
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
.
Endamên Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ku peyvên kurmanciya Kurdî yên taldeyan mane an jî bi windabûnê re rû bi rû mane ji nû ve zindî dikin, 72yemîn civîna xwe li Qosera Mêrdînê kirin.
Koma ku salê du caran û li bajar an jî navçeyeke cuda dicive, ji sala 1987an de bênavber vê xebata xwe berdewam dike.
Yek ji endamê vê komê Hemîdê Smaîlaxa ku ji Qoserê bû ku di dema koronayê de canê xwe ji dest dabû. Di civînê de Hemîdê Smaîlaxa jî careke din hate bibîranîn.
Ev hemû zimanzan û nêçîrvanên peyvên Kurdî yên li ber mirinê ne. Her yek ferhengeke zindî ya li ser pêyan e.
"Em rê li ber vejîna bêjeyan xweştir dikin"
Endamê Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Mustafa Aydogan, "Karê me yê devokan e.
Pêşkêşkirina bêjeyên di stranan de, wergera wan û hin bêjeyên klasîkên Kurdî yên li ber windabûnê ne.
Ev bêjeyên ku niha di civatan de zêde nayêne bikaranîn, em rê li ber vejîna wan xweştir dikin ku di civatê de vejîn û ji aliyê civatê ve bê bikaranîn."
Her yek ji devera xwe, bi mînakên cuda û dabaşeke germegerm hewl didin ku di van civînan de peyvên ku li quncikek maye an jî bin ax bûye ji nû ve zindî bikin.
Endama herî ciwan ango temenbiçûk jî Îklîm Orala ji Xarpêtê ye.
Peyvên ku wê berhev kirine jî bûye mijara civînê.
Peyva “kar”
Mamosteya Kurdî Îklîm Oral qala mînakên devera xwe dike û wiha dibêje:
"Peyva kar hûn wekî xebat dizanin lê li cem me kar tê wateya şiverê. Ya din jî peyva baş e.
Wexta em dibêjin te karê xwe baş kir ne di wateya ku te karê xwe penç kir, rind kir.
Li cem me dema em dibêjin te karê xwe baş kir, yanî te karê xwe xilas kir?
Em bibêjin li malê tiştekî xilas bibe, biqede, em dibêjin ev baş bûye."
Di civînê de ne tenê ji Bakurê welat, ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê û kafkasyayê jî nêçîrvanên peyvên Kurdî amade bûn.
"Em ji bo pevyên ku li herêmên cuda tên bikaranîn neyên windakirin dixebitin"
Zimanzanê ji Rojavayê Kurdistanê Selam Nûman armanca xwe wiha anî zimên, "Ez ji Qamişloyê me.
Ew peyvên ku li filan herêmê û li filan herêmên cuda têne bikaranîn ji bo ku neyêne windakirin em dixebitin. Ev yek ji armanc û erkên civînê ne."
Rênas Avdarê ku ji Başûrê Kurdistanê beşdarî civînê bûye got:
Ez ji Zaxoyê me. Ez piranî li ser devoka Zaxoyê dixebitim.
Hemû devokên ku eşîr û herêm û mintiqeya Zaxoyê mijara xebata min e."
Di civînê de endamên ku nekarîn bi awayekî rû bi rû amade bin jî bi rêya online tevli civînê bûn.
Civîna koma Kurmancî heta niha ji Hewlêrê heta bajarê Wanê, Bazîda Agiriyê heta Amedê, li gelek cihên cuda çêbûye.
Çav li rê ye ku ev civîn sala bê li bajarekî herêma Serhedê pêk bê.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin