
Mustafa Ozçelîk: Di ‘’pêvajoya nû’’ de, ma qey me nehiştîye hûn mafên lezgîn ên kurdan bicîh bînin?
.
Mustafa Ozçelîk
Belê, behsa "pêvajoyeke nû" tê kirin. Her kes ji aliyê xwe ve navekî li vê pêvajoyê dike. Tê gotin ku dê gelek guhertin bêne kirin.
Dema em nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş dikin, em carinan rastî pirsên weke "Ma hûn aştiyê naxwazin? Ma hûn li dijî çareserkirina pirsgirêkan in?" tên.
Lê belê, me bi awayekî zelal got û dibêjin: Me di her fersendê de, eşkere kirîye û dikin ku em alîgirê azadî, edalet, wekhevî, demokrasî û aştiyê ne; me ragihandîye û didin zanîn ku emê bêyî "lê" û "belê", piştgirîyê bidin her gaveke ku ji bo naskirina nasnameya kurdî û di encama wê de ragihandina kurdî wek zimanê fermî, naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê kurdî; azadiya raman, îfade, bawerî û rêxistinê, çareserîya aştîyane ya pirsa Kurd, rawestandina çekan û bidawîkirina operasyonên leşkerî, bên avêtin.
Me got û dibêjin, pirsa kurd û Kurdistanê, peydakirina maf û azadiyên neteweyî, demokratîk û kollektîf ên kurdan e; pirsa birêveberîya neteweya Kurd, gelê Kurdistanê ya li welatê xwe bi statuyeke siyasî û cografîk e; lê, avêtina gavên pêşîn ên ku me li jorê behs kir, dê ji bo çareserkirina vê pirsê zemînê amade bike.
Di esasê xwe de, em dixwazin ji hemû rêveberên Dewleta Tirkiyeyê, ji "Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" re, ji Ocalan, PKK û DEM Partiyê re, ji hemû aktorên nuha di nav vê pêvajoya ku behsa wê tê kirin de ne, bipirsin.
Gelo, we, li ser mijarên ku me li jorê bi kurtî anîn zimên, kîjan gav avêtine, an jî we gotîye ku hûnê filan gavan bavêjin û me jî ji we gotîye na?
Ango, ma qey wek PKKyê we gotîye "em çekan datînin", wek Dewleta Tirkiyeyê we gotîye "em hemû operasyonên leşkerî radiwestînin" û me jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Em ê wan kesên ku ji ber çalakîyên xwe yên siyasî, demokratîk û sivîl û ji ber ramanên xwe di girtîgehan de ne, serbest berdin; ji bo ku hemû kesên ku ji ber van dozan ceza girtîne bi awayekî azad vegerin welatê xwe, em ê hemû van dozan betal bikin; em ê beşdarbûna gerîlayên ku çekên xwe datînin di jiyana civakî û siyasî de, bêyî ku rastî lêpirsîn û cezakirina hiqûqî bên, misoger bikin" û me jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Ji bo rakirina hemû encamên neyînî yên şer, em ê bernameyeke taybet bi cîh bikin da ku çandeke nû ya ji şovenîzm, nîjadperestî û dijminatîyê hatîye paqij kirin di hemû sazîyan de û di her qada jiyanê de cih bigire" û jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Em ê dawî li hemû yasa û kiryarên ku hebûna 30 milyon kurdan înkar dikin bînin, em ê nasnameya kurdî nas bikin û wê bixin bin garantîyên yasayî û destûrî" û me jî ji we gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Êdî, dema li Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê bi Kurdî tê axaftin em ê mîkrofonan negrin, em ê di qeydan de nenivîsin 'bi zimanekî nenas hat axaftin', em ê di sîstema e-Reçetem ya Wezareta Tenduristiyê de kurdî jî lê zêde bikin, em ê di Serokatiya Karên Diyanetê de cîh bidin xutbeya bi kurdî jî" û me jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Pêşî, em ê dersa kurdî ya bijarte ji baxçeyê zarokan heta zanîngehê bikin dersa mecbûrî, piştre jî em ê mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî ya kurdî misoger bikin; em ê kurdî ligel tirkî wek zimanê fermî qebûl bikin û van mafan bixin bin garantîya yasayî û destûrî" û me jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Em ê hemû astengîyên li pêşiya azadîya raman, rêxistin, bawerî û îfadeyê û her weha qedexeya li ser navê Kurdistanê û astengîyên li pêşîya damezrandina partî, komele û saziyên bi navê Kurdistanê ne rakin û hemû van mafan bixin bin garantîya hiqûqî û destûrî" û me jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Em ê hemû zext, neheqî û newekhevîyên li ser jinan rakin, em ê ji bo vê yekê hemû garantîyên yasayî, destûrî û civakî misoger bikin" û me jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Em ê hemû qedexe, asteng û zextên li pêşîya hemû dîn û mezheban rakin, em ê van maf û azadîyan bixin bin garantîya yasayî û destûrî" û me jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Em ê hemû astengên li pêşiya naskirina navên kurdî yên hemû herêm, parêzgeh, navçe, gund û cihên niştecihbûnê yên ku navên wan hatine guhertin rakin û vî mafî bixin bin garantîya yasayî û destûrî" û me jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Em ê cîhên gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Cibranlî Xalid Beg, Seîdê Nursî û hemû mezinên kurdan ên ku cihê gorên wan nayên zanîn eşkere bikin" û me jî ji we re gotîye na?
Ango, ma qey we gotîye "Em ê şerhên ku me li ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, Peymana Xweserîya Rêveberîyên Herêmî ya Ewropayê û hemû peymanên din ên navneteweyî danîne, rakin û hemû pêwîstîyên van peymanan bi cîh bînin" û me jî ji we re gotîye na?
Em dixwazin bangî hemû rêveberên Dewleta Tirkiyeyê, "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê", Ocalan, PKK û DEM Partîyê bikin: Fermo, ji bo avêtina gavên pêbawer yên ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan rê vekin, ma hûn amade ne ku bi awayekî şefaf û ne li pişt derîyên girtî, hemû nûner û pêkhateyên siyasî, sivîl û demokratîk ên neteweya Kurd bikin mixatab û bi organên rayedar ên Dewleta Tirkiyeyê re bicivin û çareseriya van pirsgirêkan gotûbêj bikin?
Fermo, ger hûn ji bo çareserîyeke mayînde ya vê pirsê xwedî helwest bin û di hemû van mijarên ku li jorê me anîne zimên de hûn di nava xwe de jî be li hev bikin û gavan bavêjin, em jî dê piştgiriyê bidin we.
Belê, “Ma Şam dûr e, mişar jî dûr e”.
26.08.2025
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin