Mezlûm Ebdî vekişîna hêzên Amerîka rexne kir: Gefa DAIŞê zêdetir bûye

Mezlûm Ebdî vekişîna hêzên Amerîka rexne kir: Gefa DAIŞê zêdetir bûye

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, piştî êrîşên çend rojên dawî yên çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê bi ser hêzên wan de got ku gefa DAIŞê li herêmê hîn zêdetir bûye û rexne li vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêmê girt.

Ebdî destnîşan kir, bi hebûna çend sed leşkerên Amerîkî li baregehekê nikarin rê li ber vegera DAIŞê bigirin ku gefa DAIŞê zêdetir bûye.

Mezlûm Ebdî herwiha diyar kar, agahiya wan ji zû ve ji vê gava vekişîna Amerîkayê heye û ew bi wan re kar dikin da ku valahiyê nehêlin û şerê DAIŞê dewam bikin.

Hêjayî gotinê ye, doh ajansa Reutersê ragihandibû ku Amerîkayê baregehên Wezîr û Til Beyder vala kirine û beriya wê jî baregeha Til Beyderê vala kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin