Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan

Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan

.

A+A-

 Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan ji Ewropayê vedigerin warê bav û kalan.

Gundê Bacinê yê navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê yek ji gundên Kurdên Êzdî ye ku ji ber şerê 50 salî yê di navbera PKK û Artêşa Tirkiyê de salên 80yî bi temamê hatibû valakirin. 

Lê bi destpêkirina pêvajoya nû ya çareseriyê û arambûna rewşê xelkê gund ku bi neçarî koçî welatên Ewropayê kiribû êdî hêdî hêdî vedigerin ser axa bav û kalên xwe.

"Ewropa çi qaş xweş û rihet be dil û mejî ne rihet e"

Niştecihê gundê Bacinê Sewredîn Akan sedema vegera xwe wiha anî zimên:

"Salên 1984-1985an de ji ber meseleya Kurdan û şerê wan û Tirkan em ji vê derê derketin.

Xelkê gund koçî Ewropayê kir. Niha gelek kêfa me tê ku aştî çêbibe di vî welatê me de.

Milet hemû dixwaze vegere. Çi qas Ewropa xweş û rihet be dil û mejî ne rihet e.

Çandek cûda ye û zarokên me dê ji destê me herin. Em kurê vê axê ne.

Warê bav û kalên me ye. Miriyên me jî li wê derê bimirin em tînin û li vê derê vedişêrin.

Malbatên ku ji Almanya, Fransa û Belçîkayê vegeriyane, bi keda xwe ya salan, gundê xwe ji nû ve ava dikin.

Li şûna xaniyên kevn, vîlayên nû û modern çêkirine ku ev jî nîşana biryarderiya wan e ji bo jiyaneke nû ya li ser vê axê.

"Piştî min gelekan dest bi çêkirina xaniyan kirin"

Sewredîn Akan da zanîn piştî wî gundiyên din jî li gund xanî lêkirine û wiha got:

“Ez 2005an ez hatim Bexdayê û di şerê wê demê de ez ji Bexdayê hatim Sûriyeyê û ji wê derê jî hatim vê derê.

Min got ez dixwazim cihê ku lê jiyame bibînim. Li cihê xaniyê min berê 300 darên hêjîran tê de bûn lê hemû qelandibûn û tiştek nehêlabûn.

Piştre min xaniyek çêkir. Piştî min gelekan dest bi çêkirina xaniyan kirin. Ev qesr û ew qesr çêbûn û hêdî hêdî gund hat avakirin."

Berî ku bê valakirin hejmara malên li gundê Bacinê 70 heta 80 mal bûn

Niha derdora 10 xaniyên nû li gund hatine avakirin.

Xelkê gund bi hêvî ne ku bi bipêşveçûna pêvajoya çareseriyê kesûkarên wan ên mayî yên li Ewropayê jî di demeke nêzîk de vegerin ser warê xwe.

Gundê Bacinê, yek ji gundên herî kevnar ên Êzidiyên  herêma Torê ye û  tenê 7 kîlometre ji Midyadê dûre.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin