
Metirsiya li ser daristanên Rojhilatê Kurdistanê: Bi hezaran hektar bûn xwelî
.
Îsal ji ber şewatê rûbereke mezin a daristanên li deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê şewitî û jîngehparêz hişyariyê didin ku metirsiya jinavçûna daristanan heye.
Jîngehparêzê ji Selasê Bawecaniyê Mesûd Mihemedî got:
“Eger daristan û darberû nebin, ev çiya û kevir li vir xwe nagirin, hildiweşin û diçin xwarê û lehî çêdibe.
Niha li Zagrosan pileya germahiyê bilind bûye û îsal me di her çar demsalan de dît ku guheriye û pileya germahiyê zêde bûye.
Sedema wê ew e ku darberû dişewitin. Darberû û zindewer wekî zincîreke bi hev ve girêdayî ne û her yek ji wan nebe, ya din jî nabe.”
Ji ber bûyerên şewatê, rûberê daristanên Rojhilatê Kurdistanê û devera Zagrosê sal bi sal biçûktir dibe.
Beşek ji şewatan ji ber guherînên avhewayê û bilindbûna pileya germahiyê ye lê li pişt beşeke din a şewatan sedemên mirovî hene ku ew jî yan ji ber xemsariya welatiyan e yan jî bi qestî agir berdidin daristanan.
Mesûd Mihemedî wiha li axaftina xwe zêde kir:
“Çi diqewime dema bi qestî agir berdidin daristan û darberûyan?
Ev bi zanebûn tê kirin. Ew kesên ku agir berdidin daristanan, kujerên jîngeh û jîngehparêzan in.
Yên ku agir berdidin daristanan kujerên daristanên Zagrosê ne, kujerên zindeweran in.”
Li gorî amaran, îsal li parêzgeha Kirmaşanê zêdetirî 2 hezar û 774, li Sineyê hezar û 800, li Loristanê 646, li Îlamê herî kêm hezar û 200 û li parêzgeha Urmiyeyê jî nêzîkî 400 hektar daristan şewitîne.
“Şewat encamên wêranker bi xwe re tînin”
Jîngehparêzê ji Ciwanroyê Yasir Nûrî jî li ser encamên şewatê wiha axivî:
“Şewata li daristanên Zagrosê encamên wêranker ên jîngehî, aborî û civakî bi xwe re tînin, wekî jinavçûna giya û deviyên curbicur û hemû cureyên din ên zindeweran.
Her wiha jidestdana çavkaniyên sereke ji bo civakên xwecihî û zêdebûna rûçikbûna axê û çêbûna lehiyê.”
Jîngehparêz ji jinavçûna daristanan dilgiran in û dibêjin, bandorên wê yên neyînî di demeke dirêj de dibin sedema karesatan.
Yasir Nûrî tekez kir û anî ziman:
“Tişta ku cihê behs û balkêşiyê ye, şewitandina daristanan dibe sedema karesata herî mezin a jîngehî ji bo nifşên paşerojê.
Têkbirina darberûyan ku bi hezaran salan digire heta geş bibin, tê wateya jidestdana samaneke xwezayî ya ji bo nifşên siberojê.”
Li gorî Birêvebiriya Parastina Jîngeha Îranê, rojane 500-600 hektar rûberê daristanên wî welatî ji nav diçe.
Di 80 salên borî de, nêzîkî 7 milyon hektar ji rûberê daristanên Zagrosê ji nav çûye û niha tenê 6 milyon hektar jê maye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin