
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyeyê hişyarî da
.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq derbarê aloziyên li Sûriyeyê got, “Sekreterê Giştî bangî hemû aliyan dike ku demildest şer rawestînin
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq li New Yorkê ji Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr re axivî û diyar kir ku Sekreterê Giştî yê Antonio Guterres Neteweyên Yekbûyî hem ji ber aloziyên li Siwêdayê û hem jî ji ber yên li bakurê Sûriyeyê bi fikar e.
Ferhan Heq got, “Sekreterê Giştî bang li hemû aliyan dike ku demildest şer rawestînin û aramiyê pêk bînin. Parastina sivîlan berpirsyariya sereke ya her aliyekî ye.”
Her du alî hevdû tohmetbar dikin
HSDyê ragihand ku komên çekdarên ên di nav artêşa Sûriyeyê de êrişî baregehên wan ên li derdora Minbicê kiriye.
Li hemberî vê yekê, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ev îdia red kir û HSD tohmetbar kir.
Wezaretê îdia kir ku HSDyê li gundewarê Minbicê êrişeke roketî li gundekî kiriye û di encamê de 4 leşker û 3 sivîl birîndar bûne.
HSDyê jî ev tohmet red kirin û da zanîn ku ew rastî êrişê hatine. HSDyê diyar kir ku hêzên ser bi Şamê ve êrişî çeperên wan ên li herêma Dêr Hafirê kirine û wan jî bersiv daye.
Berdevkê NYê Ferhan Heq, bal kişand ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya mayînde ji bo bidawîkirina şer û tekez kir ku divê li gorî biryara hejmar 2254 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyê Yekbûyî piştgirî li pêvajoyeke siyasî ya veguhêz û berfireh were kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin