji Malbata Oremariyan in.

Me ji bo festîvalê cilên xwe yên Kurdî li xwe kirine. Festîvala me gelekî xweş derbas dibe.”

Li herêma Colemêrgê berê şahiyên “berxbirê” gelek berbelav bûn lê bi kêmbûna hejmara pez û ajelan  re, ew şahî jî kêm bûn.

Niha li şûna wan, malbat û gund bi navê festîvalan çand û pêwendiyên xwe yên civakî zindî dihêlin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin