Mihemed Welî: Em hêvî dikin ku dawiya Tebaxê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê werin kirin

Mihemed Welî: Em hêvî dikin ku dawiya Tebaxê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê werin kirin

.

A+A-

 Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê Mihemed Welî eşkere kir ku hewlên cidî hene ku dawiya meha Tebaxê li seranserê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê werin kirin.

Komîteya Bilind a Hilbijartinan ku ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hatibû avakirin dest bi kar û xebatan kir.

Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê Mihemed Welî bû mêvanê Rûdawê û li ser hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê Mihemed Welî da zanîn:

“Bi armanca danîna belgeya sîstema demkî ya hilbijartinên endamên Meclisa Gel û ji bo lidarxistina civînên gel ên berfireh bi çalakvan, hiqûqnas, siyasetmedar û akademîsyenan re em di qonaxa serdana parêzgehên Sûriyeyê de ne.”

Mihemed Welî da zanîn, armanca komîteyê ew e ku di demeke nêzîk de erka xwe bi cih bîne û an ziman:

“Em hêvî dikin hilbijartin dawiya meha Tebaxê werin kirin.

Hilbijartin dê hemû axa Sûriyeyê bigire û di rojekê de bên kirin.”

Mihemed Welî li ser mekanîzmaya avakirina Parlamentoyê eşkere kir ku rewşa heyî ya ku Sûriye tê re derbas dibe rê nade hilbijartinên rasterast.

Mihemed Welî her wiha anî ziman:

“Me ji wan kesên ku heta niha li 5-6 parêzgehan bi wan re civiyan re got ku Parlamentoya Sûriyeyê dê ji 2 beşan pêk were.

Beşa yekem bi rêjeya ji sedî 70 ji pisporan û ya duyem jî bi rêjeya ji sedî 30 ji rûspiyên civakî.”

Welî li ser herêmên di bin birêvebiriya Rêveberiya Xweser de jî da zanîn ku komîte plan dike biçe serdana parêzgehên Hisîça û Reqayê û got:

“Eger di heyama pêş de li ser bingeha rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bipêşketineke siyasî çêbibe ku ev di nava komîteyê de mijareke nîqaşê ye dê mekanîzmaya lidarxistina hilbijartinan li wan herêman were diyarkirin.

Ji ber ku mafê her welatiyekî heye ji bo ber bi dewleteke qanûnî ve biçe beşdarî hilbijartinan bibe.”

Şertên namzediyê

Welî diyar kir ku armanca herî bilind ew e ku meclisek were avakirin ku ji bo berjewendiya Sûriyeyiyan bixebite û anî ziman:

“Em armanc dikin ku bi rêya xebata Parlamentoyê, qanûnên ku di berjewendiya gelê Sûriyeyê de ne werin derxistin.”

Welî li ser şertên namzediyê got:

“Divê Sûriyeyî be lê destûr tê dayîn ku du welatîname hebin, divê namzedan 25 sal temam kiribe, xwediyê ehliyeta yasayî ya tam be (ne girtî be, bi sûcekî rûreş nehatibe mehkûmkirin, bi nexweşiyeke derûnî neketibe), di komîteyên şax an navendî de an jî di postên birêvebiriyê de (wezîr, parêzgar, cîgir, nûner..) kar nekiribe, ne ji şaxên artêşê an ewlehiyê be (ji bilî ku bi awayekî fermî îstifa kiribe).”

Mihemed Welî diyar kir, Kurdên ku rejîma Beşar Esed ew ji welatîbûna Sûriyeyê mehrûm kirine, mafê wan heye ku bibin namzed û komîteyê şert daniye namzed beriya meha Gulana sala 2011ê li Sûriyeyê be.

Komîteya Bilind a Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê

Destpêka Hezîrana îsal Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer biryarnameya serokatiyê ya bi hejmara 66an a sala 2025an derxist ku bi biryarnameyê komîteyeke bi navê “Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encûmena Gel” bi serokatiya Mihemed Teha El Ehmed hate avakirin.

Hejmara endamên Meclisa Gel 150 ye ku li gorî hejmara niştecihên li parêzgehan û li gorî kategoriyên rûspî û rewşenbîran û li gorî şertên ku ji aliyê Komîteya Bilind a Hilbijartinan ve hatine pejirandin, tên belavkirin.

Yek li ser sê endamên meclisê ji aliyê Serokkomar ve tên destnîşankirin ku 50 endam in.

Di heman demê de du beşên din jî bi rêya komîteyên hilbijartinê yên pejirandî li parêzgehan bi vî awayî tên belavkirin:

“Heleb 20 kursî, Şam 11 kursî, Gundewarê Şamê 10 kursî, Hums 9 kursî, Hema 8 kursî, Lazqiye 6 kursî, Tertûs 5 kursî, Idlib 7 kursî, Dêrezor 6 kursî, Heseke 6 kursî, Reqa 3 kursî, Dera 4 kursî, Siwêda 3 kursî û  Quneytra 2 kursî.”

Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin