
MÊRDÎN - DEDAŞê kareba qut kir: Krîzeke mirovî dest pê dike
.
Kompanyaya Belavkirina Karebayê ya Dîclêyê (DEDAŞ) li Mêrdîn û navçeyên wê dîsa dest bi qutkirina karebaya gundan kiriye û jiyana nexweş û ajalan di metirsiyê de ye.
Li Mêrdîn û navçeyên wê, bi taybetî li navçeya Qoserê qutbûna demdirêj a karebayê bûye sedema krîzeke mirovî û aborî.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî di mehên havînê de, pirsgirêka qutkirina karebayê ya ji aliyê DEDAŞê ve dibe pirsgirêkeke kronîk.
Bi germbûna hewayê re ku germahî gihiştiye 40 pileyî, qutkirina karebayê ku carinan heta 12 saetan didome, jiyana nexweşên giran û zarokên ku bi alîkariya cîhazên pizîşkî dijîn dixe xeteriyeke mezin.
Di heman demê de, cotkar û ajaldar jî ji ber bêaviyê rûbirûyê zehmetiyên mezin mane lewre bi nebûna karebayê re ew nikarin ne zeviyên xwe av bidin û ne jî avê ji bo ajalên xwe dabîn bikin.
DEDAŞ gelek caran sedema van qutkirina wekî "bikaranîna zêde" û "karên temîratê" “karebeya qaçax” nîşan dide lê belê welatî û cotkar diyar dikin ku ev polîtîka bi taybetî di dema ku pêdiviya wan herî zêde bi av û kahrebayê heye, tê meşandin û jiyana wan felc dike.
Nexweşên li ser cîhazan dixwazin karebeya wan bê berdan
Li gundê Qereqûyê yê girêdayî Qoserê, rewş gihiştiye asta herî krîtîk. Welatiyê bi navê Hekîm Kutlucan, bavê sê zarokên astengdar e ku zarokên wî nikarin ji nav nivînan rabin, rewşa xwe wiha tîne ziman:
"Berê rojane 3 saetan kareba diçû lê niha DEDAŞê ev kiriye 12 saet.
3 zarokên min ên nexweş hene, cîranên me hene ku bi makîneyan ve girêdayî dijîn.
Êdî bes e!"
Yek ji nexweşên ku bi cîhaza oksîjenê ve girêdayî ye jî bi hawar û gazin dibêje, "Êdî nikarim tehemûl bikim!" û bang li rayedaran dike ku bi lez çareseriyekê bibînin.
Ajaldarî û çandinî li ber têkçûnê ye
Li gundê Emrûtê yê Qoserê jî rewş ne cuda ye.Ajaldarên herêmê diyar dikin ku ji ber birîna 9 saetan a elektrîkê di bin germahiya 45 pileyî de, ajalên wan bê av mane.
Welatiyekî bangî rayedaran kir û got, " Ez bangî qaymeqam û rêzdar parêzgar dikim. Ev ajal di bin 45 pileyan de bê av mane. Ez bangî berpirsan dikim. Berê 4 saetê karebe dihat qutkirin niha zilmeke din jî kirin û 9 saetan karebayê qut dikin.
Ajalên me bê av mane rêzdar parêzgar ji me re çareyekê bibînin û dawî li vê zilma parêzgar bînin.
Xelkê Mêrdînê di navbera germa havînê û polîtîkayên DEDAŞê de asê mane û li benda çareseriyeke bi lez û mayînde ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin