
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
.
Di roja 12.08.2025ê de, li Enqereyê, bi hevalên me Cîhgirên Serokê Giştî yên partîya me Mehmet Can Azbay û Vahit Aba û hevalê me endamê MYKyê Kasım Ergün re, me wek heyeta PWKyê, li Navenda Giştî ya Weqfa Rêya Azadî, seredana siyasetmedarê Kurd û Serokê Weqfa Rêya Azadî kak Kemal Bûrkay kir.
Kak Kemal Bûrkay, eve zêdetirî 60 salan e ku wek rêber û têkoşerekî azadîya Kurdistanê, wek siyasetmedar, nivîskar, lêkolîner û helbestvan, kedeke hêja daye û berhemên bi qîmet afirandîye.
Wek heyeta PWKyê, me derfet dît ku em bi cenabê wî re sohbeteke berfireh û berhemdar bikin û me nêrînên xwe pêşkêşî hev kir.
Me di hevdîtinê de, anî zimên ku îro, ji bo ku em bikaribin li himber rîskên muhtemel bisekinin û firsendên ku derdikevin pêşberî me veguherînin destkeftîyan, li Bakurê Kurdistanê ji her demê zêdetir pêwîstî bi hevkariyeke neteweyî ya demokratîk a mayînde û bi îstîkrar heye, da ku gelê me li ser bingeha têgihiştineke neteweyî û demokratîk were birêxistinkirin.
Herweha di hevdîtinê de me anî zimên ku di vê pêvajoya dîrokî ya ku em tê re derbas dibin de, ku di nav xwe de rîsk û xeteriyên mezin û herwiha firsendên girîng jî dihewîne, ji bilî DEM Partî û HUDAPARê, ji bo ku hêzên neteweyî û demokratîk ên kurd ên herî berfireh û kesayetên bibandor ên civakê li ser platformeke hevpar hevkariyê û hevbendiyê bikin, tevî hemû tecrûbeyên erênî û neyînî yên heta niha hatine jiyîn, divê nirxandineke nû were kirin û gavên nû werin avêtin. Û di vê derbarê de em bawer dikin ku kak Kemal Burkay, wek rûsipîyekî kurd, mirovekî jîr û siyasetmedarekî xwedî tecrûbe, zanîn û agahîyên kûr, dikare roleke girîng û dîrokî bilîze.
Ji bo pêşewazîkirin û nêzîkatîya wî ya dilgerm, samîmî, dostanê û helwesta wî ya çêker ya di hevdîtinê de û ji bo 5 cîldên bîranînên wî yên ku îmze kir û diyarî me kir, em spasiya kak Kemal Burkay dikin.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin