
Philippe Goujon: Nirxên me û yên Pêşmergeyan yek in
.
Serokê Şaredariya Herêma 15emîn a Parîsê Philippe Goujon got, “Ev navlêkirin ne tenê karekî îdarî ye, bîranîn, naskirin û dilsoziya bi nirxên mirovî yên gerdûnî re ye."
Philippe Goujon tevlî merasîma vekirina "Rêya Pêşmerge" ya li Parka Citroenê bû û di merasîmê de axivî.
Philippe Goujon diyar kir ku Pêşmerge wekî hêza berxwedana gelê Kurd û hêmayê têkoşîneke berdewam a ji bo rûmet, azadî û mafê jiyana di aştiyê de bi nav kir.
"Pêşmerge sembola têkoşîna ji bo rûmet û azadiyê ye"
Serokê Şaredariyê bal kişand ser dîroka Pêşmerge û got, "Ji dema avabûna xwe ve di sala 1946an de, wan li dijî rejîmên herî hov şer kiriye."
Goujon berxwedana Pêşmergeyan a li hemberî rejîma Sedam Husên, tawanên Enfalê û bikaranîna çekên kîmyewî bi bîr xist û diyar kir ku Pêşmergeyan "ti carî dev ji parastina gund, malbat, dîrok û çanda gelê xwe berneda."
"Bêyî Pêşmergeyan, pêşveçûna DAIŞê dê xwînîtir bûya"
Philippe Goujon bi taybetî pesnê rola Pêşmergeyan a di şerê li dijî DAIŞê de da û diyar kir ku wan Hewlêr ji gefan rizgar kir û korîdoreke mirovî ji bo bi hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şingalê vekir da ku ji komkujiyê rizgar bibin.
Siyasetmedarê Fransî Goujon bi bîr xist ku di wî şerî de "bi 1,700 şehîd û 10 hezar birîndaran" bacên giran hatine dayîn û got, "Bêyî Pêşmergeyan, pêşveçûna DAIŞê dê pir xwînîtir û wêrankertir bûya.
Em dê ti carî ji bîr nekin."
Wî bi taybetî pesnê rola Pêşmergeyên jin da û berxwedana şervanên YPGyê ya li Kobaniyê ya li dijî DAIŞê wekî mînak nîşan da.
"Nirxên ku Pêşmerge ji bo wê şer dikin, nirxên me ne"
Serokê Şaredariyê Goujonê bal kişand ser wê yekê ku Nûnertiya Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 salan e li herêma wî ye û got, "Ji ber vê yekê, rewa ye ku li vî bajarî cihekî giştî hebe ku rêzê li parêzvanên wan bigire."
Wî tekez kir ku navlêkirina vê kolanê rêzgirtin e ji bo qurbaniyên Pêşmergeyan ên ku ji bo parastina azadî û aştiyê hatine dayîn, her wekî ku leşkerên Fransî jî qurbanî daye.
Goujon got, "Nirxên ku Pêşmerge ji bo wan şer dikin, azadî, rûmet û lêborîn e û ev nirx nirxên me ne."
Axaftina Philippe Goujon wisa ye:
Hûn hemû bi xêr hatin Herêma 15emîn a Parîsê. Em şanaz in ku îro bi serokatiya we, Birêz Serok û Xanim Şaredara Parîsê, "Kolana Pêşmerge" li Parka Citroenê vedikin.
Her wiha, ez dixwazim silavê li Balyozê Îraqê yê li Parîsê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Elî Dolemerî û Parêzgarê Hewlêrê bikim ku îro di nav me de ne.
Hevkar û dostên min ên hêja, dostê min Bernard-Henri Lévy û beşdarên ku ji seranserê cîhanê hatine.
Bi rastî, bi kelecaneke mezin û hesteke kûr a spasdariyê ye ku ez îro merasîma vekirina "Kolana Pêşmerge" li vir li Fransayê, li Parîsê, li Herêma 15emîn li dar dixim.
Tişta ku em îro dikin, ne tenê karekî îdarî ye. Ev bîranîn e, naskirin e û dilsoziya bi nirxên mirovî yên gerdûnî re ye.
Bi vê navlêkirinê, em rêzê li gelekî mezin, li xebatkar û şervanên wan digirin ku cesareta wan bêhempa ye û pêbendbûna wan a bi azadiyê re divê me bihejîne.
Pêşmerge, yanî "yên ku li hemberî mirinê radiwestin", ji hêzeke leşkerî zêdetir in.
Ew bi xwe hêza berxwedana gelê Kurd in; sembola têkoşîna berdewam a çend nifşan a ji bo rûmet, azadî û mafê jiyana bi aştî li ser axa xwe ne.
Ji dema damezrandina wan di sala 1946an de, wan li dijî rejîmên herî hov şer kiriye û li hemberî zordariyên herî xwînî ber xwe daye.
Berxwedana Pêşmergeyan ya li hemberî rejîma Sedam Husên, yek ji rûpelên herî tarî lê di heman demê de yên herî qehremanî yên dîroka wan nivîsand.
Dema ku rejîma dîktator hewl dida bi her awayî, heta bi terora kîmyewî jî, îradeya gelê Kurd bişkîne, Pêşmerge qet dev ji parastina gund, malbat, dîrok û çanda gelê xwe berneda.
Li hemberî operasyona nexweşnav a Enfalê, Pêşmerge neşikestin.
Berxwedan, ji nû ve birêxistinkirina refên xwe û parastina penaberên aware, bûn hîmê exlaqî û leşkerî yê parastina Kurdistanê. Ev heman berxwedan û qehremanî, careke din ji aliyê Pêşmergeyan ve li hemberî Dewleta Îslamî (DAIŞ) hat nîşandan. Wan Hewlêr ji gefan rizgar kir.
Korîdoreke mirovahî ber bi Çiyayê Şingalê ve vekirin ku rê da bi hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar bibin.
Ew beşdarî rizgarkirina deşta Mûsilê, parastina Kerkûkê û ji nû ve standina Mûsilê bûn. Wan bi derfetên kêm lê bi îradeyeke bêdawî û bi dayîna bacên giran 1,700 şehîd û 10,000 birîndar xwe da.
Bêyî Pêşmergeyan, bipêşveçûna DAIŞê dê pir xwînîtir û wêrankertir bûya.
Em qet ji bîr nakin ku em çiqas sersam mabûn bi wan jinên ku di nav yekîneyên jinan de cih digirtin û li hemberî DAIŞê di şerê Kobaniyê de rawestiyan.
Her wekî çawa em bi xwe ji şervanên şerekî din sersam mabûn ku me navên wan li meydan û kolanên Herêma 15emîn kiriye, wekî Geneviève de Gaulle-Antonioz, Marie-Madeleine Fourcade û Nicole de Hauteclocque.
Her wiha, li Herêma 15emîn e ku zêdetirî 20 salan e Nûnertiya Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lê ye. Li vir e ku me bi demê re, bi riya mêvanperwerî, hevkarî û çandê, pêwendiyên kûr bi civaka Kurd re danîne. Ez dixwazim li vir silaveke germ li Elî Dolemerî bikim.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê, niştecihê demdirêj ê Herêma 15emîn, û kedkarê bêwestan ê diyaloga di navbera her du gelên me de ye.
Her wiha ez silavê li Parêzgarê Hewlêrê û Cîgirê Balyozê Îraqê jî dikim, ku amadebûna wan a îro nîşana naskirineke hevbeş ji bo wan kesên ku ji bo aştiyê şer kirine, dide.
Her sal, bi boneya Newrozê, em şanaz dibin ku mêvandariya merasîmekê dikin ku dibe derfeta hevdîtin, şahî û ronahiyê.
Ev pêwendî ye ku em îro careke din bi vê navlêkirinê nû dikin. Ev yek li ser bingeha daxwazeke ku min di 14ê Gulana 2024an de pêşkêşî Encûmena Herêmê kiribû û li gor biryareke ku di sala 2025an de ji aliyê Encûmena Parîsê ve bi yekdengî hat pejirandin, pêk hat.
Ji ber ku navlêkirina cîhekî, tê wateya anîna bîranînekê di qada giştî de.
Ev tê wateya nivîsandina têkoşînekê di jiyana rojane ya rêwiyan de; tê wateya nîşandana wê yekê ku azadî bi dest dikeve, pir caran bi xwînê. Li Parîsê, bajarekî ku bi xwe ji bo azadiya xwe bihayekî mezin daye, em vê yekê ji bîr nakin.
Ev vekirin bê guman gaveke dîplomatîk e jî. Di sala 2019an de, Xanima Şaredar, we peymaneke hevkariyê bi Hewlêrê re damezrand; we serdana wî bajarî kir ku ev yek nîşana têkiliyeke kûr, birêkûpêk û ber bi pêşerojê ve ye.
Lê ev gaveke dadperweriyê jî ye. Tiştekî rewa ye ku li vî bajarê ku gelek Kurdan penaberî lê dîtiye, cîhekî giştî hebe ku rêzê li parêzvanên wan bigire.
Di dawiyê de, ev gav peyameke hişyariyê ye. Gelê Kurd hîn jî di bin gefê de ye, cihêkarî li dijî wî tê kirin û carinan jî rastî êrişan tê.
Li Parîsê, em êrişa 23ê Kanûna 2022yan ji bîr nakin. Em dizanin ku têkoşîna li dijî tundrewiyê bi dawî nebûye. Em dizanin ku hişyarî û hevgirtin çekên me yên herî baş in.
Bi vekirina "Kolana Pêşmerge", em vê yekê wekî bersivekê didin bîranîna wan leşkerên Fransî yên ku di operasyonên derve de jiyana xwe ji dest dane, ku her sal çend metreyan dûrî vir merasîmek me tîne cem hev.
Ev rêzgirtin ji bo wan Pêşmergeyan e ku ji bo parastina azadî û aştiyê qurbanî dane, her wekî gelek leşkerên Fransî yên ku di mirinê de bûn rêhevalên wan ên çekan.
Ji ber ku qurbanîdan bersivê dixwaze, û têkoşîn digihîjin hev. Bîranîna têkoşîna Pêşmerge, têkoşîna leşkerên me yên ku li qada rûmetê şehîd bûne, tîne bîra me.
Îro em bi vî awayî rêzgirtineke herheyî ji bo berxwedana li hemberî dagirkeran, pabendbûn û qurbanîdanê dinivîsin.
Nirxên ku Pêşmerge ji bo wan şer dikin -azadî, rûmet, lêborîn- nirxên me ne jî. Bijî têkoşîna Pêşmergeyan, bijî gelê Kurd, bijî dostaniya di navbera Parîs û Hewlêrê de.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin