PAK Şaxa Batmanê Mele Mistefa Barzanî bibîranî 

PAK Şaxa Batmanê Mele Mistefa Barzanî bibîranî 

.

A+A-

Li Teşkîlata Batmanê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 44emîn salvegera wefata Mele Mistefa Barzanî, bîranînek hat lidarxistin., Bîranîn bi beşdariya rêvebir û endamên PAKê, sîyasetmedar û welatperweran destpêkir .

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Ozdemir bixêr hatin da mevanan û jibo qurbanîyên erdhêjê û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo rêberê miletê Kurd û Kurdistanê Nemir Mele Mistefa Barzanî rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.

Piştî rêzgirtinê Aziz Ozdemir got: Herdu erdhejên mezin ên ku roja 6ê sibatê rûdan, felaketên mezin ên canî, însanî, civakî, derûnî, aborî jî bi xwe ra anîn.

Li gori agahdariyên ku Dewleta Tirkîyeyê ragihandine, heta nuha yên ku jîyana xwe ji dest dane, dora 50 hezarî, yên birîndar jî ji 100 hezarî zêdetir in. Lê di rastîyê da yên ku jîyana xwe ji dest bidin dê ji 100 hezarî, yên birîndar jî dê ji 150 hezarî zêdetir bin.Li Efrîn û Cinderesê dora 7 hezar qurbanî û bi dehhezaran birîndar hene.

Em sersaxîyê ji bo gelê xwe û gelê Kurdistanê dixwazin ûji birîndaran re Şîfa xêrê dixwazin

Cîhê dilxweşîyê û serbilindîyêye ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Weqfa Xêrxwazîya Barzanî û gelê me yê Başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê dimeşînin. Weqfa Xêrxwazîya Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, helbete ku van xebatên alîkarîyê wek wazîfeyeke însanî, neteweyî û welatperwerane dibînin û got:

Di bizava sîyasîya başurê Kurdistanê piştî serhildana Şêx Mehmudê Berzincî,Nemir Mele Mistafa Barzanî serleşkerîya başurê welatê me girt destê xwe.Mistafa Barzanî mîna n0irxekî netewî ji bo hemû kurdên azadîxwaz buye mîrasek mîllî.

Piştî axaftina xwe daxuyanîya PAK ê xwend. "Jiyana Mele Mustafa Barzanîyê nemir, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e Mele Mustafa Barzanîyê nemir , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bibîrbînin. îsal, 44emîn salvegera wefata wî ye.Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê , ya di sedsala 20an de ye .

Jiyana Mele Mustafa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs , koçberî, surgun , wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana M. Mustafa Barzanî yê nemir , bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatîye hûnandin.

Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û serokek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû.Mele Mustafa Barzanî yê nemir serokê partiya xwe , yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye.Mele Mustafa Barzanî yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye.Azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be jibo Barzanîyê nemir.Em di 44emîn salvegera wefata wî de, Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîrtînin."

Bavê Helebçe helbesta Şîyar Albanî li ser Nemir Mele Mistefa Barzanî xwend:

Ji dibistana Barzanî nifşê nû perwer dibin

Sûnda me bi xwîna şehîda go riya te bernedin

Dana pey rêbaza pîroz em qotabiyê te ne

Ji te firşik bûn bi sed hezara tev li bin ala te ne

Pehlewanê çerxê bistan Mistefa Barzanî ye

Ji pêncî meliyonî re malbat û stûna xaniya

Deng û rengê me belav kir li cîhanê da xuya

Mistefa şev tariya ronahiya warê me ye

Em bi gorî wî canî bin bavê jar û sêwiya

Mal û can bo te fîda ye kurd bi te bûne xuya

Mistefa dilêr û qazî serwerê şaha tu yî

Şevgerê roja giranî bavikê kurda tu yî

Serwer û rêzan û rêber nîşana kurdan tu yî

Gih li mihabad û barzan rêberê cenga tu yî

Ji cengê re çi bêjim ez ristem û kawa tu yî

Ji zaxo heta bi xaniqînê tev li bin ala te bûn

Ji şingalê ta bi gilala şar û gund azad dibûn

Ji amedê ta bi Qamîşlo tev li pey te bûne rêz

Li bin baskê bazê mezin li sengera bi yek hêz

Li qadê şer û cenga bû ta dawiya émrê dirêj

Ji ceng û xêz û hinera tev dibin bê çar û gêj

Sed wekî sedam û şah serê xwe ji bo tetewandin

Go tu tê tev direvin wekî çeqel û roviya

Ji awirê çavên te yê reş wekî mara tevizîn

Xwînmij û peyayê duh bi navê te îro dilevizin

Çi malbateke perwer e di dîrokê de kevnar e

Bi hest û ramanê pîroz li ser qadê wekî şêr e

Kesê vexwê ji wê kehniyê tu cara nabê poşman

Ez bûm şiyar bi rêbaza te bi fîxan û derd û kovan

Canê te di gornê da şabê

Sait Yusif bi rêzdarî hat bibîranîn û sitrana “Kê Dinya Hejand” hat guhdarkirin.

Rehmetî Seydayê Gurdilî , helbesta wî bi navê "Qehremanê Esrê Bîsta" wek sinevîzyon hate guhdarkirin.

Bîranîn bi sînevîzyonekê (belgefilm) bi berhemdar bi dawî hat. 01.03.2023

PAK Şaxa Batmanê

Bitikîne: Jîyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna azadîya Kurdistanê ye

1-348.jpg2-401.jpg3-364.jpg4-290.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin