Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Merivê ku tevî karê Xwedé bibe, sena wî naçe serî û dawiyê de poşman e

A+A-

"Carekê camêrek, di germa havînê de di bin siya dareke gûzê de rawestiya ye.

Dema ku ew xwe li bin dara gûzê dirêjdike , li raserî xwe dinêre ku, vaye hinek kundirên mezin li ser çiqilkên xwe yên tenik gelekî mezin bûne. Ew bala xwe dide dara guzê ya gelekî qalinde û dibîne hinek gûzên pirbiçûk bi çiqilkên wê ve hene , ew ji xwe ra dibêje:

Ya Xwedayê min!

Li ser çiqilkên şitla gelekî  tenik, kundirên pir mezin bi ber ezmanan ve bilind dibin û bi çiqilkên  dara gûzê yên qalind ve  jî gûzên pir piçûk hene!  Wê ne baştirbûna ku, ev kundirên mezin bi  dara gûzê û gûzên piçûk jî li ser şitla gundire zirav mezin bibûna?

Hîna xebardana mêrik tamam nabe,  gûzek ji şaxê xwe dikeve xwarê  û li serê mêrik dikeve.

Serê mêrik êşiya ye , ew î serê xwe hejandiye û gotiye:

Ya Xwedê , ez tobe dikim, ez ê careke din ji karê we xeber nedim. Te çi afirandiye, di her tiştî de jî aqil heye.

Gava ku kundirê mezin di dewsa gûzê de ji çiqilkê xwe bihata xwarê û li serê min biketa,  kî dizane wê  serê min çiqasî bişkestina..“

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin