
Mihemed Îsmaîl: Yan nenavendîbûn an parçebûn!
.
Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl rewşa dawî ya Sûriyeyê û helwesta Kurdan a li hemberî desthilata nû ya Şamê ji Rûdawê re nirxand.
Mihemed Îsmaîl diyar kir ku Sûriye êdî venagere sîstemeke navendî û çareserkirina pirsgirêka Kurdan mifteya aramiyê ye û got:
“Ne mumkin e Sûriye vegere sîstemeke navendî. Sûriye yan dê parçe bibe yan jî divê xwedî siyaseteke nenavendî be.”
Nihemed Îsmaîl got, “Em hikûmeta demkî û ragihandina destûrî ya Şamê qebûl nakin” û destnîşan kir ku “Hikûmeta Şamê di vexwendina şandeya hevbeş a Kurdan de ne cidî ye.”
Wî got ku “Birêvebiriya nû ya Şamê amade ye tewîzan bide derve lê nade gelê xwe” û peyama “Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdan, li Sûriyeyê aramî çênabe.”
Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl pirsên me bersivandin:
“Rewşa Sûriyeyê gelekî aloz e”
Rûdaw: Ez dê ji rewşa dawî ya Sûriyeyê dest pê bikim. Helwesta we ya dawî li ser rewşa Sûriyeyê çi ye? Bi taybetî, hûn wisa nabînin ku bêyî danîna destûreke nû û sîstemeke nû, êdî aramî û seqamgîrî li Sûriyeyê çênabe?
Mihemed Îsmaîl: Rewşa Sûriyeyê gelekî aloz e û her du mehan carekê bi awayekî diguhere. Di destpêkê de navê wan ji lîsteya terorê nehatibû derxistin, cezayên li ser wan nehatibûn rakirin, helwesta wan cuda bû. Hinek gotinên xweş û şêrîn derbarê pêkhateyan dihatin gotin. Me dilê xwe xweş kir û spasiya wan kir. Pişt re, piştî ku ceza ji ser wan hatin rakirin û navê wan ji lîsteya terorê hat derxistin, peymanên bi milyaran dolarî bi wan re hatin îmzekirin, helwesta wan bû tiştekî din.
Bi rastî ev cihê metirsiyê ye, bi taybetî ragihandina destûrî ya bi awayekî yekalî û avakirina hikûmetê bêyî guhdarîkirin û hevbeşkirina pêkhateyan, ev jî cihê nîgeraniyên me bû. Em wek Kurd, ji destpêkê ve di Konferansa 26ê Nîsanê de ku bi destpêşxeriya Serok Barzanî û hevkariya Birêz Mezlûm Ebdî, hemû hêzên siyasî yên Kurd karî nêrîneke hevbeş a Kurdî di du beşan de nîşan bidin. Beşek nêrîna me ji bo paşeroja Sûriyeyê çi ye û beşa din mafê Kurdan tê de çi dibe. Me şandeeke hevbeş ava kir. Şandeya hevbeş, ne hevserokatî weke sîstema te behs kiriye lê serokatiyeke hevbeş e
Rûdaw: Hevserok in.
Mihemed Îsmaîl: Ne hevserok in, serokatiyeke hevbeş e. Yek serokê şandeya wan û yek jî serokê şandeya me ye. Ew şande me rahênan kir û em civiyan. Me li ser wan xalên ku li pêşiya me ne û divê em di destpêkê de behs bikin û çima me ew xal danîne, lêkolîn û perwerdeyeke baş kiriye. Bi rastî heta niha şande bi hevsengî bi hev re ye û ti nakokî û cudahiyek di nav me de wek şande derneketiye lê heta niha hikûmeta Şamê ew şande vexwendî nekiriye.
“Heta ku Kurd di destûra Sûriyeyê de bên naskirin…”
Rûdaw: Çima? Sedema nevxwendina wê şandeê ji aliyê Şamê ve çi ye û ji ber çi ye?
Mihemed Îsmaîl: Ew wisa nîşan didin ku lihevkirina 10ê Adarê ya di navbera Mezlûm û Şer de, ew lihevkirin mijarên îdarî, leşkerî û lojîstîk in, teknîkî jê re dibêjin ku şandeeke wisa ava kirine. Ew şande jî heta niha negihîştiye ti lihevkirinê bi hikûmetê re. Em dibêjin ew şande girîng e, mijarên teknîkî, îdarî û leşkerî lê ya herî girîng û ji hemûyan girîngtir mafên gelekî ne.
Ango şandeya hevbeş, nêrîna siyasî ya Kurdî, mafê gel û neteweyek e ku bi dehan salan xebat û qurbanî dane û rastî zehmetî û tundiyê hatiye. Gelê me ji bo vê helwestê xebat kiriye û dê xebata Kurdî berdewam bike heta ku Kurd bigihîjin wê yekê ku hebûn û mafên wan di dilê destûra Sûriyeyê de bên naskirin.
Ew dixwazin vê yekê bidin aliyekî û paşguh bikin. Di destpêkê de mijarên teknîkî, îdarî û leşkerî, ango mijarên kesane û takekesî bêyî ku qebûl bikin ku gel û milet heye, neteweyek heye ku maf û taybetmendiyên wê bi awayekî cuda hene. Pêkhateya Kurdî ji hemû pêkhateyên din ên Sûriyeyê cuda ye, ji ber ku neteweyek e û taybetmendiyên xwe hene. Pirsgirêka Kurdan li Sûriyeyê, rast e niha ji çarçoveya teng a navxweyî derketiye û gihîştiye asteke navneteweyî.
“Pêwîst e guh li hebûna pêkhateyan bê girtin”
Rûdaw: Li Sûriyeyê û li gorî ku em dibînin, guhertina desthilatê dê bibe salek, tiştek nehatiye guhertin, navê komarê wek xwe maye ku Komara Erebî ye. Destûreke wan nivîsandiye ku desthilatên zêde dane serokkomar û sîstema navendî. Gelo ev ji bo Sûriyeyê guncav e?
Mihemed Îsmaîl: Bê guman na, ne guncav e. Sûriye, Ehmed Şer û Desteya Tehrîr El Şamê nikarin bêyî Kurd, Durzî, Elewî û pêkhateyên Suryan, Kildan û Aşûrî, bêyî Erebên Sunî yên beşa medenî û şaristanî desthilatdariya Sûriyeyê bikin.
Pêwîst e guh li hebûna pêkhateyan bê girtin, giringî pê bê dayîn û ew pêkhate bên razîkirin. Di serî de jî pêkhateya Kurd ku taybetmendiyên xwe hene, zimanekî xwe yê cuda heye, pêwîstiyên wê yên neteweyî cuda ne, xebateke wê ya dûr û dirêj heye.
Hêzên Kurdî bi hev re birêkûpêk in. Em hêzeke siyasî ne û nêrîneke me ya siyasî ji bo paşeroja Sûriyeyê heye. Ji ber vê yekê rewşa hikûmetê heta niha lawaz e. Ew hikûmet heta niha tenê behsa asta û baweriya navneteweyî dike.
Di vê dawiyê de Sûriye kete nav Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê. Wateya vê çi ye? Wateya vê ew e ku Sûriye ji eniya berxwedan û lidijbûnê, ji serbazgeha Îran û Rûsyayê derketiye û ketiye eniyeke din ku 180 pileyî cuda ye.
Divê sîstemeke din li Sûriyeyê bê avakirin û guhertin di her têrma Sûriyeyê de bê kirin. Pêwîst e ev guhertin li gorî xwendineke baş bin, biryarên baş li ser bên dayîn û guh li pêkhateyan bê girtin, guh li hêzên siyasî yên Sûriyeyê bê girtin. Sûriye nû ketiye nav Hevpeymaniya Navneteweyî û dixwaze pirsgirêkên xwe bi welatên derdorê re çareser bike. Mixabin ev pirsgirêka sîstemên hemû herêmê ye, amade ne tewîzan bidin her kesê li derve lê tewîzan nadin gelê xwe.
Ev rewşa sîstemên herêma me, Rojhilata Navîn bi giştî ye. Amade ye li derve Îsraîl, Tirkiye, cîran û Amerîkayê razî bike lê miletê xwe razî nake. Ev jî tiştekî ne rast e, tiştek e ku Sûriyeyê rûbirûyî xirabî û zehmetiyê dike.
“Helbet em qebûl nakin”
Rûdaw: Navê Kurd weke neteweyekê û navê neteweyên din jî di ragihandina destûrî de nebû, ti bend jî ji bo neteweyên ne-Ereb di wê destûrê de nebû. ENKS vê yekê qebûl dike?
Mihemed Îsmaîl: Helbet em qebûl nakin. Me li ser ragihandina destûrî beyannameyek derxist û helwesta xwe eşkere kir. Derbarê pêkhateya hikûmeta ku hat avakirin, hikûmeta demkî, me nêrîna xwe diyar kir ku em nîgeran û ne razî ne. Heta niha ku me ev şande ava kiriye, me destê dan û standinê dirêj kiriye.
Em ji şêwazê vê birêvebiriya nû ya ku hatiye, em nabêjin dijminê me ne lê li gorî pêngavên wan, wek ku we jî got, mafê neteweyan di serê wan de nîne. Mifteya çareseriyê ew e ku em di destpêkê de deriyê dan û standinê vekin, belkî tiştekî wisa bikeve serê wan û berjewendiyên miletê xwe, xwe, welat û Sûriyeyê bibînin. Eger ev nebe, em dê jî wê demê xwe wek opozîsyon amade bikin. Ji bo me mafê gelê Kurd mijareke stratejîk e.
"Em dibêjin nenavendî"
Rûdaw: Baş e, hûn wek ENKSyê heta niha jî daxwaza federalîzmê ji bo Sûriyeyê dikin?
Mihemed Îsmaîl: Ne mijara federalîzmê, em dibêjin nenavendî. Nenavendî li ser bingeha dan û standinê û tiştê ku di berjewendiya Sûriyeyê de ye, em bigihîjin lihevkirinê. Ne ku ew tiştekî qebûl nekin û em jî asta daxwaziyên xwe bilind bikin ku tenê bibin dirûşm.
Dema em dan û standinê dikin, di berjewendiya vî welatî de, ew dan û standin li ser bingeha yekîtiya gelê Sûriyeyê û li ser bingeha yekîtiya cografyaya Sûriyeyê ye. Li ser vê bingehê em dan û standinê ji bo paşeroja Sûriyeyê, Sûriyeyeke geş ku têra hemû xelkê wê bike, dikin. Em wek hêzeke siyasî, Encumena Niştimanî ya Kurd, li cem me wek encumen û bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, ne mumkin e ku mijarên stratejîk bike taktîk.
Li cem me stratejî, nirxê wê çi dibe bila bibe, di xebatê de em dê li ber xwe bidin û qurbaniyan ji bo bidin. Gelê me qurbanî ji bo daye û heta niha jî berdewam dike. Em bi taktîk dan û standinê dikin lê stratejî hebûna serekî ya gelê Kurd û mafê rewa yê gelê Kurd e.
“Bi darê zorê yekkirina xelkê nayê qebûlkirin”
Rûdaw: Lê ew nenavendiya ku hûn daxwaz dikin, hûn dan û standinê li ser dikin, digihîje asta federalîzmê wek daxwaziya we?
Mihemed Îsmaîl: Heta federalîzmê jî. Federalîzma dewletekê ne wek ya dewleteke din e. Federalîzma Îmaratê ne wek federalîzma Almanyayê ye, ya Almanyayê ne wek ya Swîsreyê ye. Ango ew tiştê ku hikûmet û miletê wî welatî li ser li hev bikin, çi federalîzm be yan nenavendiyeke berfireh be. Pêwîst e li Sûriyeyê hemû baweriyê bi Sûriyeyeke pirnetewe, pir-ol û pirpartî bînin. Ev Sûriyeya pirreng, mifteya wê yekê ye ku tu bikevî nav pirsên din û bi cidiyet li ser berjewendî û paşeroja vî welatî dan û standinê bikî û bigihîjî biryarên baş. Ew dan û standina ku bigihîje biryarê, divê pêkhateyan razî bike. Divê ew pêkhate bindest nebin. Bi darê zorê yekkirina xelkê nayê qebûlkirin. Rejîmê jî bi vî awayî dikir û digot gelê Sûriyeyê yek e.
“Ne mumkin e Sûriye vegere navendîbûnê”
Rûdaw: Ango navendî çênabe, wisa ye? Bêyî hebûna sîstemeke nenavendî êdî Siwêda venagere ser Şamê, herêmên peravê dê aram bibin bêyî sîstema nenavendî?
Mihemed Îsmaîl: Ne mumkin e Sûriye vegere navendîbûnê. Ti kesek li Sûriyeyê qebûl nake, heke di xeyala hinek kesan de hebe û wisa bifikirin ku kesek û partiyek desthilatdariyê bike û Sûriyeyê bixe nav vê aloziyê. Gelê Sûriyeyê di van 15 salên borî de ew qas nexweşî û alozî dîtin, zehmet e ku careke din bibe dewleteke navendî û careke din desthilateke tund û hişk û binpêkirina prensîbên cîhanî û çaresernekirina pirsgirêkên welat vegere Sûriyeyê. Yan dê parçe bibe yan jî divê xwedî siyaseteke nenavendî be.
"Parlamento bi xwe wêrek nîne"
Rûdaw: Parlamento jî hat pêkanîn, demek berê bi şêwazekî taybet hat avakirin. Hûn wek ENKSyê vê parlamentoyê nas dikin?
Mihemed Îsmaîl: Heta niha ew parlamento bi xwe wêrek nîne. Sêyeka wê xistine destê serok û heta niha nikariya çareser bike. Parêzgehên Reqa, Dêrezor, Siwêda û Hesekê heta niha hatine paşxistin. Paşxistin, ango pirsgirêkek heye. Ew pirsgirêka ku nikarin çareser bikin, çawa dikarin çi parlamentoyê (ava bikin)?
Divê parlamento raguhêz be û wêneyê hemû xelkê tê de diyar be. Ew parlamentoya ku hemû bi damezirandinê bûye, ne bi hilbijartinê ye. Şêwazekî lawaz ê hilbijartinê û bi navê damezirandinê ye, destnîşankirin e.
Ew destnîşankirin jî heta niha wêrek nîne û dixwaze bi xweferzkirinê naskirina navneteweyî ji bo xwe bi dest bixe da ku karibe karê xwe bi vî awayî bike. Ji ber ku parlamento girîng e. Girîngiya parlamentoyê çi ye? Ew destûra heyî di parlamentoyê de tê sererastkirin û ew biryarên ku di parlamentoyê de tên dayîn. Li dinyayê hemû îdare ne destûr e, destûr û biryar e û ew biryar di parlamentoyê de tên dayîn, kêm û zêde dibin.
Divê gelê Sûriyeyê fêrî şerekî parlamentoyî û gotûbêjê bibe û bikeve qonaxeke din, ne ku bi çek û dezgehên ewlehiyê îdare bikin û hay ji hev hebin. Bila opozîsyon diyar be, bila destê xwe li maseyê bidin û vekişin û careke din vegerin. Ango gotûbêj û kêşmekêş di hemû parlamentoyên dinyayê de heye, xelk îradeya xwe tîne ziman. Dema xelk nikaribe tiştê di dilê xwe de ye derbire û nîşan bide, welat bi pêş nakevin. Eger rexne nebe, malbat jî pêş nakeve.
“Eger pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin, aramî çênabe”
Rûdaw: Em behsa çûna şandeya hevbeş a Kurdî ya Şamê bikin. We behs kir ku ew dibêjin lihevkirinek hatiye kirin, ew jî lihevkirina 10ê Adarê ye û gotûbêj ji vî alî ve tê kirin. Ango çûna şandeya hevbeş a Kurdan girêdayî serkeftina lihevkirina 10ê Adarê ye?
Mihemed Îsmaîl: Na, 10ê Adarê mijarên teknîkî ne. Ango leşkerî, îdarî, aborî û xizmetguzarî. Derfeta çareserbûna wan xizmetguzariyan heye ku bi awayekî bin. Lihevkirina 10ê Adarê bi xwe çi ye? Hilweşandina HSDyê, hilweşandina îdareyê û tevlîbûna bi dewletê re ye. Bingehên wê hemû giştî ne û wateya wê ya dawî ev e. Tu nikarî bibêjî ev di berjewendiya Kurd de ye, ji ber ku pêwendiya Kurd pê nîne, îdareyeke li herêmê ye.
Di demekê de ku şandeya Kurdan miletek e, neteweyek heye, taybetmendiyên wê hene û dan û standinê bi welatê xwe re dike derbarê paşeroja welat û mafê wê pêkhateyê. Ev rûpeleke nû ye û ne mumkin e aramî li Sûriyeyê çêbibe eger pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin. Eger pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin, aramî tê de çênabe û gelê Kurd ê Sûriyeyê bi hemû şêwazên xwe pêk hatiye.
“Hikûmeta Şamê ne cidî ye”
Rûdaw: Hûn neçûna şandeyê ya Şamê bi çi ve girê didin û bo çi vedigerînin?
Mihemed Îsamîl: Ez dibêjim hikûmeta Şamê ne cidî ye û guhdan nekiriye û aliyên navneteweyî jî alîkarî nekiriye, Fransî û Amerîkî her roj li cem me bûn û digotin hûn li hev bikin em dê bi we re bên Şamê û dîrokekê destnîşan bikin û alîkariya we bikin lê pişt ku me şande çêkir û me li hev kir her du alî xuya nakin. Amerîkî navbeynkariya aliyê teknîkî dike û dibêje du şande li Şamê dê ji bo hev bibin sedema tevliheviyê lê vê dawiyê baweriyek çêbûye ku eger her du şande li Şamê bin dê baş be.
Em berdewam dixwazin dan û standin û diyalogê bikin weke Kurdan û şandeya Kurdî ya hevbeş. Ev şande û belgeynameya ku me li ser hev kiriye hejmara herî zêde ya Kurdan li gel wê ne. Bila dinya hemû zanibe û hikûmeta Şer jî bizane û milet û dewletên derdorê bizanin ku miletê Kurdên Sûriyeyê bi piraniya xwe piştevanê wê şandeya hevbeş e ji ber ku bi rastî tiştekî dîrokî bû û hemû partiyên siyasî û komeleyên civakî û rewşenbîrî, ciwan û jin, kesên serbixwe, kesyateyên olî û rûspî, bi hev re nerîneke hevbeş pesend kiriye û ji bo me ev tiştekî giring e û hêja ye û em xwe geşbîn dibînin ku pê pabend in.
Ev yek berdewam dike û ev dimîne zextek û em dê fişarê bikin li ser aliyê navneteweyî û dosetên xwe û derdora me û her wiha Herêma Kurdistana Îraqê jî alîkariya me bike ku hikûmeya Şer (Ehmed Şer) bikare baweriyê bi vê şandeyê bîne û dan û standinê pê re bike.
“Doza me hatiye naskirin”
Rûdaw: Çima Şam dixwaze zêdetir derbarê petrol û çekan de dan û standinê bi Kurdan re bike, ne li ser mafên siyasî û neteweyî?
Mihemed Îsamîl: Ew ji meseleya neteweyî direve û hinceta wê ew e ku bi partiyên siyasî rûnanin lê meseleyên teknîkî û hunerî jî wê ne li gorî kêfa wê be. Ew difikre ku her dema ku bêje, dê hema birêvebirî radestî hikûmetê bibe û wê leşker bêne radestkirin, mesele ne wisa ye. Hêzeke li ser erdê heye û cihek jî heye. Em hez nakin bi şer û dilreqî çareser bibe, em hez dikin maseya dan û standinê û diyalogê bê danîn.
Ji bo welatan jî em di wê baweriyê de ne ku Amerîka û Fransa û dewletên derdorê yên pêwendîdar bi dosyeya Sûriyeyê re ne li dijî kurdan in û ne li dijî nerînên me ne, ev jî giring e.
Doza me hatiye naskirin û ji çareçoveyeke xwecihî ya teng derketiye asteke navneteweyî. Doza Kurdan nema binçav dibe.
“Mafê miletan di serê wan de tune”
Rûdaw: Gelo hûn hest dikin ku cureyek ji şovenîzmê li dijî Kurdan li Sûriyeyê tê çêkirin, wek wê yekê dema ku sindoqa boyaxkirinê ji bo heqareta li gelê Kurd hatibû bilindkirin?
Mihemed Îsamîl: Bazneya jor ya birêvebiriya Şamê û bazneya duyem ya di bin wê de hinekî perwerdekirî ne û gotinên şaş di aliyê siyasyî nabêjin lê bazneyên di bin wan re nijadperest û tundrev in û tiştek di wan de nahatiye guhertin.
Ev rastiyek e, ez dikarim bi vî awayî teswîr bikim ku bazneya jor û ya duyem hinekî bi diplomasî diaxivin lê bazneyên sê, çar û jêrtir bi yekcarî. Ew rî û ew cil e, bi tenê çîna jor taxim û qerewat girê dane û aliyê din weke xwe mane û mafê miletan di serê wan de tune, tenê tundrevî, nejadperestî, dijayetîkirin û tolhildanê li cem wan heye û ev jî rastiyek e. Bi vî awayî dewlet bi rê ve naçe. Ewên ku hatine perwerdekirin hejmareke biçûk e û ne bes e û dema xelk berhemê wan li ser erdê dibîne dê navûdengiya wan kesan jî xerab bibe.
Çavê miletê Sûriyeyê vebûye û êdî nema bi paş ve vedigere. Miletê Sûriyeyê bi tevahî û bi taybetî miletê Kurd bi paş ve venagere. Doza Kurdan li dinyayê hatiye şirovekirin di çarçoveya wê opozisyona Sûriyeyê de û di nava wan 13-14 salên kirîza Sûriyeyê de ku bi hezaran semîner û dan û standin di aliyê dipolamsî û pêwendiyên navneteweyî de hatiye kirin her wiha li navendên lêkolînan ku doza Kurdan hatiye şîrovekirin.
“Serok Barzanî her tim xemxurê miletê Kurd e”
Rûdaw: Ez têm Hewlêrê, hûn û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî bi Serok Barzanî re civiyan. Di wê civînê de behsa çi hat kirin?
Mihemed Îsamîl: Ji xwe di civînekê de ku Kak Mesrûr di navbera me de rûniştîbû û em li aliyê çep û rastê bûn û derbasbûna me bo hola Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata navîn ev nîşan û peyameke gelekî girîng e û Herêma Kurdistanê her tim piştevanê yektiya Kurdan e û dişopînê ku Kurd yekgirtî bin û yek hêz bin û ev nameyeke ji her kesî re.
Ya duyem jî ENKS ne kêmî tu kesî û aliyî ye lê her du bi hev re û weke hev in û ev jî girîng e. Piştî wê me cenabê Serok Barzanî dît. Serok Barzanî her tim xemxurê miletê Kurd e û xemxurê doza Kurdan û xemxurê yektiya Kurdan e. Yekrêzî û yekhewestya Kurdan ji bo wî bingeh e û tekezî li ser vê yekê kir û piştevaniya me li ser vê yekrêziyê kir.
Şande li cem wî cihê giringiyê ye, şande û nerîna ku me li ser hev kiriye. Serok Barzanî her tim dibêje hûn li ser çi li hev bikin ez destxweşiyê li we dikim û piştevaniya we bi her tiştî dikim. Pişt re me cuda jî serok Barzanî dît weke şandeya Partiya Demokarat a Kurdistanê-Sûriye ku ji sekreterê û polîtburoya wê pêk dihat û di wê civînê de careke din heman tekezkirin li ser yekrêziya û yekhelwestiya Kurdan hat kirin.
Her wiha nerînên xwe li ser paşerojê jî anîn ziman û li aliyekî din behsa pêwendiyên xwe û hikûmeta Bexdayê û zehmetiyên piştî hilbijartinên Îraqê, asoyên pêkanîna hikûmeta Îraqê û zehmetiyên li pêşiya Kurdan kir. Me jî behsa rewşa dawî a Sûriyeyê û Rojavayê kurdistanê kir. Civîneke siyasî ya gelekî serkeftî bû.
“Cenabê Barzanî piştevanê doza Kurdan e”
Rûdaw: Gelo piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo rojavayê Kurdistanî ji aliyê Şamê ve bêyî hesasiyet tê temaşekirin?
Mihemed Îsamîl: Hesasiyet hebe tune be, Herêma Kurdistanê û Cenabê Barzanî piştevanê doza Kurdan e li her perçeyê Kurdistanê û dixwaze yekrêziya Kurdan biparêze. Serok Barzanî li deverê hatiye naskirin ku tundî û dijayetiyê bi xelkê re nake lê bi hevpeymaniyê û çareserkirina aqilmendan û hişmendane, lewma Şamê bi çi hesasiyetê lê binere yan her aliyê din ê navneteweyî û derdorê bi çi çavekî din lê dinere, ev li ser wan dimîne.
Herêma Kurdistanê piştevaneke dilsoz e bi me re. Em hevpeyman in û me bi kar nayîne lê me weke hevpeymanekî xwe dibîne û li her cihî piştevanî û alîkariya me dike û naxwaze doza Kurdan li Sûriyeyê lawaz bibe.
“Revenda Kurdan ketiye qonaxeke gelekî baş”
Rûdaw: Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa û welatên din zêde ne, ew dikarin çi bikin ji bo piştgiriya wê yekê ku Rojavayê Kurdistanê bibe xwedî statuyekê?
Mihemed Îsamîl: Revenda Kurdan ketiye qonaxeke gelekî baş, berê belav bû lê niha weke Diyasporaya Kurdan bi civîn û dîtîn û komên pêwendiyê, hêzeke xurt çêbûye. Me hemû pêwîstî pê heye ku lobiyeke Kurdan hebe. Lobiyeke xurt ji karsaz û kesyateyan her wiha ciwan, xort, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd. Niha li her welatî nivîsingehên xwe vekirine û karek dibe ku gelekî girîng e sûdê ji wê enerjiya hêza Kurdan a li Ewropayê bê kirin ku piştevtaniya doza me bikin ji ber ku li wir derfet û azadiyeke zêdetir heye. Pêwendiya me bi wan re berdewam dike. Trêna wan ketiye ser sikeya rast û dimeşe û piştevaniya doza xwe dikin.
“Aliyê navneteweyî, ne li dijî miletê Kurd û daxwazên wan e”
Rûdaw: Pêwendiya we li gel welatên din çawa ye? Gelo hûn daxwazê ji Amerîka û Ewropayê dikin ku di civînên xwe yên bi berpirsên Şamê re, behsa garantîkirina yasayî ya mafên Kurd û netewe û olên din bikin?
Mihemed Îsamîl: Em weke Encumena Niştmanî ya Kurd dan û standinên me li gel hemû alî û welatên pêwendîdar bi dosyeya Sûriyeyê heye eger Amerîka be yan Rûsya be. Dewletên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê û dewletên Ewropî, dan û standin û têkiliyên me bi hemûyan re hene û em hez dikin bi vî awayî be ji ber ku em xwedî dozekê ne û em doza xwe bo wan şîrove dikin.
Ez dibêjim ku ev aliyê navneteweyî, ne li dijî miletê Kurd û daxwazên wan e, ji ber ku ev mafê ku em daxwaz dikin li Sûriyeyê ziyanê naghîne mafê ti kesî ye. Eger Kurd bighêje mafê xwe ti ziyan nagihêje mafê kesê din, berevajî wê, dê welat pê dewlemend bibe û civaka Sûriyeyê pê xurt bibe ji ber vê jî pêwendiyên me li gel hemû aliyên navneteweyî baş in û ev ji me re girîng e. Revenda Kurdan girîng e weke te jî berî niha got her wiha em li gel aliyê navneteweyî yên bi bandor û pêwendîdar bi Sûriyeyê re jî di pêwendiyê de ne. Di heyama van 14 salên krîza Sûriyeyê me pêwendî bi hemûyan re kir ew jî bi rêka balyozxane, wezîr, xelk û navendên wan ên lêkolînan û me doza Kurdan ji wan re behs kir. Me nedîtiye ku hinek li dijî doza me bin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin