
Mezlûm Ebdî: Werin em qonaxa nû bi hev re ava bikin
.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de bang li hemû aliyan kir ku "bi hev re di avakirina qonaxa nû de cih bigirin."
Di peyama xwe ya cejnê de, Mezlûm Ebdî got: "Em Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan, şervanên jin û mêr ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hemû Sûriyeyiyan û cîhana Îslamî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku aştî li seranserê welat belav bibe û hemû koçber vegerin malên xwe. Werin em bi hev re di avakirina qonaxa nû de cih bigirin û jiyana hevbeş xurt bikin. Cejna we pîroz be."
Mezlûm Ebdî di daxuyaniyeke din de jî, derbarê pêkanîn û armanca şandeya Kurdî de got: "Avakirina şandeya hevbeş a Kurdî di çarçoveya pêkanîna lihevkirina 10ê Adarê de ye, ku tekezî li ser misogerkirina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyeke yekgirtî de dike. Em bawer dikin ku naskirina mafên pêkhateyan bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk û adil e ku hemû kes tê de beşdar bibin."
Ebdî herwiha da zanîn jî, şandeya Rêveberiya Xweser û şandeya hevbeş a Kurdî hev temam dikin û got: "Herdu şande rêyeke temamker in û pabendbûna me bi diyaloga niştimanî weke vebijêreke stratejîk a ber bi paşerojeke ku edalet û wekheviyê pêk tîne, nîşan didin."
Şandeya Hevbeş a Kurdî
Li Rojavayê Kurdistanê, ji bo birêvebirina diyalogê bi hikûmeta Şamê û aktorên navneteweyî re, roja 4ê Hezîranê şandeyeke hevbeş a Kurd hat avakirin. Ev pêngav li gorî biryara ku di Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurd de, ku di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, hatiye avêtin.
Şandeya hevbeş bi hevserokatiya Mihemed Îsmaîl û Perwîn Yûsif e û ji van endaman pêk tê: Aldar Xelîl, Reyhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwîş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif.
Ev geşedan di demekê de ye ku hefteya borî jî, şandeyeke din a Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna danûstandinan ligel berpirsên hikûmeta Şamê çûbû paytextê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin