
Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Rakirin Nexweşxaneya Amedê
.
Civaknas û nivîskar Dr. Îsmaîl Beşîkçî, li Amedê di Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de dema ku diaxivî ji nişka ve nexweş ket.
Beşîkçî ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Dr. Îsmaîl Beşîkçî li Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de piştî nîşandana belgefîlma 'Bizim Îsmaîl/Îsmaîlê Me' a li ser jiyana wî de axivî û ji nişka ve nexweş ket.
Tîmên tenduristiyê Beşîkçî ji bo kontrol û tedawiyeke berfireh sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay di wê deme de li salonê bû û li gel Îsmaîl Beşîkçî çû nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên ku Mehmet Can Azbay daye Rûpela Nû, xwîn rijiyaya ser mêjiyê Îsmaîl Beşîkçî û piştî midaxeleya destpêkê ew rakirine beşa lênêrîna awarte. Nuha li Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê
Nuha rêvebirên PWKyê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û hezkirîyên Mamoste Îsmaîl Beşîkçî li nexweşxaneyê ne.
Rûpela Nû-Amed
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin