Neteweyên Yekbûyî derbarê helwesta Îraqê ya li ser budce û mûçeyan çi dibêje?

Neteweyên Yekbûyî derbarê helwesta Îraqê ya li ser budce û mûçeyan çi dibêje?

.

A+A-

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq derbarê helwesta Îraqê ya li ser budce û mûçeyan got ku ew diyalogeke avaker teşwîq dikin.

Farhan Haq diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî mijarê dişopîne û got:

“Em dê hewl bidin û teşwîq bikin ku diyalog di navbera wan (Hewlêr û Bexda) de hebe lê di dawiyê de hewce ye ku ew her du alî bi hev re biaxivin.”

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Farhan Haq pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin:

Rûdaw: Gelekî spas Birêz Farhan ji bo wextê we ku hûn îro tevlî me bûn.

Farhan Haq: Gelekî spas.

Rûdaw: Pirsa yekem ev e, pirsgirêka budceyê di navbera Bexda û Herêma Kurdistana Îraqê de heye, gelo helwesta Sekreterê Giştî li ser vê pirgirêkê çi ye û divê ev pirsgirêk çawa were çareserkirin?

Farhan Haq: Belê, tiştê ku em teşwîq dikin ev e ku diyalogeke avaker li gorî qanûna bingehîn hebe da ku hûn karibin çareseriyeke hevbeş a qebûlkirî ji bo vê pirsgirêkê bibînin.

Rûdaw: Ev nakokî demek dirêj e berdewam dike. Gelo NY an jî Sekreterê Giştî nikare helwesteke çalaktir bigire yan jî bêtir beşdar bibe?

Farhan Haq: Belê, Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên ya Îraqê bi rayedarên hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdan re di nav têkiliyê de ye û ji ber vê yekê em dê hewl bidin û teşwîq bikin ku diyalog di navbera wan de hebe lê di dawiyê de hewce ye ku ew her du alî bi hev re biaxivin.

Rûdaw: Gelo hûn qutkirina mûçeyan wekî tiştekî ku mafên mirovan û peymanên navneteweyî bin pê dike nabînin?

Farhan Haq: Belê, wekî ku hûn jî dizanin, qanûna bingehîn a Îraqê heye û Neteweyên Yekbûyî di şêwirmendiya li ser wê qanûna bingehîn de rolek lîst. Ji ber vê yekê em dixwazin her tiştê ku derbarê nîqaşên li ser vê mijarê diqewime, divê di çarçoveya qanûna bingehîn a Îraqê de were kirin.

Rûdaw: Pirsa dawî, eger her du alî jî alîkariyê bixwazin, hûn difikirin ku Sekreterê Giştî, dikare ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê zêdetir alîkar bibe?

Farhan Haq: Her dem, eger her du alî jî ji ofîsa Sekreterê Giştî wekî bi nîyetek baş alîkariya me bixwazin, wê demê em dikarin rolekê wekî ofîsa baş bileyzin lê pêşîya vê hewceyê ku lihevkirina her du alîyan li ser vê daxwazê hebe.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin