Mustafa Ozçelîk: Ez Şifaya Xêrê Ji Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Rê Dixwazim

Mustafa Ozçelîk: Ez Şifaya Xêrê Ji Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Rê Dixwazim

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Mustafa Ozçelîk, ji ber nexweşketina mamosteyê civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî, peyameke derbasbûnê belav kir û şifaya xêrê jê re xwest.

Daxuyaniya Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Ez Şifaya Xêrê Ji Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Rê Dixwazim

Dostê miletê Kurd, mamosteyê me yê hêja, Dr. Îsmaîl Beşîkçî îro li Amedê di dema nîşandana belgefîlma 'Bizim Îsmaîl/Îsmaîlê Me' a li ser jiyana wî de diaxivî û ji nişka ve nexweş ket.

Mamoste Beşîkçî ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Mamoste Beşîkçî nuha li nexweşxaneya Amedê, di beşa nexweşîyên giran de di bin kontrole de ye.

Ez şîfaya xêrê ji dost û xemxurê maf û azadî û doza miletê Kurd Mamoste Îsmaîl Beşîkçî re dixwazim. Hêvî dikim ku mamosteyê me yê hêja dê biserxwe ve were, dê baş bibe.

Mustafa Ozçelîk

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)  

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin