Ozçelîk: Pirsa Kurd ne tenê karê Ocalan û dewletê ye, karê hemû miletê Kurd e

Ozçelîk: Pirsa Kurd ne tenê karê Ocalan û dewletê ye, karê hemû miletê Kurd e

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Mustefa Ozçelîk, derbarê pêvajoya aştiyê û çekdanîna PKKê de, ji K24ê re nirxand û got, ew pêngava çekdanînê wek gaveke erênî dibînin ku rê li ber xebateke siyasî, sivîl û demokratîk vedike.

"Siyaseta heyî ya çareseriyê xelet e"

Ozçelîk rexne li nêzîkatiya siyasî ya heyî girt û diyar kir, gotinên Abdullah Ocalan û biryarên PKKê ji bo çareserkirina pirsa Kurd ne bes in û got: "Gotinên wek 'neteweya demokratîk', 'komara demokratîk' û 'Tirkiye welatê me yê hevbeş e', ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê têr nakin. Li ser bingeha vê hişmendiyê pirsgirêk çareser nabe."

Ozçelîk da zanîn, destjêberdana daxwazên wek federalîzm û serxwebûnê û tenê rawestana li ser daxwazên çandî, siyaseteke xelet e.

"Mixatabê sereke hemû gelê Kurd e"

Serokê PWKê tekez kir, pirsa Kurd ji danûstandinên di navbera Ocalan û dewletê de, yên ku "li paş deriyan" tên kirin, berfirehtir e. Ozçelîk got: "Mixatabê pirsa Kurd û Kurdistanê ne tenê Ocalan û dewlet in. Mixatabê sereke hemû pêkhateyên siyasî, sivîl û kesayetên qebûlbar ên Bakurê Kurdistanê ne. Qedera 30 milyon Kurd nabe ku di navbera du aliyan de bê meşandin."

Rêbaza Çareseriyê: Yekîtiya Kurdan

Mustefa Ozçelîk riya rast a çareseriyê jî nîşan da û pêşniyarên partiya xwe anî ziman:
"Divê hemû partiyên Kurdî, dezgehên sivîl û kesayetên naskirî bên cem hev û 'aliyê Kurdî' yê hevpar ava bikin. Piştre divê ev aliyê Kurdî bibe mixatabê dewleta Tirkiyeyê û li ser van daxwazên bingehîn danûstandinan bike:

- Hebûna miletê Kurd bê qebûlkirin.

- Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê.

- Qedexeya li ser navê Kurdistanê rabe.

- Azadiya ramanî û rêxistinî misoger bibe.

- Lêborîna giştî derkeve û girtiyên siyasî serbest bên berdan."

Di dawiyê de, Ozçelîk bal kişand ser rewşa navneteweyî û got ku ev pêvajo ji ber guhertinên mezin ên li Rojhilata Navîn û tirsa Tirkiyeyê ya ji "tsunamiya Kurdan" hatiye destpêkirin, loma jî divê Kurd bi hişyarî û yekgirtî tevbigerin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin