Nameke Şêx Mehmûd ya Wenda ji Kemalîstan re

Nameke Şêx Mehmûd ya Wenda ji Kemalîstan re

Kurmancîya Wê: Zîya Avci

A+A-

Heta niha min di nivîsên xwe de çend caran bi germî duayên xêrê ji bo ingilîzan kirine, ji ber ku gelek belgeyên bi qîmet ên kurdan ji wan re parastine. Îro dora behsa nameke bi qîmet a Şêx Mehmûd e ku roja 9ê teşrîna yekê [çirya pêşî] ya sala 1343 [1924] ji Kemalîstên Tirkiyê re şandiye. Kesekî heta niha vê nameyê nedîtiye, ku diyar e dibê Şêx Mehmûd bi tirkî nivîsandiye û nusxeyek jê di arşîva taybetî ya Tirkiyê de heye. Ingilîzan wêneke wê nameyê bi dest xistine û yekser ew kirine ingilîzî û şandine wezareta firokevanî û koloniyan li Londrayê.

Qîmeta vê nameya Şêx Mehmûd zêde ye, ji ber ku di germiya meseleya bi nav û deng ya Mûsilê de nivîsandiye. Bi ser vê de gelek zanyariyên dîrokî yên bi qîmet tê de hene ku beşek jê ronî têxin ser milê rêbaz û teqtîka xebata wan rojan a Şêx Mehmûd. Name gelek dirêj e, ingilîziya wê nêzîkî sê rûpelên mezin ên tijî ne. Ji sêzdeh xalên serekî pêk hatiye ku her yek jê ji bo behseke giring a wê demê amade kiriye.

Dîroka peywendiyên navbera Şêx Mehmûd û Kemalîstan di îlona sala 1922an de dest pê dike, yanî ji wê roja ku Şêx Mehmûd ji Hindistanê hatiye azadkirin û pê xwe daniye nav axa Kurdistanê. Ingilîzan dixwestin Şêx Mehmûd Kurdistana Başûr ji wan re temîn bike û pêşiya destdirêjiya Kemalîstan bigre. Ew jî li gor gotûbêja wî bi xwe, hatiye ser wê qeneetê ku berjewendiyên kurdan di wê de ye ku destê xwe têkin nav destê nehezên ingilîzan, ji ber ku ew margeztiyê destê ingilîzan bû. Piştî ku wî ew tecrube kirin, piştre berê xwe da Sovyetê, Kemalîstan û Riza Şah ku mixabin yek ji wan nehatin hawara wî, ev rastiya han rengê xwe daye çend ciyên vê nameyê.

Şêx Mehmûd, beriya bigihîje Silêmaniyê(1) bi awakî nehênî peywendî bi Kemalîstan re daniye. Wî wextî hemî şoreşgêrên navçeyê serî li wan didan, ji ber ku nehezên ingilîzan bûn, ji wan, wekî nimûne, rêberên Şoreşa Bîstan. Madem wiha ye ev karê Şêx Mehmûd bi meşa dîrokê re digunce, ev nameya han jî dikeve nav eynî xaneyê. Lê mixabin Kemalîstan destê Şêx birrîn û tiştekî jê re nekirin. Wan dixwestin bi çend nîşan, madalye û hejmarek sozên derew kurdan ji bo zebtkirina Kurdistana Başûr bikin darê destê xwe. Şêx bi wê gihiştibû ku ew nîşan û madalye henekên fiş in, ji ber wê ew di xala sisiyan a nameya xwe de dibêje: “Ez şerefmend im we agahdar bikim ku ew madalyeyên we ji bo min û kurên min şandine gihiştin destê min. Lê, ezbenî, ez baş dizanim ev behsa han carekê di navbera me de nehênî bimîne…”

Şêx madalyên rasteqînî ji bo axayên kurd dixwestin, wî dixwest Kemalîst destê alîkariyê dirêjê wî bikin, ji bo ku nekeve dava ingilîzan, wî di xala heştan a nameya xwe de fermoye:

“Tîkaya min ew e hûn bizanin ku tenê pêşkêşkirina çend nîşan û madalyan ji serokên eşîretên kurdan re, ji bo berdewambûna peywendiyan ne bes in… pêwîst e perekî wisan bê temînkirin ku ez bikarim bi pê fermanên xwe xelatên nehênî jê re terxan bikim… Eger hûn bi van pêşniyaran qayîl bûn, hûn dikarin yên ku me daxwaz kirine bi rêya Kerkûkê re ji me re bişînin”.

Mehmûd Xanê Dizilî ku kurdekî dilsoz û serrast bûye û vê firsetê nerevandiye û wê madalyeyê red kiriye ku Kemalîstan jê re şandine. Di xala nehan a nameyê de Şêx Mehmûd di vî warî de nivîsandiye û dibêje: “Min zexîreyê daye hevalê xwe yê dilsoz ê emekdar Mehmûd Xanê Dizilî ku kesekî bihadar e. Her çend madalyeyê red kiriye, lê min, piştî vegera Orhan Beg (efserekî/zabitekî tirkan e -Z. Avci), zor lê kir ku qebul bike. Bi rastî Mehmûd Xan dost û hêjayî hemî awa qîmetpêdan û çavdêriyekê ye”.

Hêjayî gotinê ye Mehmûd Xanê Dizilî jî di destpêkî de baweriya wî gelek bi Kemalîstan dihat, li gor wî jî bi alîkariya wan dikarin xebata xwe bidomînin. Di wan raporan de ku ingilîzan di derbarê rewşa kar û barên kargêriya Iraqê ya salên 1920-1922an de dane Komeleya Gelan [‘Esbetû’l-Umem], bi taybetî behsa nameke Mehmûd Xanê Dizilî kirine ku ji Mistefa Kemal re şandiye û daxwaza çekan jê kiriye ku bikaribin ingilîzan ji Silêmaniyê derêxin(2). Kemalîstan tiştek ji wî re jî nekirine, ji ber vê ew ji wan dilşikestî bû, baweriya wî bi wan nemabû.

Milekî gelek bi qîmet ê nameya Şêx Mehmûd ji Kemalîstan re, di derbarê peywendiyên kurdan û ‘eceman e ku wan jî bi awakî eşkere Şêx xapandin û berpê avêtin li ber û astengan kirin ser riya wî. Şêx nameya xwe bi vê xalê dest pê kiriye û di xala yekê de nivîsandiye û dibêje:

“Her çend di wê nameya we ya di hejmara 2348an ya roja 1ê teşrîna yekê [çirya pêşî] ya sala 1343an [1924an] nivîsandiye û bi riya Fetah Begê(3) nûnerê Mûsilê re gihiştiye destê me, we behsa wan hewlên xwe kirine ku we ji bo tamînkirina alîkariyan daye ‘eceman, lê ji wê roja em li Xurmalê bi nûnerên hukumeta Brîtanyayê re berhev bûn şûnve, karbidestên wan ên li ser sinor bi awakî eşkere dest bi dijmintiya me kirin û hemî awa asteng û eger dixin ser riya me, baştir jî ew e wan bêyî tune û hîç hestê neheziya xwe li hemberê me dan nîşan. Her çend ew hewlên ji bo qedexekirina çûn û hatin û peywendiyên me didin, tiştek ji wê nehiştine ku bi ronî hest bi helwestê dijmintîya me ya rasteqînî nekin. Me vê behsa han bi awakî ronî di dema serdana wî de ku di van demên dawiyê de li navçeyên kurd, raxist li ber çavê wezîrê şer Ebdulla Xanê Tehmasb û me jê daxwaz kir vê meseleyê çareser bike, lê çi heye li gel vê jî karbidestên nexwendewar ên li ser sinor tiştekî ji bo hîç awayê amadebûniya xwe nîşan bikin, ku niyaza xwe ya dev ji xerabiyên xwe berdin û muamele bi me re bikin, nekirin…”

Dimîne xaleke din a giring a wê nameyê ku bi ronî nêrîna Şêx Mehmûd a di derbarê ingilîzan de nîşan dide û ev jî tûkeke/tifeke rewa ya dîrokê ye li rûyê wan nivîskarên ku heta niha jî, bêyî ku tiştekî wisan di derbarê dîroka kurdan de bizanin, Şêx peyayê ingilîzan dihesibînin. Di eynî xala yekê ya vê nameya giring de Şêx Mehmûd ji Kemalîstan re dibêje:

“Min di rojên borî de bi dirêjahiya behsê de hemî temahîyên narewa û sexte yên hukumeta Brîtanyayê û bîr û baweriya wan a jehrawî kirine. Yên ku ez xwedî me û ne xwedî me… bi wî perê dilsoziya xwe min xwe ji bo cîhana Îslamê terxan kiriye û tu wextê ez rê nadim xwe ez bibim dardestê wê bîr û raya xeletî ya hukumeta Brîtanyayê yên belav dikin”.

Di xala şeşan a nameyê de Şêx Mehmûd daxwaza perçeke erd li nêzîkê bajarê Stenbolê dike, da ku, wekî dibêje: “Ez û kes û nasên xwe rojên jiyana xwe yên dawîn li wir derbas bikin” ku “li navçeke dilfirîn ya welatê misilman e”. Di vê xala nameyê de Şêx careke din tê li ser behsa ingilîzan û dubare dike ku ew ne ji wan kesan e bi fêl û fendên ingilîzan bixape. Her ji ber vê di xala dehan a nameyê de Şêx êrîşeke tund û tûj dibe ser Babekir Axayê Pişderî û Mistefa Paşayê Yamulkî ku jê re “Mistefa Nemrud” dibêje û behsa herduyan wekî nokerên ingilîzan dike. Li vir Şêx dibêje, Mistefa Paşa ji ber sebebê agahiyên Berlînê(4) û Komeleya Gelan ji wê dilgerm e ku meseleya gelê kurd rû ber bi hevrazê ye û di nêzîk de girêya bextê kurdan jî dê vebe.

Di xala duwazdehan a nameyê de cardin Şêx tê li ser behsa ingilîzan û vê carê dibêje: “… Ez we piştrast dikim ku niha ji her wextê zêdetir ez xema girtin û dîlkirina ingilîzan de me, ez dixwazim wê bi wan re bikim ku wan li Derbend li min kirin”, ku diyar e mebest bi girtina ingilîzan a li Silêmaniyê ya meha gulanê ya sala 1919an e, heke ne li Derbendê Şêx xerab şikest û bi birîndarî esîr ket destê ingilîzan.

Xwendina dîroka naveroka vê nameya giring a Şêx Mehmûd gelek av hildigire ku di Rengînê (navê kovara ku di wextê xwe de vê gotarê weşandîya -Z- Avci) ne ciyê wê ye, lê li vir nabe em çavê xwe li du xalan bigrin. Yek jê ew e ku ingilîz agahdarê hemî peywendî, bîr û nêrînên Şêx Mehmûd bûn, kurdên wî yên nemubarek hemî name, biryar û peywendiyên nehênî yên Şêx wekî hêka paqijkirî radixistin ber çavê ingilîzan, ji ber vê qet baweriya wan bi Şêx Mehmûd tunebû. Ya duduyan jî ew e ku ingilîz, gelek mixabin, bi kurdan û Şêx Mehmûd bi xwe re, gelek ji Kemalîstên Tirkiyê, Pehlewiyên Îranê û gelek milên din bi rehimtir û camêrtir bûn. Wan jî dikarîn gelek bi hêsanî Şêx Mehmûd bi derdê Şêx Seîdê Pîran û Simkoyê Şikakî bibin, lê çi heye heta roja dawiyê bi rêz pê re hereket kirin, peywendiyên xwe jê qut nekirin, daxwaz ji karbidestên dema qraltiyê dikirin ku dilê wî neşkînin. Babe ‘Eliyê kurê wî dan ber xwendinê û ji bo vê mebestê ew birin Îskenderiya Misrê û şandin Dewletên Yekgirtî Yên Emerîkayê. Bi dehan û dehan belgeyên nehênî yên ingilîzan di derbarê van behsan de li ba min hene, heta nameya Babe ‘Elî jî bi destê min ketiye ku ji fakulteya Viktoryayê wergirtiye û ingilîzan bi taybetî di dosyayên xwe de ew parastine.

Helbete nivîsandina dîroka hemî gelekî tijî ji pendên bi feyde ne, lê mixabin pend gelek in û pendwergir kêm in!!

Jêrnot:

1) Şêx Mehmûd roja 30yê îlona sala 1922an gihişt Silêmaniyê.

2) “Iraq. Report on Iraq Administration, October 1920-March 1922”, London, 1923, P. 116.

3) Fetah Begê bûrayê Şêx Mehmûd, wî wextî yekem kesê terefdarê Kemalîstan ê di nav kurdan de bû, heta yek ji wan endamê wê heyeta Tirkiyê bû ku bi heyeta Komeleya Gelan re (‘Esbetû’l-Umem) ji bo lêkolîna meseleya Mûsilê hat Iraqê.

4) Ne dûr e mebest ji vê Cenevre be ne Berlîn.

 

Çavkanî: Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed, Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd C.II

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin