
MSD: Siwêda hişyariya teqîneke navxweyî nîşan dide
.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê bûyerên li Siwêdayê ragihand, “Zêdebûna bê mînak gefê li welêt dixwe ku bikeve krîzên kûrtir û hişyariya teqîneke navxweyî ya mezhebî yan herêmî nîşan dide.”
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) got, “Pêwîst e demildest hemû operasyonên dijminane werin rawestandin.”
Li Siwêdayê 13ê Tîrmehê di navbera Erebên Bedewî û hinek komên Durzî de pevçûnên çekdarî derketin û hêzên ewlehiyê yên Şamê jî tevlî şer bûn.
Li gorî daxuyaniyên rayedarên Sûriyeyê li bajêr agirbest heye lê divê were gotin ku hîn jî agahiyên pevçûnan tên.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser van bûyerên li Siwêdayê daxuyaniyek belav kir û xwest ku êriş rawestin û bûyer wiha nirxandin:
“Tiştê ku îro li Siwêdayê rû dide ne bûyerek tekane ye, berevajî vê, ew nîşaneyek rasterast a hilweşîna giştî ya binesaziya siyasî û sazûmanî ya welêt dike.”
“Gefê li prensîba yekîtî û saxlemiya axa Sûriyeyê dixwin”
Daxuyaniya nivîskî Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi vî rengî ye:
“Derbara pêşhateyên li Parêzgeha Siwêdayê û Gefên Paşeroja Welêt de
Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi fikareke kûr û mijûlbûyî pêşhateyên ewlehiyê yên metirsîdar, pevçûnên çekdarî û kiryarên tundûtûjiyê yên ku li dijî sivîlên li Parêzgeha Siwêdayê rû didin dişopîne.
Di çarçoveya zêdebûna bê mînak gefê li welêt dixwe ku bikeve krîzên kûrtir û hişyariya teqîneke navxweyî ya mezhebî yan herêmî nîşan dide, ji ber berdewamiya xitimandina rewşa siyasî û nebûna dewletek neteweyî ya yekgirtî.
Tiştê ku îro li Siwêdayê rû dide ne bûyerek tekane ye, berevajî vê, ew nîşaneyek rasterast a hilweşîna giştî ya binesaziya siyasî û sazûmanî ya welêt dike.
Ev encama dehsalan ji dûrxistin, zordarî û paşgukirina pêkhateyên neteweyî ye, her wiha ne pêbendbûna rayedarên navendî di bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên ji bo birêvebirina cihêrengiyê û misogerkirina aştiya sivîl de ye.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk tekez dike ku ev pêşhateyên metirsîdar rasterast gefê li prensîba yekîtî û saxlemiya axa Sûriyeyê dixwin û bingeha yasaya navneteweyî ya mirovî û mafên welatiyên Sûriyeyê yên ji bo ewlehî û jiyaneke birûmet têk dibin.
Her wiha ev yek nîşaneya lawaziya rewşa heyî û pêwîstiya lezgîn a lêgerîna çareseriyên siyasî yên mayendyî nîşan dide ku sedemên pevçûnê bi dawî bikin û pêşî li dubarebûna bûyerên ewlehiyê li deverên din ên welêt bigirin.
Li gorî vê yekê û ji bo bicihanîna berpirsiyariya me ya neteweyî û exlaqî, Meclisa Sûriyeya Demokratîk wiha tekez dike:
Yekem:
Em hemû şêweyên tundûtûjiyê, pevçûnên çekdarî û kaosa ewlehiyê yên ku gefê li aştiya navxweyî li Siwêda û herêmên din ên Sûriyeyê dikin şermezar dikin.
Em tekez dikin ku pêwîst e demildest hemû operasyonên dijminane, bêyî ku çavkaniya wan çi be, werin rawestandin û lêpirsînek serbixwe û zelal li ser bûyerên berdewam were destpêkirin da ku lêpirsîna kesên berpirsiyarê binpêkirinan bêyî cudakarî an jî alîgirî dabîn bibe.
Duyem:
Em bi lezgînî banga destpêkirina diyalogeke neteweyî ya berfireh dikin ku bi konferanseke neteweyî ya berfireh bi dawî bibe, hemû hêzên neteweyî yên demokratîk beşdar bibin.
Armanca vê konferansê ew e ku projeyek siyasî ya Sûriyeyê ya nû li ser bingeha dadmendiya veguhêz, bidawîanîna zordariyê û pejirandina pergaleke demokratîk a nenavendî û piralî ku beşdariya aktîvkirî a hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bê veqetîn garantî dike, formule bike.
Sêyem:
Em metirsiyên şemitîna nav nakokiyên hundirîn ên mezhebî, herêmî, yan jî navxweyî hişyar dikin, ji ber gefên hebûnî yên ku ew li ser dewleta Sûriyeyê û civaka wê ya cihêreng çêdikin û bandorên wêranker ên ku li ser pêşeroja jiyana hevbeş û aştiya civakî çêdikin.
Çarem:
Em daxwaza rawestandina hemû şêweyên gotinên nefretê û teşwîqkirina medyayê û siyasî dikin, ji ber rola wan a metirsîdar di teşwîqkirina pevçûnan û gurkirina parçebûnan de, gefên wan ên rasterast li ser aştiya navxweyî û jiyana hevbeş.
Em tekez dikin ku avakirina baweriya neteweyî bi axaftin û platformê ya berpirsiyar dest pê dike, her wiha rêzgirtina li cihêrengî û cudahîyê, dûrî teşwîqkirin an tawanbarkirina xiyanetê.
Pêncem:
Em hemû aliyên siyasî û leşkerî, yên hundirîn, herêmî û navneteweyî, ji ber berpirsiyariyên xwe yên yasayî, siyasî û exlaqî yên di derbarê rewşa berdewam de berpirsiyar dibînin.
Em bang dikin ku rêz li stûnên yasaya navneteweyî were girtin û ji her rol an destwerdanên ku dibin sedema gurkirina pevçûnan an jî bikaranîna wan ji bo rojevên teng dûr bisekinin.
Şeşem:
Tekeziya me ya şiyandar, her çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê divê bi tevahî Sûriyeyê, berfireh û neteweyî be, li ser bingeha diyalog, lihevkirin û naskirina hevbeş, ne li ser tundûtûjî, dûrxistin, an jî xwe dispêre bandora derve.
Divê ev yek avakirina dewleteke demokratîk û sivîl misoger bike, ku li ser bingeha prensîba welatîbûna wekhev, serweriya yasayî û rêzgirtina ji bo cihêrengiya neteweyî, çandî û olî hatiye damezirandin.
Di dawiyê de:
Di vê kêliya krîtîk de, em banga xwe ji hemî hêzên neteweyî re nû dikin ku berpirsiyariyên xwe di ji nû ve avakirina bawerî û aştiya sivîl de bigirin ser xwe.
Em bang dikin ku dengê aqil bi ser bikeve, ji bo bidawîkirina handan û parçebûnê û ji bo xebateke hevbeş ber bi projeyek neteweyî ya berfireh û demokratîk ve ku dê Sûriyeyê ji tunela şer û hilweşînê derxe û ji bo gelê wê asoyên nû yên azadî, dadmendî û aramiyê veke.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin