Navenda Teşkîlata Aşkira ya Hizba Dêmokrat li derheq koça dawî ya Kekê Tahir Sofî daxûyaniyek belav kir

Navenda Teşkîlata Aşkira ya Hizba Dêmokrat li derheq koça dawî ya Kekê Tahir Sofî daxûyaniyek belav kir

.

A+A-

Xelkê azadîxwaz û niştimanperwerê Kurdistanê!

Endan û alîgirên Hizbê

Em radigehînin ku li sibêdeha roja Yekşemî, 8ê Hezîrana 2025 an a Zayînî, Kek Tahir Sofî, pêşmergê dêrîn û têkoşerê naskirî yê Hizba me, mixabin li temenê 60 saliyê de bi sedema sekinîna dil li bajarê Skîlstûnê li welatê Swêdê, koça dawiyê kir û domandina riya xebata xwe bi heval û hevçeperên xwe li Hizba Dêmokrat de spart.

Tahir Sofî kurê xwedêjêrazî Ezîz xelkê gundê “Mehmûdawê” li geliyê Qasimlo ser bi bajarê Urmiyê ye, ku her piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê bi dijî rêjîma paşatî û destpêkirina xebeta aşkira ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hizb nas kir û li demekê de ku li qonaxa paşnavendî ya xwendinê de bû, dest ji xwendinê berda û li sala 1361 a Rojî, bi fermî li Hêza Şehîd “Niho” ya vê demê li bajarê Urmiyê de bû pêşmerge.

Kekê Tahir Sofî, pêşmergeyek netirs û gernas, fermandeyekî xwedî bername û dûrbîn û xwedî moral bû, kadrekî teşkîlatî yê cihê bawerî û hitbara deverên Deştebîl, Mirgewer, Tirgewer û tev devera Urmiyê bû.

Li dehan hemase û çalakiyên çekdarî de li deverên ser bi bajarên Urmiye û Şinoyê li hember dujminê dagîker de beşdarî kiriye û rolek bi bandor û berçav li rawestan li hember êrîşên hêzên rêjîma komara îslamiya îranê de hebûye.

Kek Tahir Sofî, tevî pêşîneyek tejî şanazî û serweriya xwe li qonaxên xebata dijwar a sepiyayî bi ser gelê me de, li sala 2008 a Zayînî de wek penaberê siyasî li welatêî Norvêjê de hate vergirtin, bê dudulî û berdewam, beşdarî li hemû çalakiyên Hizbî û hilkeftên netewî û niştimanî de kirin û li asteke herî bilind a dilsozî û xemxweriyê ve wefadarê rêbaza dêmokrat û rêvîngê rastîn ê rêbaza rêberên me yên şehîd, Qazî, Qasimlo û Şerefkendî bû.

Ji Navenda Terşkîlata Aşkira ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve tevî xemgîniya bi hegera ji destdana wî xebatkarê dêrîn ê Hizba me, em hevxemî û hevderdiya xwe digehîênin malbata serbilind a rlzdar Tahir Sofî, endam û alîgirên Hizba Dêîmokrat li welatê Norwêjî û bi taybet hemû endamên Hizbê û xelkê niştimanperwer ên devera Urmiyê.

Em hiviya sebrê û sersaxiyê bo hevjîn û zarokên rêlzdar Tahir Sofî dixwazin

Rihê wî şad û yadê wî hertim zindî

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlat a Aşkira

9ê Hezîrana 2025 a Zayînî

19ê Cozerdana 1404 a Rojî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin