
MSD: Êrişa li Dêra Mar Elyasê kiryareke terorîstî ye
.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku êrişa li Dêra Mar Elyasê kiryareke terorîstî ye û ev êriş şermezar kir.
Doh êvarê (22-06-2025) li Dêra Mar Elyasê ya Şama paytexta Sûriyeyê teqînek çêbû.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di vê teqînê de 22 kes mirine û 63 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê jî da zanîn ku "Terorîstekî DAIŞê ev êriş kiriye."
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êriş bi rengê "kiryareke terorîstî" pênase kir û da zanîn:
"Lihevhatina nîştimanî û hevkariya rasteqîn a di navbera hemû hêzên Sûriyeyê de dikare bibe egera avakirina Sûriyeyeke ewle û aram.
Binpêkirina pîroziya cihên îbadetê û destdirêjiya li ser jiyana sivîlan tawaneke li dijî hemû peymanên exlaqî û navneteweyî ye.”
MSDyê êriş şermezar kir û eşkere kir ku ev êriş hewldanek e da ku di nava pêkhateyên Sûriyeyê yên cihêreng de tirs were belavkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin