Jîyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna azadîya Kurdistanê ye

Jîyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna azadîya Kurdistanê ye

.

A+A-

Yek ji rêberên neteweyî yê miletê Kurd Mele  Mistefa Barzanî roja 01.03.1979ê koça dawî kir.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî bû.

Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê, ya di sedsala 20an de ye .

Mele Mistefa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye.

Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e.

Mele Mustafa Barzanî ew alaya ku Pêşewa Qadî Mihemed teslîmî kir, tu carî li erdê nexist , teslîmî pêşmergeyênm qehreman kir. Bi ked û têkoşîna şehîd û xebatkarên doza azadîya Kurdistanê, ew Alaya Kurdistanê îro li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ba dibe.

Ji bo Mele Mistefa Barzanî û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, dê xelata herî mezin, azadî û serxwebûna Kurdistanê be.

Em di 44emîn salvegera wefata wî de, rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîrtînin.
01.03.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin